Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hişên ezwer lehengên xwe dikujin!

 


Arşevê Oskan

Ez ê niha diyardeyekê ji we re şirove bikim, dibe jî ku ne li gor dilê çend kesên ezwer û astenizim be. Dema ku kesayetek tekoşer û di nav civatekê de naskirî be û di ber mafê wê civatê de ked dabe, heta ku sax be, ew sermiyanê grûp û komika xwe ye, lê ku hat û ji nav civatê koç kir, divê ji asta grûptiyê derkeve asteke bilindtir û berztir.. çima? Ji ber ku keda wî ne ji bo komik û hevalên partiya wî bû. Di nav partiyekê de cih digirt ji bo adrêsa xwe bide naskirin û kar û barê partîzaniya xwe ji mafê civatê re tirxan bike.. ku li derveyî wê be ew ê ne karekî bilind û nirxdar be, belê wê ne mirovekî leheng û tekoşer be jî.


Piştî ku ew rêber û tekoşer koç dike, gunehê wî di şaşitiyên hevalên wî de namîne. Dema ku hevalên wî kêmkar û lawaz bin, dê bixwazin ji kesayeta wî karekî biafirînin û li ser keda wî rojên xwe bernameyên xwe tije bikin. Ev nemûne bi tevayî ye. Lê dema ku kes an nivîs û wefadarî ji derve li ser koçkirekî partiyê bête kirin, nirx û buhayê wî karî dibe cihê rêzdarî û dilxweşiyê li cem hevalbendên wê kesayeta koçkirî -berovajî wê, dibe ezwerî û biçûkxistina wê kedê- Hevalbendên partiyên me herdem ji destên derveyî tozika partiyê bi hesab û guman in û bi dehên raman û pilanên neyinî di serên hin endaman re derbas dibin. Loma ku sazî an dezgeh an Tv yek partiyekê hebe, em dibînin ku karkirên wê hemû kesên li derûdora îdyolojiyê ne û ku hat û ew karkir ji wê xêzikê derket, li derveyî karê xwe dimîne. Loma em jî di gelek karên xwe de bi ser nakevin û pêşketinên berbiçav di van xêzikên me yên teng de pêk nayên. 

Wek nemûne, piştî ku serokê Partiya Yekîtîya Demoqrat nemir Isma‘îl Emo koça dawî kir, bi hezaran mirov li şîniya wî kom bûn û li ked û dilsoziya wî mikur hatin, ku ev kes kesayeteke netewî bû û li ser asteke kurdewarî diramiya û sînorî grûptî û partiya xwe derbas dikir.. gelek nivîs wek çavkanî ji pênûsên nivîskar û rewşenbîrên kurd, ev yek piştrast kir.

Ji hijmara wan nivîskar û berhemdaran, piranî ne havalên partiya wî bûn.. hevalê me Qado Şêrîn xwest wan nivîsan li hev kom bike û wek pirtûk bide çapkirin. Helbet ev kar dem jêre divê û ez di wê baweriyê de me, ku tu qezencên teng û berjewendiyên kesane li dû çapkirina wê pirtûkê tune bûn. Ku em bi guman nêzîkî vî karî bibin jî, birêz Qado xwestibe navekî ji xwe re li dû vê pirtûkê çêke ew jî tune, ji ber ku ew berê naskirî û xwedan berhem e. ku bixwaze niha ji nivîs û çîrokên xwe kare pirtûkê çap bike. Li şûna ku havalbendên partiya Yekîtî, spasiya Qado bikin, rabûn hema pirtûk di bin navekî din de çap kirin û xwestin keda û westana Qado beravêtî bikin.. ev yek ji destnîşanên tengbûna xêzika partîbûnê ye, di baweriya min de, ev kiryar dîmenekî neyinî û bi ziyan encam da. 

Niha jî em dibînin ku tekoşer û pakrewanê kurd û şoreşa Sûriyê Mişel Temo wek lehengekî derket, bi baweriyeke payeberz û wêrekîyeke nedîtî, xwe kir qurbanê maf û doza civata xwe. Li ser asteke navnetewî deng veda. Dengvedana wî navê kurd bir perê ezmanan. Li gelek welatan li seranserî cîhanê vejîn û serhildan ji bo wî li dar ketin. Li kîjan welatî kurd hebûn, lê xwedî derketin. Li gelek komcivînan hevalekî wî jî peyda nebûn, lê dîsa jî komcivîn di bin navê Mişel de dewlemend derbas dibûn. Belkî bi gelek civînan hevalên wî yên partiyê, agahdar nedibûn û nedigotin; ”Mişel yê me bi tenê ye, kes lê xwedî dernekevin”. ji xwe ku bigotana, nirx û buhayê keda wî kêm dikirin.. bi kêmanî divê mirov vê dîmenê bi çavên nirxdar bibîne û têbighêje ku dewlemendîya malbatekê an partiyekê ne bi tengbûna keda koçkirekî wan bilind dibe.

Di dawî de, dixwazim bêjim dema ku kesayetek ji bo mafê civatekê têbikoşe û koç bike, ji asta endamtiya partîbûnê derdikeve û li asteke netewî an jî navnetewî -li gor kar û xebata xwe- bi cih dibe. Mirov di vî warî de, kare gelek nemûneyan li qelem bide. Cegerxwîn jî hevalbendê partiyekê bû, lê niha li bakurê Kurdistanê peykerê wî çêdibe û navê wî li pirtûkxane û kolanan tê kirin û li başûr konferans bi navê wî lidar dikevin û destûrê ji partiya wî naxwazin, Celadet jî kurê mîr û paşan bû, di warê malbatî de, Osman Sebrî jî damezervanê yekem partiyê bû… hwd. Lê ku mirov leheng û tekoşerên dîrokê ku tevaya temenê xwe ji civat û mirovatiyê re tirxan kiribe, di nav dîwarê malbatî an partiyan de asê bikin, ji nirxê wan kesan kêm dike û wan dikujin!! 


22.11.2011 . 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark