Ciwan Dêrikî Rêxistinbûyîn Rêxistin û rêkûpêkirin ji nan û avê jî giringtire ji me re îro , di vê rewþa tevlîhev de ku rûda ye di rojhilata navîn de , her milet , her hêz û partî li berjewendên xwe digerin , peymanan çêdikin , bendan avadikin , þerekî siyasî , dîplomasî û çekdarî birêve dibin . . her yek ji bo çareyekê li gor xwe xwe amade dike , û xwe pêktîne , gelo em çi dikin û tevgera me çawa xwe amade dike ji van guherînan re ? divê em zanibin ku hêza herî xurt ji miletan re rêxistinbûyîna wan e , ji hemî rengên çekan xurtire , minak pirin di dîroka tevger û þoreþên cîhanî de .
yê rêxistinkirî xurte , û yê xurt herkes hevalê wî ye . ta bi xwedê jî dostê xurta ye mina seydayê Tîrêj gotî , belê gelek pendên me yên zêrîn jî behsa xurtbûnê dikin , bav û kalan ji me re gotiye : ( heger darê te stûre , arvanê te hûre . sing ji ber mêkut diçe . . ) ka vêca em heya çi hindamê xurtin ? ! Rêxistinbûyîn ne tenê naveke û hew , ne hejmarek mezin ji mirova ye , ango ne danheva kesa ye , rêxistin rêkûpêkirine , hevkarî ye , dilsozî ye , nihênî û xweparastine , pêþengtiya di rewþa awarte de ye , ajotina gemiya di nav pêl û bahozan de ye û gihandina wê bi parastî ji peravan re ye . mixabin em kurd hînî çanda rêxistinê nebûne , em bê rêxistin mezinbûne , serberedayî û bê pîvan li hev kombûne , lewra em di tengiyan de xwe li ber pifekî nagirin , her rêxistineka me bûye mêþedana þelîpan bikeviyê , ji hindur de tê wêrankirin û desteserkirin , bizanebûn têde tê kolan û parçekirin , demek kin diçe êdî bawerî di nav endaman de namîne , hêvî jî têne kuþtin , û kar û karname seqet dibin . Belkî hinek bêjin ev nêrîn girane û ne liciye , raste girane lê pir liciye , nexwe çawa evqas rêxistin û partî me hene hîna kolana me bê serî ye , hê nexþeriyek me nîne , hêjî tu piroje nehatine pêþkêþkirin û ne ketine kar , qunaxa di nav gel û partiyan de qûnaxa Erd û ezmane . çendî zor û zehmetî hebin , çendî çewsandin û hovîtî hebe , nayê wê wate yê ku gel bi vî þêweyî dûrî tevgera xwe bikeve , û li ber bayê nedêranê here , em nikarin bibêjin gel þaþe û ne welatparêze , qelsî û kêmanî ya pêþengtî û tevgerê ye , tevger û pêþengtî jî ne tenê partî ne na . . ev guneh yê her kesê xwe bibîne welatperwere , rewþenbîr be , siyasetmedar be , nivîskar be , partîzan be , kî be bila bibe , ev gunehê hemiyan e , lê gava rexneyek jî tê kirin li vê rewþê , di serî de partiyên me xwe ditengijînin , li xwe mikur nayên ku qelsiyeka wane ev belavbûn û jihevketin , di cih de þûrê xwe tûj dikin li ber serê rexnegir radiwestin . ha va em dibînin ku þerekî man û nemanê di nav nivîskar - rewþenbîr û partiyan de derketiye , xebat û têkoþîna ji bo rêxistinkirin û rêveberiyêa gel maye li paþ , û binîqra hev girtine . dem dimeþe , tirên dibûre , bihar û havîn diçin . . lê bê guhertin , bê nûkirin , û bê yek gav bêþveçûn . ger ev nakokî ji bo xebata gelêrî û neteweyî bihata kirin . . sedîsed rewþa me ne dima weha , wê îro hêzeka me ya hevgirtî û bibandor li holê heba . Ev ne dema piropaganda partîtiyê ye , dema welatperwerî û miletperweriyê ye , xebatek hevbeþ ji her kesî tê xwestin , bi rêxistin û sazbûnîk xurt , ne bi pirbûna endaman û hejmara gelek .. na , bila rêxistinkirî be bila hindik be , bila yek be û xweragir be , ne sedê jihevketî û belawela be . ji berê de gotine : yeko bi sediyo , sedo bi yekiyo . 10 9 2011
|