Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Žoreža ramanī

 


 Ciwan Dêrikî

 Pêdiviya me bi žorežek ramanî heye , bîr û ramanên li sûka kurdî – kurdên rojava -  bi piranî yên sedsala borî ne , dûrî sedsala 21an e , sûkeka kevnežop maye , bê nûjenî û xweguherîn . cîhan bi ezmanan ve ketiye hêjî kurd serdema berî zayînê dijî . hê guroverîzm neghaye wî , maye di cihê xwe de , bê nûkirin , bê xweguherîn û bê hemdemîtî . ev ramana Kevin a bûyî tert li ser mejyê civakê di serî de pêwistî bi žorežek ramanî heye , ku hemî pîvanên berê serûbin bike , hemî têgehên zer û hižkbûyîn bimale , bingehek nû dane , tirhin nazik û bijartî biçîne û ji kaniyên hizr û hižmendiya pak bi hostayî av de . heger žoreže divê guherînê ji kokê ve çêke , yan jê emê bimînin di nav žêlûbêleka winda de .


Žorež jî endam û pêžengtî jêre gereke , bîrdoz û felsefeyek zanistî û serdemî , rêxistinek hevgirtî û ji pola , û kadirin bi siyasetê pijayîn ..
Çi žoreža heyî û yên derketîn bi pêžengî bûn , hêzeka xwe ya canfida û gorîker hebû , kesatiya xwe di sîtla žorežê de dihelandin û dikirin žerbet ji belengazan re , ji hêviyên civakê re , ezezîtî di jiyana wan de nebû , sistî û rawestan jî nasnedikirin , di liv û tevgerê de bûn ta armancên žorežê bi cih dihatin .
Dibe di dema me de rewž guheriye , ne mîna sedsala bûriye , lê pîvanin sereke hene ji her dem û çaxan re gerekin , raste em nikarin pîvanên žoreža Rosî , yan ya Vêtnamî li rewža xwe ye îro siwarkin , lê divê çareyek jî hebe ji bindestiya me re , rêbazek hebe ku ev gel ji koletî û mêtingeriyê rizgar be . ev rêbaz dibe ku siyasî be , ažtiyane û demoqratî be , dûrî hemî rengên tundûtijiyê be , û dibe ku çekdarî be jî .. gava hebûna neteweyekê bikeve metirsînê , yan dagirker bi hemî hêza xwe ya hovane ve bajo ser .. hingî tu neçarî li berxwebidî û xwe biparêzî bi hemî derfetên ji dest te tên …
Bi nêrînek kûr û hûrbîn mirov li rewža me ya îro temažeke , wê bibîne ku em ji tižtekî re ne pêkhatîne , ti piroje û nexžerê li holê nînin ku karwanê me bighîne binecihê , yanjî yên heyîn ne zelalin û ne vekirîne . raman û xebata ku tête behskirin di civakê de ji hêla rêxistinan ve .. demê ew derbaskiriye , devjê berde ku tenê ew xebat di gotinê de maye .
Ji hemî rewženbîr û nivîskarên kurd tête xwestin ku jiyana serdemî nîža gel bidin , ramanên hemdemî belav bikin , danûstandinek kûr û berfireh bi siyasetvan û partîzanan re bikin , bi dengek bilind û ežkere .. bi rastî bibin ronahî ji vî gelî û vî welatî re . ta nêrîna gižtî yekba bibe li gor bîr û ramanên nûjen , û bi pîvanin serdemî . belê digel vê .. taybetiya kurdîtiya me jî bête parastin .   
          17 / 9 / 2011


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark