Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pīrozbź li gelź kurdistanź serxwebūna Bažūrź Sodanź

 


Diyar Ehmed

Di kevniya pêvajoya dîrokê de giraniya nîrê sitem û zordariyê gelek caran dirêj dikê.rijêmên sitemkar xwîna belengazan dimijin,ked û karên wan didizin,dilê perîžanan diguvêžin û pêre pižta wan dikelêžin.
rijêmên zordar jîn û jiyana mirovan dikin kerafî,nahêlin ew rojên xwež û gež derbasbikin,çavan bi rehetî bineqînin,bi êmnahî û aramiyê žabibin,xewin û xeyalên wan bi saxî divežêrin,gula xortaniyê ji wan direvînin.


Hižemendî û kiryarên rijêmên kedxwar rewža civakê dikin daristaneka vekirî,hemî tižtî tevlî hev dikin,hevsarê her tižtî berdidin,destê rêgir û nijdevanên çekdar dirêj dikin,serê nanxwerên bêkêr mezin dikin, rewižt û tîtalan binpî dikin,mirovan ji teybetmendiya wî weke ku mirove,xwedan nameye,serbixweye,bi hiž û ramane dûr dikin,agirekê bê dû pêtêxin,ter û hižik bi hev re dižewitînin,tevna dilsarî û xemkêžiyê saz dikin,asoyên rojên tarî,pêžerojeka rež di serê mirovan de diçînin,erd û esmanan li ber wan teng dikin,derê gorên komkujiyê ji wan re vedikin,golên çiravê dikolin,serkaniya gemarê der dikin,rûbarê qirêjê vedidin,jiyanê li ber wan dikin dojeh û goristan.
Rijêmên kedxwar jiyanê li mirovan dikin zoxerat,sêkeratên mirinê di dawetên cinan de ji wan re lidardixin,hêviyên wan çengo dikin û li ber lehiyeka xurt û dijwar ber didin,xewnên wan di dergûžan de difetisînin,tevî rengê tawanên destdirêjî, mirin û kužtinê di ser serê wan re diborînin,mirinê tenê ji wan re dikin xelateka zêrîn û  hêviyeka bergir.
Rijêmên sitemkar binyata komelgehê diderizînin,kelžan li jêrxana abûrî dihêlin ,tehlî û tariyê li her derî direžînin,nêrîn û ramanên xwehir û genî belavdikin,rîsê birçîbûnê,bêkariyê,çavnebariyê,seržoriyê,xemsariyê,talankirin û diziyê badidin,dezgehan wêrandikin,serdestiya kesan xurtdikin,deriyê jiyanê li xelkê digirin, û jiyanê li ber wan dikin tarî û dûman.lê belê,di nava wê hevrikî û kêferata mirinê de,çirahilgir û cefakêžên dilgerim,dildar û daxwazvanên civaka ronak li ber xwe didin,kefenê xwe li ser darebestê didurûn,hevîrê êž û xeman distirin,çîrokên derd û kulan di kaniya dilê birîndar de dipêçin,bêhin ferehiyê dikêžînin,xwe diparêzin,zora sitem û kedxwariyê diborînin,gurbûna hêlma omîd û hêviyan bi pêžerojeka gež û xwež di dilê wan de na rawestê,çirûskên bêrîkirina bi azadî û rizgariyê di hižê wan de venamirê.
Lê belê tevî vê jî,jiyana sitemkar û zordaran çiqasî dirêj bike,darê pêstûriya sitem û zordariyê çendîn sitûr û qayîm bibe,ji wan re nadomîne,berdewam jî nake û ew sernakevin.ew agirê ku wan pêxistiye, dawiyê bi bedena wan dikeve,li dora ser û guhên wan vedigere,ew û zarokên xwe,ew û xizmên xwe tev de bi wî agirî tên žewitandin.na, ne ev tenê jî,lê pižt re nevî û nevîçirkên wan jî bi terafa wî agirî têne sotin,jiyana wan žûn de vedigere,cihê rojên wan yên xwež žûnmayên kavilên rojên rež rûdidin,malê talankirîn û dizîn ji dest wan derdikevê,dibin sêwî li sikak û kolanên biyaniyê weke parsekan digerin,rûrež û žermezar dibin,bê rêz û siyanet dijîn.eve serbora tevaya serwer û serkarên rijêmên dîktator,sitemkar,mafxwer,zordar û kedxwar di dîroka kevin û nû de.gelo ma serwer û rêveberên  nû,dîktator û sitemkarên mayîn li dora xwe na nêrin,li pêžeroja xwe  û zarokên xwe na pirsin…???!!!.ma wê kengî ji xewna xwekujî û diziyê,û ji xewa mirinê hižyar bibin…???!!! Û welatê xwe ji diz û talankeran rizgar bikin,bêkarî,gendelê û dilsariyê nehêlin,tovê dîmoqrasî û wekheviyê di civakê de belav bikin,dadmendiya civakî pêkbînin,yasayê cîbicîbikin,xwe ji bahoza vîn û kîna hejaran biparêzin,serê xwe û zarokên xwe ji kužtin û darvekirinê dûrbikin,û hêdî ne Kevin xewin û gumanan ku alîgir û dûvelankên wan,top û tangênt wan,mal û semyanê wan,yan jê  girêdan û têkiliyên wan,wê bi Karin ji wan re bibin pižt û wan bi parêzin.dema xewnan çû,her tižt ji dest wan derket,bila çavên xwe vekin,li mafê miletan û çarenûsa wan xwedî derkevin,li dîroka gelan vegerin û teybetmendiya netewan berçav bigirin.îro cîhan piçûk bûye,bayê guhertinan bi xurtî dibarê,sitembar û renckêž mafê xwe didêrin,ewrên tarî ji hev vetqetin,peyîza rijêmên dîktator va hat,pelên dara wan yek li peyî yekî diwerin,asoyên rojên xwež diyar dibin,deriyê hezarên rêya li pêžiya çareserkirina mafê miletan vedibin,niha va dadmendiya civakî pêktê û rê li ber rastiya mafê mirovan serast dibê .pêr serxwebûna Teymor Alžerqiyê bû,duhî ya Kosova bû,va îro Bažûrê Sodanê rizgar bû,sibe dora Kurdistanê ye.pîrozbê li gelê kurdistanê serxwebûna Bažûrê Sodanê.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark