Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zimanê kurdî kesade bazar

 


 Ciwan Dêrikî

Navgînên ragihandinê roleke sereke di yekkirina nêrîna giştî de dilîze , nexasim di vê serdemê de , ku Tv , Rojname , Malperên Net.ê , û …hd . ev hemî bi armanca hişyarkirin û zanakirinê , û pêkanîna berjewendên neteweyî bi giranî dikevin kar .lê em kurdên rojava ( sûriyê ) ji van alavên ragihandinê bê behrin , tenê di destê me de malperên Enter net.ê hene . . .


nivîkar , rewşenbîr , rojnameger û siyasetvanên me , yê ku dinivîse di malperên kurdî berhemên xwe belavdike , lê tişta balkêş ewe ku rojeva me bi piranî bi zimanê Erebî tête ziman ne bi kurdî . herkes piyana xwe li derya zimanê Erebî hiltîne û kaniyên zimanê kurdî bi sêwîtî li tiyekî temaşedikin . mixabin ku ev çina pêşeng ne bi zimanê dayîkê hest , nêrîn , şirove , û bîr û boçûnên xwe tine zimên , neku bi kurdî nizane na . . çimkî gelek ji wan erbiya wan qels û lewaze li gor pîvanên rêzimana erebî , welê jî bi erebî dinvîsin ne bi kurdî .
Berî 316 salan dema ku berhema binirx û hêja ( Mem û Zîn ) hatî nivîsîn , seydayê sertac û pênûszêr Ehmedê xanî ev êşa îro em dikşînin wî hingî kêşaye  lewra dibêje :
Safî şemirand vexwarî durdî  .. nonendê derî lîsanê kurdî
Da xelkê nebêjine ku Ekrad .. bê marîfetin bê esl û binyad
Bi nêrîna min ev dûrketina ji nivîsa bi kurdî qelsbûneka hest û semaxa neteweyî ye . raste sûk û bazara erebî firehtire , û xwendevanên kurdî gelekî kêmin , vêca herkes lêmişta xwe dibe wê sûkê qenc neqenc keda xwe radixe .
Çendî ku ( îro kesade bazaar , nîne ji qumaşî re xirîdar ) divê em li sûk û bazara xwe xwedî derkevin û malê xwe pêşkêşbikin .
Birastî daxeke li enya me ku hevqas nivîskarên kurd heyîn û bi zimanê xwe nanvîsin . belê bila bi zimanê biyaniyan jî binivîsin lê ( Lêv ji didanan pêştirin ).
Ez piraniya nivîsên têne weşandin dişopînim û dixwînim çi bi kurdî û çi bi erebî , bi taybet berhemên di malpera WELATÊ ME de dertên - ji xwe malperên kurdî yên sereke girtîne – rewşekî pir balkêş min dît , em dizanin ku piraniya nivîskar û rewşenbîrên kurd , alîgir û bêalî yên hatîn naskirin di parçê rojava de , di vê malperê de keda xwe diweşînin , çi bi kurdî û çi bi erebî , lê tişta seyr û balkêş ewe ku qûnaxa mezin ya di nav hejmara berhemên kurdî û erebî de ye . di meha tebaxa 2011an de nivîsên belavbuyîn di malpera binavkirî de bi zimanê kurdî 42 berhemin ,  lê berhemên derketîn di vê  malperê de , di meha tebaxê de  bi erebî 470 ne , gelo mirov vê yekî ji kesekî biyanî re bêje wê bi çi çavî li pênûsvanên kurd binêre ??
Ev serkoma meye , ev asta herî zane û bîrewere qata herî li jore di civaka me de , vêca gotin ya xwendevane ka çawe binirxîne .
Ziman zimanê meye , divê em têrbûn  û dewlemendiya wî bi pênûs û nivîsên xwe diyarbikin , qelsî ya me ye ne ya zimane , ( xwedyê Elbê  li Elbê digere ) ,çendê salaye em cotê xelkê tajon û bênderên wan didêrin , û dawî jî rehmeldewbav ji me re dimîne . ma dem nehatiye ku êdî em ji xwe re bidêrin ?
Bila berhem û verêj jî bibe para me .
Ma ji xweve hatiye ku her dilşewatekî kurdîtiyê bi serê Ehmedê Xanî sondixwe ?
Deka emjî keda xwe bi kurdî birijînin , qatî hinek hesker û dilşewat wê lê bişemitin û pê bihesin . tiştek dî nabêjim , mala we ava , devê we bi kurdî şekir be .
6 9 2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark