Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hunermend Seîd Yûsiv Li Bajarê Qamişlo Hat Xelat Kirin

 


Cemşîd Bagokî

   Wek wefadarî û rêzgirtin ji ked, xebat û berdewamiya hunermend Seîd Yusiv re, di ber gotin, awaz û mûzîka Kurdî de, ku 45 salan pêre dirêj kiriye, di roja 22.09.2011 an, li bajarê Qamişlo di hola Dr. Nûreddîn Zaza de, bi beşdarbûna beşekî ji rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd, mamoste Hemîdê Derwêş sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriyê hunermend Seîd Yusiv bi dîplomek rêzgirtinê xelat kir.


Di destpêkê de, mamoste Konê Reş ev kurtiya xwarê ji jînenîgariya hunermend Seîd Yûsiv ji beşdaran re xwend û gotin da mamoste Hemîd Derwêş. Wî jî bi van gotinan pesnê Seîd Yûsiv da û got: Rêzgirtin ji ked, xebat û westandina hunermend Seîd Yusiv re, a di warê huner û mûzîka Kurdî de û rola wî a hêja di bilindkirin û pêşxistina asta stran û mûzîkê de, em vê rêznameyê pêşkêşî cenabê wî dikin..
Di pey gotinên Reşîdê Fatê ku yek ji endamên Koma Newroz bû li Beyrûtê, mamoste Deham Abdulfettah, Diya Zoro, nivîskar û lêkolîner Xalid Cemîl Mihemed, helbestvan Dildarê Mîdî.. Hunermend Seîd Yusiv axifî, dişadiya xwe anî ziman û spasiyên gewrim ji mamoste Hemîd Derwêş û Partiya Pêşverû re pêşkêş kirin. Û li ser daxwaza beşdaran dest bi stran û mûzîkjeniyê kir.. His û hestê gelekan tevda..

Hêjaye gotinê ku ev diwemîn care ku hunermend Seîd Yusiv ji rex rêxistinek kurdî ve tê xelat kirin, cara pêşîn ji rex mamoste Ismaîl Omer serokê Partiya Yekîtî ya Demokratîk ya kurdî li Sûriyê (YEKÎTÎ), hat xelat kirin û va niha jî ji rex mamoste Hemîdê Derwêş û Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriyê tê xelat kirin.


fermo gotina Konê Reş bixwînin:
   Hunermend Seîd Yûsiv di roja 10.04.1947 an de li Qamişlo taxa Qidûr Beg çêbûye, Bavê wî Yûsivê Seîdê Osman e ji çiyayê Bagokê gundê Zaxuranê ye. Ji ber dubendiya malbatê bapîrê wî Seidê Osman xwe li Bişêriyê, mala Perîxanê girtiye û bi salan di nav wan de maye, ta ku bi şaşitî hatiye kuştin. Piştî kuştina bapîrê wî, bavê û apê wî Osman binxetî sûriyê bajarê Qamişlo dibin. Li Qamişlo bavê wî Yûsiv çav bi diya wî Emina Ehmedê Îssa dikeve û bi hev re dizewicin.

Li Qamişlo Bavê Seîd di avakirina xaniyan de kar dike û jêre dihat gotin Hoste Yûsiv.
Seîd Yûsiv dor sal û nîvekê li ber destê mele Mihemedê Xiznewî Quranê dixwîne û xitim dike. Di sala 1956 an de qunaxa seretayî di dibistana gundê Enteriyê de bi dawî tîne, çend salan di pey re qunaxa amadeyî û piştî zewacê Bekelorya jî bi rengekî azad û serbest distîne.
Ji biçûkaniya xwe ve li tembûrê dixine ta ku di serê sala 1966 an de dibe xwedî tembûr û tê naskirin. 
Seîd Yûsiv di bin bandora Mihemed Arif Cizrawî û Muradê Kinê de mezin dibe.. Di wan salan de jî, di ahengên taybet de, dilê cemaweran xweş û geş dike û nav û dengê wî belav dibe.. Hin caran di navenda çanda Erebî de li Qamişlo distirê. Û piraniya gotinên stranên wî ji danîna wî ne wek strana: Rewşê rewşê Rewşenê û Eman Cîhan..
Di sala 1967 ande diçe Beyrûtê, wek dengbêj di Radyo û aşxaneyên wê de kar dike, rojnamegeriya Libnanî jî baş li dor hunermendiya wî dinivîsînin.. Û 4 sêlikan ji stranên xwe li Beyrûtê tomar dike, wek Rewşenê û Gulperî..
Di sala 1968 an de Êzgeya Kurdî li Bexdê wî vexwendî Bexdayê dikin, li wir çend stranên xwe tomar dike û ji wir diçe êzgeya Kerkûkê, ji wan re jî çend stranan tomar dike..l
Li Îraqê çav bi Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Îssa Berwarî, Gulbihar, Nesrîn Şêrwan, Tehsîn Taha, Fexrî Bamirnî û gelek hunermendên din dikeve û bi hev re dibin dot û heval.. Û wiha her 6 heyvan ji bo tomarkirina stranan diçe Êzgeya Kurdî li Bexdayê.
Piştî çûna Aramê Dîkran a Ermenistanê, ew dibe dengbêjê yekem li Qamişlo. Mamoste Seîd Yûsiv di roja 01.08.1969 an de bi Emîra Melûl re dizewice û di roja 01.05.1970 î de kura wan Hunermed Zoro çêdibe û  di eynî salê de 1969 an dibe Beyrûtê.
Li Beyrûtê, Komek Hunerî bi navê (Koma Newroz a Kurdî- Libnanî Bo Hunera Gelêrî) ava dike ku ji 45 emdaman pêk dihat, rehmetiyê Mihemed şêxo, Rifetê Darî, Elî Ehmed û Şêrîn di nav de bûn, Vê paşiyê hunermendên wek Mehmûd Ezîz û rehmetiyê Mihemed Emîn Kîkî jî tevlî wan dibin û yekemîn ahenga xwe di nîsana 1971 ê de li ser textê şanoya sînema Rîvolî, bi amadebûna Saib Selam, serokê Encûmena wezîrên Libnanî û gelek kesayetiyên libnanî yên navdar wek rehmetiyê Kemal Cinbilat pêk tînin..
Di salên Libnanê de gelek caran hevdîtinên Tvyên Libnanî pêre têne lidarxistin û wiha jî dostaniya wî bi hunermendên Ereb yên Libnanî re xweş dibin wek Riad Şerare. Her wiha di wan salan de sêlikek bi zimanê erebî, bi navê Zûro Libnan tomar dike.
Di sala 1972 an de di gel hunermend Mehmûd Ezîz Şakir û hunermenda deng xweş Şêrîn Mele diçin Urdinê û ahengekê li Emmanê di bin serokatiya Seed Cima, serokê wezîrên Urdinî de pêk tînin.
 Di sala 1972 an de, li ser daxwaza koma Newroz û Komela Kurdî li Libnanê, hunermendê mezin Mihemed Arif Cizrawî û Gulbihar û Îssa Berwarî vexwendî Beyrûtê dikin û du ahengên mezin li Beyrûtê, yek di stadyoma bajarê Sporê de û yek di sînema Rîvolî de pêk tînin.
Di sala 1972 an de, li Beyrûtê çav bi Mîr Dr. Kamîran Bedirxan dikeve û dostaniya wî pêre çêdibe.. û mîr Kamîran ji Kurdên Libnanê dibêje: Kurên Min! Strana girê sîra bi sîr e ew jî Kurdistan e..
Di sala 1973 an de li ser daxwaza Unesco, ew û hunermendê Efrînê Mihemed Elî Tico û hunermendê Îraqî Mûnîr Beşîr çend ahengan li Fransa û Almaniya divejînin. Hingê Unesco sêlikek wî a tembûrjeniyê tomar dike.. Di sala 1974 an de, di gel 12 mûzîkjen û hunermendên Kurd li ser hesabê wezareta Libnanî a Siyahe, li Afrîqyayê digerin..
Piştî şerê libnanê, di 1975 an de, di sala 1977 an de mala xwe tîne Şamê, salekê di îzgeya wê de kar dike û dibe yek ji endamên sendîqeya hunermendên Sûriyê û her wiha gelek awazan dide hunermenda mezin Semîra Tewfîq..
Di sala 1978 an de mala xwe diguhêze bajarê Helebê û firoşgehek bo tomarkirin û firotina kasêtan vedike.. di dawiya 1979 an de careke din dizîvire bajarê xwe yê evînê Qamişlo û firoşgehek bo tomarkirina tasêta û firotina amûrên mûzîkê vedike.
Di sala 1988 an de diçe Ewropa, Nemsa û gelek ahengan li tevayî Ewropa pêk tîne.. Di sala 1996 an de li ser daxwaza Buroya siyasî a PDKÎ diçe Kurdistana azad û çend ahengan li Selaheddîn û Duhokê pêk tîne û paşê jî li Stenbolê.. Di van salên dawî de jî, gelek caran hatiye vexwendkirin ji rex wezareta kulturê a sûriyê û aheng di bajarên Sûriyê de pêk anîne.. Hem jî serkêşiaya pêşbaziya Stranên Kurdî di TRT6 de li Stenbolê kiriye.
Di gel ku mamoste Seîd Yûsiv Dengbêj, awazvan û mûzîkjene ew helbestvan e jî, ez dikarim bibêjim ku tev stranên wî, ji bil yên folklorî ji hunandina wî ne. Ji dîwanên wî yên Çapkirî: Govenda Dilan, Rewşen û Sozdil. Û yên neçapkirî, 5 dîwan hene. Pirtûkek wî bi erebî, bi navê (Bedai Teelîm Alet Elbiziq) amade ye ji çapê re. Ta niha dor 25 kasêtên wî hatine tomar kirin û gelek xelat wergertine.
Jiyana Seîd Yûsiv jiyanek mişt xebat e, wî 45 sal ji temenê xwe di warê huner û peyva Kurdî de xerckiriye û hê jî berdewam e. Em jî temenekî dirêj di xweşiyê de bo Seîd Yûsiv, Mîrê Tembûrê hevî dikin.

Qamişlo, 23.09.2011


 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark