Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hêvan, Dîwanek Hemkoçerê Cezawîr A Nû Ye

 


 
Konê Reþ
   Di vê pêla dawî de dîwanek helbestvan Hemkoçerê Cezawîr a nû, bi navê (HÊVAN), ku ji helbestên Çarîn anku çar rêz pêk hatiye, di nav xwendevanên zimanê Kurdî de hat belav kirin. Helbestvan daneyek ji vê dîwana xwe bi diyarî ji Efrînê bo min þandiye. 
   Piþtî ku min xwend, hûr di çarînên helbestên wî de ponijîm bi du xisletan derketim: Yek jê êdî nema mirov cudahiya þêwezarî di navbera berhemên Kurdên Efrîn û Cizîrê de dibîne.. Anku mirov têde dernaxîne ka gelo Hemkoçer ji Efrînê ye an ji Cizîrê ye..


Bê guman ev yek li elfabeya latînî û kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan vedigere hem jî li bizava rewþenbîrî -tevî lawaziya wê- a ku ji çend salan ve di nav me Kurdên Sûriyê de belav e..

   A din ku helbestên dîwanê bi rengê çarîn û þeweyekî hêsan û rewan hatine nivîsandin, bi gotinên kurdî yên resen û têgihiþtî, rist bi dûv hev de rêz dibin û dûrî gotinên ferhengî ye.. Eger hin gotinên devera Efrîn di nav re derbas kiribin jî, ez vê yekê ji mafê wî û dewlimendiya wî di zimanê Kurdî de dibînim û wî spas dikim..

   Dîwan ji 100 rûpelî ye. 164 helbestên çarîn di nav rûpelên xwe de kom dike, bi çapeke baþ hatiye çap kirin.

Helbestvan Hemkoçerê Cezawîr ev dîwana xwe bi vî þêweyî diyarî xwendevanan kiriye:

Silav li civaka me

Li hîn û zikmaka me

Li dûriþm û li alê

Li welêt û li xaka me


Ji bax û gulistana

Ji nav rez û bistana

Ji devera Efrînê

Ji warê daristana..


Mebest wêje û tor e

Riya zimên jî dûr e

Ez negîþtim dawiyê

Li çewtiyan bibore


Ev helbesta Koçer e

Ji hest û hiþê te re

Ji min de yadîgar e

Ji we re ew diyar e


Ez ji dil vê berhema dostê xwe Hemkoçerê Cezawîr pîroz dikim û bi hêviya berhemên çaktir û bi vê helkeftê ez vê dîwana wî li xwendevanên ziman û afirînerên peyva Kurdî pîroz dikim.


Qamiþlo, 05.08.2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark