Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Başar Alassad di guhê gê de ye!

 


Ebdulbaqî Huseynî

Di diyalogê de a ku bi Başar Alassad re ji layê telefizîna rêjîma Sûryê ve hate kirin, ”Serokê welat” di axaftina xwe de, da xuyanî, ku hîn di guhê gê de ye. Eve şeş mehin ku gelê Sûriyê bi hemî netewên xwe ve xwepêşandanan dikin, ji bo azadiyê, dîmoqrasiyê û rûxandina rêjîma Baas û serokê wê Başar Alassad. Piştî van şeş mehan ku gelek xwîn li ser destên zilamên û cetên rêjîmê hate rijandin, hejmara kuştiyan giha 2200 kesan û dora 15000 girtî û nebedîne, ji bilî kesên birîndar û penaberan.


Di vê çavpêketinê de, Başar axifî wekû tiştek di welatê Sûriyê de çênebûye, bes hatibû ku tiştên dixwaze bighîne gelê sûrî û hin gotinan bighîne cîhanê bêje. Bê ku bi çavekî li şoreşa xortan binere an du peyvan di derheqê wê xwîna de bêje, a kambax ew bû ku guhên xwe li ber hemî qêrîn û saloganên qehremana ên ku doza çûna wî dikin, digre.
Eger em vegerin naveroka vê diyalogê, emê bibînin ku Başar Alassad di şikeftekê de xwedî dibe, ji ber hemî gotinên wî dûrî daxwazên gelê sûrî bûn, ji ber ku gotinên wî û qanûnên ku dixwaze pêkbîne, bûne ji dawazên kevin ve, armanca gel zêdî van gotinane, daxwaza gel çûna wî ye.
Alassad hate ser mesela parastinê û kuştinê, wekû her car bi gotinan dilîze, dibêje” tu çareserkirinên asayişî tunene, lê belê çareserkirinên siyasîne”, wekû hemî xelkên sûriyê dibînin û dipelînin ku ev gotinane derewin mezinin.
Gurza reformên Alassad a ku di vê diyalogê de, da xuyakirin, wekî hemî caran dîsa behsa qanûna avakirina partîyan kir û got ,ku wê komîta durustkirina partiyan nêzîk çêdibe, ew jî hate destnîşankirin rojêkê piştî vê diyalokê. Derbarî danûstanê bi gel re, ev pêşinyar kir ku wê rêjîm serdana, hemî herêman bike, da ku danûstandinê bi xelkên wan re bike û li dozên wan guhdar bike. Herwiha li ser hilbijartinên perlemanê jî axifî û da xuyakirin ku di meha şibata 2012 de, wê pêk were. Bi vî rengî hemî reformên ku wê ji 11 salan ve pêkbanîna, dîsa dûbare kir.
Derbarî Kurdan û vegera hemwelatiya sûrî li wan kesên bênasname, an ew kesên ku, hemwelatiyên wan di sala 1962 ji wan hatibû kişandin, ewî got; ” Biryara dana hemwelatiya sûrî bo kurdan ji sala 2002an ve hatibû standin, min ev tişt nekiriye da ku ez wan bertîl bikim, bo ku lidijî min ranebin, na, Kurd wek hemî kesên sûrî mirovin niştimanperwerin. Lê a herî balkeş di gotina wî de evbû ku got ;”kurd, ew beşek ji tevna erebî- sûrî ne”, ev hevok dide xuyakirin ku ”Serokê Sûriyê” hîn kurd wek neteweyek serbixwe nabîne, an jî nizane çi dibêje.
Pirsa herî giring ku jê hate kirin ewbû, ku; Emrîka û Europa ji te dixwaze ku tu ji seroktiyê rabe. Ewî vegerand û got; ”Biryarek weke vê, biryareke niştimanîye, ne biryareke ku ji encûmena giştî derkeve”, û berdewamkir û got; ” Gotinên van welatan bê nerxin”. Li vir mirov nizane ku Başar Alassad li ser çi ”biryara niştimanî” diaxive, eger bi vî menteqî be, gereke piştî van xwepêşandanên xortan di van şeş mehan de û doza wan bo çûna Beşar Alassad ji seroktiye, gereke ana ne li cihê xwe ba, lê em xelkên sûrî dizanin ku ev serok û rêjîma wî tucarî guh nedane gelê sûrî û dengê mirovatiyê ji welatên hawîrdor, ji ber vê em dikarin bêjin; Beşar û rêjîma xwe di guhê gê de xwedî dibin.
Oslo 24.08.2011
  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark