Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa (1932 – 1992)

 


Konê Reş

      Di dawiya sed salên 19 an û despêka 20 na de, kurên Cemîl Paşa di nav rewşenbîrên imperatoriya Osmanî de, ji yên sereke dihatin hejimartin, hem jî têkilîyên wan bi malbatên kurdperwer re li Diyarbekir û Stenbolê hebûn..
   Li piştî ku destûrê 1908 an hate deranîn, kurên Cemîl Paşa jî bi welatparêzên kurdan re wek: Bedirxaniyan, Baban û Şemdînan, xebat û bizav kirin, da ku navê gelê kurd wek gelên Yûnan, tirk û Ereb bilind bikin û wiha doza mafê gelê kurd li Sultan kirin.


   Di sala 1912 an de " Omerê Cemîl Paşa (1, bi xwendekarên kurd re li Stenbolê, yekemîn komele ji xwendekarên kurdan re bi navê " Hêvî " damezirandin, hingê ew serokê komelê bû, hem jî dostanî bi hin kesên gelên bindest re danîn wek Ereb, Yunan û Ermenan..

   Lê ku em vegirin ser kurê Cemîl Paşa yê din "Qasim" ku dibe kalikê "Dr. Qasim Miqdad" emê binerin ku " Qasim beg " ji kurên Cemîl Paşa yên mezin bû, camêr ne kêmî birayên xwe bû, belê ji gişa bêtir barê mabata Cemîl Paşa bi xwe ve hiltanî û di berde dixebitî. Dîwanxaneya wî di bajarê Diyarbekir de, ji her çar dîwanxanetên din bêtir bi mêvan û dan bû, hem jî welatparêzekî dilêş û xemgînê welatê xwe Kurdistanê bû..
   Dema ku serok "Wilson" her 14 bendên xwe di sala 1917 an de li cîhanê belavkirin "Qasim beg" bi alîkariya kurdên welatparêz wek: Dr. Evdella Cewdet, Dr. Fûad Hac Ibrahîm Efendî û Memdûh Selîm Beg komelek kurdî bi navê " Komela tealî kurdî "di bajarê Diyarbekir de damezirand.. û gelek şaxik jêre li bajarên rojhilatê vekirin. Hem jî dan û standinek bi komelên Kurdî yên Stenbolê re çêkirin, hingê Qasim Beg hate bijartin ku ew serokê komelê be li Stenbolê.
   Lê ku em vegirin ser kurên Qasim Beg, emê bi nerin ku sê Kurên wî hebûn, Şemseddîn, Ekrem û Miqdad:
   Şemseddîn: Li Siwîsra, bajarê Lozanê, bi bira û pismsmên xwe re xwendina xwe dikir. Dema ku şerê cîhanî yê yekemîn destpêkir vegerya tirkyê û beşdarî di şer de kir, ta ku di sala 1916 an de giha Dêrazorê û di eynê salê de çûye ber dilovanya Xwedê.
   Ekrem: Wî jî bi birayên xwe re li Lozan dixwend. Di destpêka şerê cîhanî de vegerya Stenbolê û tevî tevgerên kurdan bû. Û pir kar di komeleyên kurdan de kiriye.
   Di sala 1919an de, bi mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan re, di gel mêcer Newêl yê Ingilîzî re li Kurdistana bakur geryane, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin, berî ku peymana Sîverê bê mohrkirin di na bera hevalbenda û dewleta Osmanî de.
   Di sala 1925 an de, têkiliyên Ekrem beg bi Şoreşa Şêx Seîdê Pîran re hebû, bi hilweşandina şoreşê re, Ekrem beg li Stenbolê hate girtin û navî wî hate xwendin bi darvekirinê.. lê bi hêza zêran hate berdan..
   Miqdad: Bavê Dr. Qasim, ji kurên Qasimê Cemîl Paşa yên biçûk bû. Dema ku şerê cîhanî yê pêşîn, herdû birayên wî û pismamên wî ji Ewropa vegryan tirkyê, hingê rê ji ber xwendina wî li Ewropa hate birîn, vêca bavê wî, ew li Diyarbekir û Stenbolê bi xwendi da. Lê mixabin, vê dawiyê û bi taybetî piştî şoreşa şêx seîd efendî, cî û war li tirkyê ji ber wan hat girtin, wan jî xweş naskir ku nema bi hêza zêran karin hikûmeta Mistefa Kemal Paşa bixapînin. Hingê jî, Mistefa Kemal paşa navê wan ji Cemîl Paşa guhertibû bi (Cemîl Oglo), vêca ji neçarî Miqdad Beg bi birayê xwe Ekrem Beg û bi pismamên xwe re wek: Qedrî Beg (2, Mihemed Beg (3, Bedrî Beg (4, Wecdî Beg... hwd, di Adara 1929 de binxetî Sûriyê bûn.
   Wiha tev bi zarokên xwe ve, li bajarê Derbêsiyê û Hesekê kom bûn. Di wê navê re komela Xoybûn li Bêrûtê di sala 1927 an de hatibû damezirandin, vêca tev bûn endamê wê komelê û xwe ji şoreşa Agirî re amedekirin ku ji sînorê Sûriyê ve êrîşî tirkan bikin, lê mixabin ew pilanên wan jî beravêtî derketin.. Di wan salan de eynê sala 1932 an li bajarê Hesekê, xwedê kurek da Miqdad beg, navî wî kir Qasim, li ser navê bavê xwe.

Dr. Qasim Miqdad
   Dr. Qasim, biçûkanîya xwe li bajarê Hesekê û gundê Tehlikê bûrandiye ta ku temenê wî bûye 8 salî. Hingê bavê wî mala xwe barkirye Şamê, wiha wî xwendina xwe ya seretayî, orte û bilind li Şamê bi dawî aniye. Di ber re jî, fêrî gelek zimanan bûye wek: Erebî, tirkî, Frensî, Ingilîzî, ji bil ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wan bû.
   Piştî ku xwendina xwe ya bilind di bijîjkiyê de, di zankoya Şamê de kuta kir, vegerya bajarê " Derbêsiyê " û lê kilînîkek vekir. Lê pir lê dom nekir û berê xwe da bajarê "Qamişlo" di roja 7ê Adarê de di sala 1963 an û têde kilînkek vekir û bi şev û roj, êş û nexweşiyên gelê Qamişlo û Cizîrê bi derman dida.  Wiha " 28 " salan berdewam kir di bajarê Qamişlo de, ta ku di roja (13-10-1992) an de çû ber dilovanya Xwedê.
   Di roja (14-10-1992) an de, bi guhestina termê wî re ji bajarê Qamişlo, ta bi goristana gundê " Dugirê " piranîya netewên Cizîrê, bi Kurd, Ereb, Ermen û Siryan ve beşdar bûn. Ew li kêleka Dr. Ehmed Nafiz Zaza bi çî û war kirin. Li ser gora wî çend gotin di pesin û şarezayiya wî de hatin xwendin. Ji gotina dawî a metranê Ermeniyan Antiranîk wiha got: (Dr. Qasim, sembol bû ji hevgirtina netewên Cizîrê re.. Pîroz be ji wî gelê ku ew jê ye..)
   Di çil rojiya wî de, tev netwên Cizîrê û girngtirîn kesayetiyên hukûmetê beşdar bûn, di gel dost, heval û mirovên wî yên ku ji Şam û Helebê hatibûn, hem jî gelek gotin û helbest hatin xwendin.
   Çima Dr. Qasim Miqdad bi vê rêxistina dûr û dirêj? Gelo ji ber ku bijîjkekî jîr û zana bû.? An ku ji mala Cemîl Paşa Diyarbekirî bû?
   Ev tev netêne, bi tenê tiştekî giring li bal peyda dibû, wî tiştî dihişt ku tev dost û hevalên wî jêre temene bibin, ew tişt; mirovantiya bû, wekheviya wî bû, cangoriya wî bû.
   Dr. Qasim, xwe di ser kesekî re nedigirt û kes jî di ser xwe re ne digirtin û qet rojekê ji rojan xwe bi esil û feslê xwe paye nekir, hem jî ne got, ez kurê Cemîl Paşa me û qet wî pîş bi paşnavê xwe (Cemîl Paşa) nekir. Tenê bi navê Dr. "Qasim Miqdad" di hat naskirin.
   Dr. Qasim, kes di ser kesî re negirt, ne got ev Kurd e, ev Ereb e, ev Ermenîye, ev Siryane û ne jî ev misilmane an filehe an Cihûye an Yezîdiye, tev li bal wek hevbûn.
   Di şevên zivistanî de, potîn dixist lingê xwe û bi dûv nexweşên xwe de diçû gundan û taxên dûr ji bajêr..
Pere ji xizan û belengazan ne distand, belê pirê caran bihayê derman jî, ji bal xwe ve dida wan..
   Mêr bû, ji kesî ne ditirsiya, ne ji Şêx û Keşan û ne ji hêzên dewletê û piraniya wan pêre dost û hevabûn..
   Dr. Qasim, merd bû, li malê dinyê negerya, ku geryaba wê niha çend qûnaxên wî hebûna.. ji ber vê merdiyê " 28 " salên xwe yên dawîn, di hotêla "Semîr Emîs" de libajarê Qamişlo, bi kurên " Baho " re li bajarê Qamişlo bûrandin..
   Raste jin ne anî û bê ku bedena wî şîn bibe çû ber dilovaniya Xwedê, wî jî ev yek dizanî ne ku ne dizanî, lê wî tev nexweşên ku diçûn bal wek zarokên xwe didîtin û di piraniya wan de didît ku tiştek ji wan nayê ji bilî çêkirina zarokan pêve, vêca pêwîst didît ku riya tundiristiyê şanî wan bide, da ku di pêşerojan de saxlem bin, û karibin tiştekî hêjayî ji xwe û yên dora xwe re pêk bînin.. Ji ber ku wî raman û xebata rast û durist di beden û laşê saxlem de didît. Ne di yê nexweş de. Vêca  dixebitî Ku laşan saxlem bike, ne ku peran bi dehev wek doktorên me yên roja îro..
   Wiha, di wê navê de, jin jibîr kir û xwe di navbera mirovhezkirinê û mirovparêziyê de winda kir..
   Dr. Qasim, pir jîr û zîrek bû, wek me got, hem jî di warê ilm û zanînê de, kêm kes di sûrî de wek wî hebûn, mirov ne dizanî, Dr. Qasim, bijîjke, an dîrokzane an.. Kêm zêde di her warî de xwedî zanîn bû, bi gotina dostên wî yên nêzîk ku ji min re gotin û di baweriya min de jî wek ku min ew naskir: "Dr. Qasim Miqdad ansîklopîdyake li ser dû lingan bû.."
   Dr. Qasim di warê kurdayetiyê de ne çav girtî bû, belê bi dû saloxdanên tevgera kurdî de bû û di salên dawîn de hêviyên wî bi Kurdistaneke rizgarkirî mezin bû. Tiştê jê dihat xwestin dida û dikir.   Mirov dikare wî bixe rêza wan doktorên ku canê xwe gorî xaka kurdistanê kirine wek: Dr. Evdulla Cewdet, Dr. Fûad, Dr. Ehmed Nafiz Zaza û hin din..
   Di bawerya min de çi mirovê ku di jiyana xwe de bibûre da ku jiyana kesên li dor xwe xweş û geş bike, ew mirov mêre û çi mirovê ku êş û nexweşiyên xwe jibîr bike, bi êş û nexweşiyên xelkên li dor xwe ve dakeve, ew mirov giranmêre, hêjaye pesn û şabaşan..
   Dr. Qasim, yek ji van giranmêran bû, camêr jiyana xwe tevde diyarî gelê " Cizîrê " kir bi tev netewên ku têde dijîn, çi Kurd, çi Ereb, çi Ermen û çi Aşûrî û qet rojekê ji rojan li ola mirov ne pirsî, Mislmane an Filehe, Cihûye an Ezidiye, bi tenê berguhka wî di guhên wî debû û destên wî jenên nexweşan dihejmartin.. Wiha bi jîr û zîrekiya xwe raport û lîstên dermanan ji nexweşên xwe re dinivîsandin. Pirê caran nexweşên wî bi dermanên wan lîstan rehet dibûn, bêtir ji dermanên lîsteyên doktorên " Şam " û " Helebê "  yên bi teybetî. Sed rehmet li giyanê wî biba re, bihişt cî û warê wî be..


Ev wêneyê gora Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa ye li gundê Dugirê.

Perawîz û jêder:
1 - Ta roja îro zarokên Omerê Cemîl Paşa li dervî kurdistanê dijîn, nemaze li Edirne û Stenbolê wek: Dr. Farûq û Dr. Cemîl û Kemal Sahib..
2 - Qedrî Beg (Zinar Silopî): Di sala 1946 an de wek nûnerê Kurdên Binxetê çûye Mahabadê bo pîrozkirina  Komara Demoqrat a Kurdî, zarok jêre nebûn, ew xalê Dr. Qasim bû.
 –  3Mihemed Beg di dawiya sala 1992 de li gundê xwe )Dade Ebdal) çû ber dilovanya Xwedê, nuha mala kurê wî Mistefa Beg li eynê gund dimîne, nêzîkî Serê Kanyê ye.
 –  4Du kurên Bedrî Beg li Sûryê dimînin yek Dilawer e, dermanxaneyek wî li Helebê ye, yê din Welîde li Şamê akencîye.
5 - Qedriyê Cemîl Paşa (Zinar Silpoî) – Doza kurdistan (bîranîn) bi zimanê Erebî.
6 - Dr. Celîlê Celîl: Nehdet elekrad elseqafiye we elqewmiye 1984- bi zimanê Erebî.
7 - Kamîran Haco, dîrok û şax û paxên dara malbata Cemîl Paşa ji devê Dr. Qasim girtibû û nivîsibû, tev dane min..
8 - Di her dû salên dawîn de têkilyên min bi Dr. Qasim re hebûn, pirê caran min pirsa malbata Cemîl Paşa jê dikir û wiha ez serwextî gelek nûçe û pêzanînan li dor malbata wî bûme.
 
Not: Ev gotar berî dor 19 salan hatiye nivîsandin.

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark