Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ŝoreŝa me çawe dest pêkir… (1)

 


Luqman Silêman

Ev tiŝt min dinvîsandin beriya ku Ŝoreŝ bighê Sûrî û em tevlî bibin. Ne ji ber ku ez îro wan bi weŝînim. Na ji lewma min nevê hevalê xwe  yên ku me bi hevre di xwest em vî karî bikin bi rastî datanîn jibona dîrokê. lê çaxê ku min dî pêwîstiyek heye ez beriya ku ŝoreŝ bi dawî bibe van nivîsandina bi weŝînim. Ez mecbûr mam ku ez rajim navê hin ji hevalê xwe û tenê yek tîpê yan du tîpa ji navê wan deynîm. Çimkî ez naxwazim îro ew werin xuyakirin. Tevlî ku hin ji wan kesa qet nakevin bîra kesî ku ew bin yê ji çaxê Tûnisê ve di xebitîn.


 ezê tenê sê nava bêjim ewjî evin. Yek jê ezim Luqman Silêman (bavê Arî ) ji ber ku ez hatim girtin û min ji emin siyasîre got: em hersêkin yê ku hevpeymaniya Xortê Sewa çêkiriye. Û yê dî Ciwan Yûsive (bavê Vedeng) û yê sisêya Nesredîn Ehmêye (bavê Raman)  

Piŝtî ku ŝoreŝê li Tûnisê dest pêkir. Min ji Ciwan Yusiv û (R)xwest ku em li hev rûnin. Em hersê li mala Ciwan rûniŝtin û me wisa got:

Ji ber ku beriya vê demê du tiŝt li bame hebûn ew jî evbûn: yek komela Berberoj ya çandî. û me gelek masê gurover û civînê rewŝenbîrî ji û siyaset medarê kurd re li bajarê Qamiŝlo çêdikirin û ya dî li cem me koma Qamiŝlo ya serbixwe hebû. Û ez bawerim ku ŝeqamê bajarê Qamiŝlo û xort û keç û nexasim ŝagirt tev di zan in ku koma Qamiŝlo çi dikir û çi ne dikir. Ji ber ku me çend sala xort û keç xelat dikirin. Ez   bawerim Ji ber vê yekê min ji herdû hevalê xwe re got: va ŝoreŝê li cîhana Erebî destpêkir û wê dor bighê me.  ez dibînim gereke em ji nihade xortê xwe bi heve girê bidin. ne tinê li Qamiŝlo na  gerek em ji Dêrikê dest pêbikin ta bi Ŝamê û her yek ji me çi dostê wî hebin li bajarê kurdî yê ku ciyê baweriyê be bibîne û hêdî hêdî wan bi hev ve girêbidin.

R. got: baŝe ez jî wisa dibêjim. Lê gerek em xeyaratê xwe hesim bikin divî alî de(yekî da avê çi ta bi qirikê û çi ta bi navê) û ya rast ewe lê bêgoman wê rijîm jî di vî alîde baŝ bi xebite û wê bi xwazê çikesê ku vîkarî beke nasbike. lê belkî îro bi serwande neçe  ji ber hîn destpêka ŝoreŝê li Tûnisê ye û ŝoreŝ ji me dûre. Ev yek û ya dî ne dûre ku rijîm ji nihade zilamê xwe berdê nava milet û beriya ku milet destpêbike ew destpêbike da ku nasbike ka wê kî vê xebatê bike çi di rêya nêt re û çi di rêya civatare be. Ji lewma ji nihade gerek me haj ji xwe hebe

Ciwan got: ez ne bi were me li ser girêdana xorta ji nihade bi hevre û ez na xwazim em wek rêxistinekî û em ji nihade dest bi civîna bikin û em bibin. Ez dibînim tiŝtê ku bavê Arî dixwazê wê di rojê bêde bibe rêxistin û hîn zûye. Lê her yek ji me di rêya xwe re vî karî bike û ez dibêjim em xorta yeka yeka bibîn in wê baŝtirbe û çaxê ku ew roj hat emê wan xorta bi hevre girêbidin.

Em gelekî li ser vê rewŝê sekinîn tenê me li ser tiŝtekî li hev kir. Ewjî ev bû.

Me got: emê rêya li her bajarî vekin û emê peywendiyên xwe bi xortare baŝ bekin lê ne pêwîste ku em ji nihade li ser ŝoreŝê bi kesî re baxivin. Tenê peywendî îro ji mere gerekin ku em xortê herî neqandî nasbikin û em wa bi xwe ve girêdin. Û em tiŝtekî li ser baweriyê xweyîn dawî ji wan re ne bêjin û gerek her serê demakî em li ser vê rewŝê li hev rûn in…

Piŝtî vê civatê ez çûme Dêrikê min xwest ez (E) bibîni m ji bo ez nêrîna wî li ser ŝoreŝa Tûnisî  nasbikin ûka di nêrîna wî de wê ŝoreŝ bi ku de here. Ma gelo wê ev ŝoreŝ bighe cem me yan na. û ka em dikarin çibkin hege ku ŝoreŝ giha welatê me..

Çaxê ku min ew dî û min dî va ew jî wek me difikire ji lewma min rabû jêre got: ka ez û te dikarin bi hevre çibkin div ê rewŝêde.. em li ser sekinîn û em bi hevre gihane vê yekê: wê  ew li Dêrika Hemko karbike lê gerek wî pir haj ji xwe hebe û çênabê ew ji kesîre bêje  min û wî ev kar daye ber xwe. Wê ji xortê xweyê Dêrikê re bibêje emê kar û bara xwe bikin û heger ku ŝoreŝa welatê Ereba giha cem me da ku em amadebin jêre.  Û heger ku jê hate pirsî ma em tenê emê çibkin.  Wê ji wanre bêjê di wê demê de wê hebin ku alîkariya me bikin.

Ez vegeram Qamiŝlo min xortê me yê koma Qamiŝlo dîtin û min ji wanre got: ez wisa mojil dibim ka hûn çi dibêjin. Ji ber ku xortê me yê komê li cem min ciyê baweriyê bûn ne xasim yê ku min ev çîrok ji wan re gotî. Xorta xwe da ber her tiŝtî û ji min re gotin: çaxê tu bibêjê rabin emê rabin. Lê wê çaxê Nesredîn bavê Raman li Ŝamê kardikir.  Lê ez û wî em bi hevre daxivîn û ewî dizanîbû ez li Qamiŝlo çidikim û min dizanî ew li Ŝamê çidikê û her serê demakî me ji hevre digot: Tiŝtê ku me kirî

Di van rojan de em gelek cara ez û Ciwan û (R) û  (H) me hev didîtin û me rewŝ giftûgodikir û pirê cara me li mala Ciwan hev didît û em li ser ka wê ŝoreŝ piŝtî Tûnis bi kude here.  Ciwan got: ez dibêjim wê ŝoreŝ berê xwe bide Mexreb û wê welatê Mexrib Erebî tev hilweŝin û ji nûvre dibê ku berê xwe bidê me. Dibê ku ne ji zanîna min be lê min wisa got: ez bawerim ku wê ŝoreŝ ji Tûnisê berê xwe bide Misrê û piŝtî ku birastî jî berê ŝoreŝê kete Misrê. Di virde baweriya min kur tir bû ku wê ŝoreŝ berê xwe bide welatê me. Ji lewma min bihtir karê xwe xort kir û piŝtî çend roja cardî min ji (R) û Ciwan xwest ku em hev bibîn in.

Cardî me hevdû li mala Ciwan  dît. Ciwan ji min re got: yaxî tu me kumdike û tiŝtek li bate nîne. Min jêre got: na li cem min heye lê xuyadike hûn sistin û hîn hûn bawer nakin ku wê ŝoreŝ bighê me. Mane va Ŝoreŝ giha Misrê  û ez bawerim ŝoreŝ nema disekinê wê ji welatekî xwe berde welatekî ta ku li welatê Ereba tevî bi gere. Bi rastî ev baweriyê Ciwan û (R) jî bûn. Ji lewma min ji wan re got: ez dibînim ku pêwîste em dest bi karê xwe bikin û em ŝanê razayî çêbikin û çaxê ku dem hat em wan ji xew rakin. (R) jî bawer bû bi vê nîrîne. Lê tim (R) di xwest ku ew veŝartîbe û em hiŝkere bi xebitin. Me li ser vê bi hev nedikir. Lê Ciwan cardî got: ez ne bawerim bi ŝanê razayî  ji ber wê bibe wek rêxistinekî û wê zû were hiŝkerekirin beriya ku em karibin tiŝtekî bikin.

Min ji wanre got: min li Dêrika Hemko destpêkiriye û hûn bi a min bikin emê destpêkin. Bi  rastî em gelekî li ser vê rewŝê di sekinîn lê em ne dighan tiŝtekî.

Min ji wanre got: heger ku hûn xwe nedin ber vî karî yê min ezê bi tenaxwe bikim. Ez dizanim ewjî weka min di xwazim lê tenê em li ser rengê kar li hev nakin û dibê ku ez hinekî ji wan bi leztirbûm..

Ew bûne sê lê ewjî bawer bûn ku Ŝoreŝ wê were û gerek em jêre ŝiyarbin lê me li ser rengê wê ŝiyariyê li hev nedikir. ji lewma her serê sê çar roja em li hev di rûniŝtin û me qirik û gewrî li hev zi wa dikir.

Ciwan ji min re got: baŝe ka tu çi di xwazî. Min jê re got: ez bi zelalî dibêjm ez di xwazim karekî bikim. Ji be ez dibînim dem jime dibûrê û li benda me nasekinê. Cardî Ciwan ji min re got: tiŝtê tu di xwazê em bikin hîn zûye û ez di tirsim em têde ŝaŝ herim û wê çaxê em nikaribin ŝaŝiya xwe ser rast bikin û nema baweriya xorta bi me werê. Ji ber çaxê ku niha em girûpê xorta çêbikin wê ev xort bi gotina tinê razî nebin û wê sar bibin û sar bûna xorta qet nebaŝe di vêdemê de.  (R) ne xwazê ew di pêŝiyêdebê lê ji min dipirsê ka çi xortê te hene û ez jêre dibêji  xort hene bê ku ez hijmarekî jêre bêjim. Madem ez hijmarê jêre nabêjim ew jî pê nebawere. Dawî me li hevkir ku em (E) ji Dêrikê bibîn in.

Û min ji (E) re got: were Qamiŝlo lê min roj jêre negot: rojekî (E) hate Qamiŝlo mala min lê Ciwan wêrojê ne li Qamiŝlo bû. Min ji (R) re got: were mala min va mêvanek heye û di xwazê te bibîne. (R) hat û em li ser vê ŝoreŝa ku wê bayê wê li me bixe axivîn bi kurahî. Xuyakir ku (E) ji min bi leztire û xwest ku em di cîde destpêbikin û pirojeyekî û rijîmek navxweyî binvîsîn in û em civatekî li ser vê çêbikin heger ku ne seran serî Sûrî jî be lê gerek seran serî parêzgiha hesekê be. Lê got: beriya vê gerek em hersê herin Dêrikê ez û Ciwan( R) Û bi ŝertê ku pirojeyê me zelal be.

Piŝtî ku Ciwan ji Ŝamê hat û me hevdît û min jêre got: va ev di navbera me û (E) de çêbûye û (R) jî di rêya xwe re jêre gotibû.

Ciwan ji min û (R) got: hûn di zanin ku bavê Raman tiŝtin baŝ li Ŝamê çêkirne û wê ji mere bibin bingih di paŝerojê de. Li vir min jêre got: va tujî weka min dibêje.. Ciwan ji min re got: ez berê bawerim bi tiŝtê ku tu dibêjê. lê tu ji min bi leztirî li ser kar..

Piŝtî çend roja ew rûniŝtina me û tiŝtê ku di navbera me û (E) de çêbûyîn li nav hin xort hate gotin: û (S) diçe ji (R)re dibêjê min bihîstiye hûnê karek  wisa bikin. (R) di cîde bi min re axivî got: ev çima hevaê te wisa gotin xwe tê de nagirin va ji nihade tiŝtê ku me li mala te gotî derxistin ka emê çawe karê mestir bikin. Min jêre got: ez bi vî zilamî bawerim û ez yeqîn nakim ku wî ew gotin derxistibe lê ezê jê bi pirsim.

Min rabû (S) dî û min jêre got: ev kî ji tere gotiye tiŝtek wisa çêbûya. Wî ji min re got: (F) ji Dêrikê ji min re gotiye:  

 Ez çûme Dêrikê û min ji (E) re got: çima te wisa gotiye mane me ji tere gotbû gerek ev tiŝtê ku em bikin gerek pir veŝartîbin. Lê va te ji nihade derxist û xorta dilê xwe girtiye.(E) ji min re got: min qet min ji kesîre negotiyê lê dibe ku (F) gotiba ji be ku min û wî I vir dest bi kar kiriye û ew yek ji hevalê meye û dibê ku wî ji (S) re gotibê ji ber ku herdû gundiyê hevin..

Ez hatim Qamiŝlo û min civatek ji hevalê xwe xwest û em li mala (H) rûniŝtin û min ji wan re got: (E) tiŝtek ne gotiye yê gotî (F) ji (S) re gotiye û ew jî ne ji tiŝtekî hatiye gotin.

Cardî em hatin ser ka emê kengî dest bi kar bikin. Lê vêcarê me got: dem hat û me bajar li hev parkrin û piraniya bajê ku kurd lê hene ji bilî herêma Hesekê gihane min û Ciwan ji be ku em ji herdû hevalê xwe yên dî bihtir valebûn û nexasim Ciwan di komîta mafê mirpvan de kardike..

me got: va ye ser sal hat emê piŝtî ser salê dest bi karê xwe bikin û civata me bi dawî hat û em ji hev bela bûn..


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark