Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berzanī ū žandeya encūmena nižtīmanī kurd li sūriya yź

 


Ehmed qasim

Bê guman hevdîtina žandeya( E.N.K.S.) bi Berzanî re _ serokê herêma kurdistana Îraqê_ di rewžeke gelekî hûrik û girêkda giringiyake taybet qzenc dikê di gelek babetanda. li hêlekê wekî kurdistanî li bîr û baweriyên hev guhdarî dikin, û li hêleke dinjî kanibin nexžeyeke rêrast ji bo siyaseta kurdî têxne nava pilan û projeya kurdî li ber ronahîya bûyerên teqlane û guhertinên pelpelane


Di wê hevdîtinêda tenê du tižtan bala min kižand, ewjî di baweriya minda tižtên herî giringin ji bo pêžeroja kurdan, ne tenê bo kurdên sûriyayê, lê belê bo duwaroja stiratîcîka hemo perçeyên kurdistanê li ser asta pêždemî:
1_ wekî ku me ew hevdîtin žopand, ku serok Mesûd Berzanî ne tenê carekê giringî daye ser yekbûna tevgera azadîxwaza kurd, belê dubare û sêbare kiriye, ewjî ji ber dualîye qezenca wê yeketiyê di baweriya minda:
carekê bi hêz darine nav oposisyona erebî, û daxwazên xwe wek daxwazeke rewa nîžan didin, çi ji alîya netewî û çi ji alîya nižtîmanîda. û wekî ku kurd netewa diwemînin ji pirnetewên sûryayê, oposisyona erebî nikanê xwe ji ber pêkhatiyan bidê alî, û bê hebûna kurdan di nav oposisyona sûrîda, yanî žoreža sûriyayê rûyekî yeknifžî û cûre_olî distînê û dikevê ber talokeya bêrewayetî û bêpižtepal dimînê ji yacîya navdewlwtîda.
2_ giringiya diwemîn ji yeketiya žeqama kurdî, ewjî daxwaza Ewropa û Emrîkanane, ji ber ew dibînin ku hevpariya kurdan di avakirina sûriyake demuqratda parastine ji mafên kêmnifž û kêmnetew ra. û yekbûna kurdan li gel yekbûna kêmnifž û kêmnetewan bi alîkariya Ewropa û Emrîka rê li pêž hêzên misilmana siyasî digrin û fileyên navçeyêjî bi wî hawî diparêzin. bawer dikim ku Mesûd Berzanî loma bal kižandiye ser yeketiya kurdan, ew yeka bûye cîyê žêwrê di navbera kurdan û Emrîkanan li yacîkî, û li yacîyê din di nav hukûmeta herêm û Ewropada, li ser wê bingehê serokê herêma kurdistanê žande dû ( E.N.K.S.) bo guftogoyeke zanyarî û gîhandina nameya navdewletî ji kurdanra.
Bawerim ji ( E.N.K.S) tê xwestin yeketiya kurdan bi serî bike, çiku , eger encûmenekî din saz bibê rê dikevê perçebûnê û ( E.N.K.S) berpirsiyar tê dîtin ji ber kêmasiyên ku kirine, bo vê yekêjî, ji wî tê xwestin diyalogeke bê fen û fot bi hêzên dinra vekê û yeketiyê bi serî bikê.
Nivîskar ûsiyasetmedarê kurdê sûriya 

  1/12/2011

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark