Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tevgera me kilê çavê me ye, eger..

 


Qado Ŝêrîn

Tevgera me kilê çavê me ye, ji me û ji bo me ye. Tevgera nûnertiya me bike, berjewendiyên me bêtir ji yên xwe biparêze, emê jî bi gorî wê bin, emê destê wê ramûsin. Tevgera di ber hêvî û daxwazên me de asteng û serêŝiyan bikŝîne, emê wê li ser serê xwe deynin û bixin çavên xwe. Her wisa tevgera ku nikaribe rêberiya miletan bike, û di dema ŝoreŝan de ne di asta ŝoreŝan de be, bila ji milet nexwaze ku wek koleyan li paŝ wê be,  çimkî ew tevger dê di asta rêjîma sitemkar de be, bila ew tevger tune be.


Di berjewendiya me kurdan deye ku em tev li ŝoreŝê bibin. Çarŝema Encûmena Niŝtimanî ŝek û guman, û helwestên gelekan guhert, ez jî ji wa gelekan im. Ma ku encûmen rûxandina rêjîmê bixwaze û ciwanên hevrêzan tev lê bibin, bêŝek û guman wê wextê rewatiya nûnertiya gelê kurd ê rojava distîne.
Ŝoreŝa miletê Sûriyê ya ji bo azadî û serfiraziyê ji 15ê adarê ve berdewam e, rojane ŝehîdan dide. Ŝehîdên li Himus, Hema û Derhayê dikevin di ber azadiya me kurdan de jî dikevin. Eger xelkên wan bajaran tenûran germ bikin emê li Efrîn û Qamiŝlo nan bipêjin.
Di sala 2003an de, piŝtî rûxandina rêjîma Sedam Husên ê diktator, kurdên baŝûr gihan mafê xwe, bi riya fîdraliyê dan ser riya serxwebûnê, wê wextê ew ji bo pêŝerojê amade bûn, ji bo dan û standina li gel ereban amade bûn, ji bo ku xwe birêve bibin amade bûn, lê em?, em kurdên rojava, gelo em ji qonaxa piŝtî rûxandina rêjîmê re amade ne?. bi gumana min em hemû ji wê wextê bitirsin, em ditirsin ku kurd ji axaftina bi erebên piŝtî ŝoreŝê re yên ku dê ne bi gelekî ji erebên berî ŝoreŝê re baŝtir bin, ne amade bin. Û di dûv re mafê kurdan neyê çesipandin, wê wextê bê ŝek û guman dê tevgera me ya siyasî bi hemû partiyên xwe ve berpirsyar be. Tirsa me ji wê tirsê ye ku ŝerê navxweyî derkeve.
Heçê rûxandina rêjîmê bixwaze nûnertiya min dike, bi gumana min nûnertiya tevaya gelê kurd dike, jixwe heçê hewl bide wê rêjîmê birûxîne kilê çavê min û xortan û pêŝeroja me tevan e. Hêviyek mezin heye ku kurd piŝtî rûxandina rêjîmê bighên mafên xwe, wek ku çilo kurdên baŝûr piŝtî rûxandina rêjîma Sedam gihan mafên xwe, eger ku kurd li dij hev dernekevin, û li ser daxwazên gelê kurd li hev bikin.
Eger xelkên Himus, Hema û Derha rêjîmê nerûxînin û azadiyê ji me re neynin emê ji xwe re neynin, eger ew ji me re nekin, emê ji xwe re nekin, heyŝt meh ji temenê ŝoreŝê çûn hîna li kolanan bi hev dikevin.
Ŝek û guman di rûxandina rêjîmê de tune, pelê gelekan dê bi rûxandina rêjîmê re biweŝe. Giya dê ji bin keviran serê xwe rake û gelekan ŝermezar bike, bi taybetî ew ên ziktilêrî ku sere kurdan diçimînin.
Em dixwazin tevgera me ya siyasî di asta me wek milet de be, di asta ŝoreŝ û xwîna ŝehîdan de be, emê jî destê wê ramûsin.
11.11.2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark