Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Li Çiyayê Þingalê Qebqeba Kewê Nêr e

 


 Yasîn Hisên

Pirtûka (Li Çiyayê Þingalê Qebqeba Kewê Nêr e) ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî li Silêmaniyê derket, ji berhevkirin û Komkirina nivîskar Xeyrî Þingalî.
Ev pirtûk ji dû bergan pêkhatiye û mijara wan li ser têkist û sitran û dastanên taybet bi Kurdên Êzdî ye.
Bergê yekem ji vê pirtûkê ji sê beþan pêkhatiye, beþê têkistên dastanî û efsanewî: Berhevkar di vî beþî de her têkistek bi perawêz û jêderên van têkistan zangîn kiriye.


 Beþê Duyem: li ser Efsane û dastanên Kurdî ên dirêj wekî Mem û Zîn, Kela Dimdim, Siyamend û Xecê pêkhatiye, tevî zêdetirî deh dastanên din digel têkistên wan ê sitrana de.
Beþê Sêyem: piraniya vî beþî li ser çêroka (Derwêþê Evdî) û lehengiya wî ye, digel beþekî biçûk li ser jiyana hunermendên Kurd ên Êzîdî.
Bergê Diwem ji vê pirtûkê, ji stranên Kurdî ên Floklorî pêkhatiye, û di dawiya vî bergî de Berhevkar li ser rola Kurdên Êzdî di parastina Floklor û Kelepûrê Kurd de disekine, û dide xuyakirin ku Kurdên Êzdî di dîroka miletê Kurd de bi sitran û dastanana beþekî baþ ji vî Kelepûrî parastine.
Hêjayî gotinê ye ko bergê Yekem bi hevkariya Dezgeha Serdem hatiye Çapkirin, û bergê diwem jî bi hevkariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Silêmaniyê hatiye çapkirin.
Herweha weku hate zanîn ko ev pirtûk ji nava projeyên ko Enstîtuya Kelepûrê Kurdî li bajarê Silêmaniyê pê radibe hatiye amadekirin, û ji bilî vê pirtûkê, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî hindek projeyên din jî kiribûn li ser Kurdên Êzdî û di pêþerojê de jî projeyên wê hene ko bêtir li ser Kelepûr û Folklora Kurdên Êzdî berheman çap bike.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark