Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KURT KURMANCÎ

 


LAZGÎN  DÊRÛNÎ

Bi lav lav û xweziya   kesî ne raştiye baqê keziya
Îro derfeteke zêrîn hatiye ,derfeteke kû di xewnê şevade jî kesekî bîra wê ne dibir kû bi vî rengî çêbibê,lê çawa çêbû çawa hat ,ew gelekî ne giringe,lê ya giring ewe kî karibê vê derfetê qizinc bikê,bi awakî rast û dirist û cihê xwe têde bigrê.
Gotineke KURDA heye di bêjê (siqa li gor heqe).


Divê serok û rêber û siyasetmedarê KURDA vê yekê baş zanibin.ji îro pêde divê em dilopan deynin ser tîpan,divê rastî û nerastî ji hev cida bi bê,di vê berx û beran ji hev xwiya bi bin,KURDISTAN ne ya bavê kesekiye,pirsgirêka kurd ne ya firotin û kirînê ye,ne partî û ne rêxistin û ne kongir û ne encûmen û ne kesek karê hetta roja îro bêjê ez nûnerê gelê KURDÊ sûrîme,kî vê bêjê ew derewan dikê ,û bi xwe dikenê,yê vê bêjê divê gel bi giştî dengê xwe bidiyê,yanjî divê bi kar û xebateke xwert rabê û bi helwesteke rast û zelal dakevê meydanê.
Hinek  partiyên KURDA çûn û hatin li dora xwe zîvirîn lê nikarîbûn yekîtîke KURDA çêbikin ,ango mala xwe avakin,rabûn dîse berê xwe dane HEWLÊR û SILÊMANIYÊ da kû muhra wan bistînin û bêjin va em bûne nûnerê gel,ji ber hê bi wî hiş û mêjyê kevneperist raman dibin,ûhêjî li ser hêvî û xewna dijîn û dixwazin gel dîse bi xapênin.
Pişta xwe dane mala xwe ya jevdeketî û berê xwe dane ,di bêjin emê opozosyonên SÛRÎ li hev ênin(dibê ti dewê min bi keyêne ezê çim yê kila mîra keyênim).
KURDINO:ticar bawernekin ji van kesa ,nikarîbûn û nikarinjî tiştekî ji were bikin,vê yekê ji serê xwe bavêjin.
Îro rewşeke nû hatiye,firman rabiwe ,ava serê geleka li êgire,îro piştgirya xort û gencên xwe bikin,îro ew pêşeroja mene, wê bi kar û xebat û viyana wa azadî werê û rastiyê cihê nerastiyê bigrê.
9/12/2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark