Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Simînarek di Navenda Dicle ya Çand û Hunerî de

 


Li roja 25/11/2011 ê û bi amadebûna birek rewþenbîr,nivîskar,siyasetmedar,xemxwar û evîndarên çanda kurdî, di Navenda Dicle ya Çand û Hunerî de,li gundê Baneqesrê ser bi bajarê Dêrka Hemko ve dikevê, û di bin çavdêriya Guropa Ehmedê Xanî ya Rewþenbîrî de, simînarek di bin nav û nîþanê dîroka zimanê kurdî, ji aliyê mamosta Ciwan Dêrikî ve hat pêþkêþ kirin.
Di destpêkê de, mamosta bavê Melevan bi navê Guropa Ehmedê Xanî ya Rewþenbîrî, xêrhatina mêvanan kir û ji wan xwest ku kêlîkî bêdeng li ser canê nemiran rawestin .


 di pey re mamosta Ciwan Dêrikî babeta xwe bi zarekê Botanî yê xweþ û þêrîn xwend û destpêkir û got: ( Gava em zimanekî bi nav bikin, di dest xwe re gelê ku bi wî zimanî di axivê tê bîra mirov, nexþeya welatê wî zimanî tê li ber çavan. çimkî gel bi zimanê xwe têne naskirin). û gelên li Mezopotamya  jiyayîn û têkiliyên wan yê xizmatî bi kurdan re bi firehî dan naskirin û herweha girêdana di navbera Avista û zimanê kurdî de berçav kir. piþt re, mamostayê navbirî di mijara xwe de li ser malbata zimanê kurdî û zaravayên wê yên bingehîn axivî û pêre derbasî pêvajo û dîroka bikaranîna Elfabiyan di zimanê kurdî de bû. dawiyê mamosta mijara xwe li ser rewþa zimanê kurdî ya îro û alozî û tengaviyên zimên bi dawî anî.
Dûv re, navbirek hat dayîn û piþtî bênvedanê axavtin, dan û sitandin li ser naveroka mijarê hat kirin û mijar bi têbînî, pirs, pêþinyar, nêrîn û hizrên amadebûyan zengîn û rengîn bû.
Hêjayî gotinê ye, ku kenala Televizyona Ronahî jî li wir berhev bû û bi wê helkeftinê derfet bi dest xwe ve dît û çavpêketin bi hin rewþenbîr, þareza û kesin amade re kir.











 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark