Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tsonamiya guherînan li bakurê Efrîqiya û rojhilata navîn ya Erebî ji navkutka dilê kolanê pêldaye,

 


bayê şoreşa ciwanan sînorên ji pola nikder kirine,
Wisa jî vîna cemserê gelan sawa tundutûjiya rêjîmên diktator şikandiye û li cîhanê dengvedaye

Mihemedê Seyid Husên

x -1-
        Bê gumane ku guherînên cihanî nejixweber ango awîne hatine, lêbelê ji encama dîrokeke dînamîkî û demdirêj, rêbiwarî çand û pêş ve gavdana civakên navnetewî, ji gel hevrikiya şaristanî, aborî û çandewarî, ya berjewendiyên nakokîbar werde werde pêkhatine, cûrbecûr û cudaxwz di gelek qûnaxên hestiyar de derbasî karubar û pêdariyên mirovaniyê bûne, ji pêkîna dezgeyên zendegî ve,


mirovanî bi şêweyekî xweristiyane pê vepê bi hêla nûjeniyê de xwe guhertiye, êca piştî ewqas çerx û dewran îş, kar û çareserkirin, nema bi dezgeyên kevnar û kilasîk dimeşin, mirovanî gihaye rasteqîneke camîne, li ser binemayên zanistiya hemdemî pêşerojê dixwîne, reş û sipî ji hev cuda bûne, neryana pîlanê û fistoqiyên bergumanî nema perakî tînin, ne heyf û xebînetê nemaze ku zirsawêr û aşopiyên derewîn, li ber deriyê çerxê 21 ê, li hemberî mirêka zelal, li gel daşûriya heleprîna gelêrî mirar çûne, xewnên gulvedayî yên helawêstî ji kerîneka guhên ajan, sîxur, xinizkar û qelawizan îro-roj tewşewar terqiyane, ji ber ku mirovanî qûnaxeke pir hestiyar û tavilî dijî, di bin sîwana yasayên şerewerî û hemdemî de hin bi hin perwerdeyî çanda wekheviyê dibe, hemî kêşeyên razayî yên netewî, çînî, aborî û olî ji nû ve şiyar bûne, mirov bi navnîşanên biroqonkê nema şaş dibin, bi zirsozên hingivînî û gernejîna qêlqn hîç qayil nabin, herweku li welatên mîna Sûriyê ku bi yekcarî binaşeya yasayên serwerî, dadiya komelayetî, binemayên dirustkarî kêmpeydane, wisa ji hemî civakên navnetewî tenha li Sûriyê yasayên şaredarî bê sîk hatine, loma dema ku hemwelatî serê xwe bo azadiyê radikin, rêjîm yekser şêwazê ewlekarî û kujtina rêwefermî rêbaz dikî, bi yekcarî tengî çarenûsa siyasî û guftugoya aştiyane bi gel re nabe, herweku xweş dizane ku herdu çareserî dawiya wê tînin, çiku ji serî ve bêjî zane, ji ser pişta Tankê desthilata welat vegirtine, lê hema ji ber ku her çax û dem, tenha gel bi serê xwe çêkroxê şoreş û berxwedanê ye, ca teqez dê di rojeke pirnas de, rêjîma noker ji ser kursiyê destelatdariyê bavêje ser tingê dîrokê.
    Ku mirov mîna êşnasekî li rûdanê bi şêweyekî hûrbînî, ji hemî hêlekarên zanyarî û dîrokî ve baş lê vekole, li ser terezûya ramanî û bîrekariya siysî pêşerojê çaktir xûm bike û binirxîne, hindekî bişûn de vegere, serdema ku gelên herêmê, ji encama herdu cengên cîhanî yên mezin, nemaze ku serxwebûn û azadiya xwe radest krirne bibîr bîne, şaktir jî zixt û zewrên ku rêjîmên diktator, bi serê hûrgelên bindest anîne raçav bike, çendî tîre, çîn û hemî derbirînên civakê, ji ber kiryarên sitemî û çewsane yên rêjîmên radîkalî tengijî û pifdayîne, di heman bafîkê de ku mirov dîroka civakên Ewropayê berya zêdeyî 7-8 çerxan bixwîne, li dora 300 salî kasolîk, ersozokis û pirotistantan hevdû qirkirine, li dûv wan gelên Ewropayê dijî Qiral û Qeyseran raperîne, bi lehiya xwîna sor xaka welatên xwe avdane, tanî ku di encamê de azadiya xwe qezenc kirine, di sala 1250 î de yekem care ku perlementoya dîmuqrasî, ji gel milletê Ingilîzî hatiye hilbijartin, bi şêweyekî rewa û sîstematî rûniştiye, wisa jî gelên Ewropa yek li dûv yê dinê azadiya xwe bidest ve anîne, helbetî bi hezaran giraw û gorî qelenê azadiyê danîne, ji nêz ve civaka navnetewî bi giştî, dawiya cenga sar li ser destên azadîxwazan dîtiye, paşê bê çawa cemserê gelan bo heman azdiyê serê xwe rakiriye, li her pênc parzemînê gerdûnî hûrgelên mîna Kurd, xwazgîniyên azadiyê bi şayenî mujde û mizgîniya wê pêşwaz kirine, wisa jî dîrokê bo qûnaxê govanî û bîneriya xwe pelge krirye, bê şerm û fedî li kiryarên riswa yên faşîzma noker mikur ahtiye, herweku îro-roj li welatên Ereban li bakurî Efrîqiya û rojhilata navîn, piştî 760 salî lehiya gelên azadîxwaz ji nû ve, li kolana rêjîmên radîkalî û diktator herikîne, hemî kiryarên gendelî û çewsane pirotisto û şermezar dikin, hîç ne ji bo ku ala welatê xwe biguherin, lêbelê ji bo ku di bin siya azadiyê de ala welêt bilind û helmût li babikin, herweku gereke rêjîmên dagîrker li bûneweriya Kurd mikur bên, ala netewî weke sîmbol di cejna newrozê de, bo gelê Kurd di aheng û helkeftan de pesende bikin, lê mixabin ji mêj ve ziman û kultûra kurdî li gel heyîna wî dane mandelê, tanî bi birayetiya kurdî di ola misulmatiyê de, di sînordaşiyê de pesende nekirine, wisa rê nedane ku Kurd di rêga enternêtê de jî raperin, dengê Kurd di helwesteke lawaz û derfeteke mirî de jî napejirînin, ango bi şêweyekî awîne payeberziya xwedbîniya xwe, ji destê kelevajiyên xwe bi derdane, û li hemberî cegrdsriya gel têkçûyî beravêtî kirine.
    Diyare ku rêjîma sûriyê le akama evînyariya Kursî tewşedînî bûye, şaşwar, bîrteng û kurtebîn ketiye tolaqa regezperestiyê û werb xiliqiye, wisa jî diwêre ku xwe ji cîhanê fer bike û çepuçûran li ser pişta zavê Erebisalmî bide, xweş bawer bûye ku dê di kişwera xwe ya xewnedar de sermedî û xenêmayî bimîne, çi bi serê miletê xwe di hindurû de bike, kesî pîş pê nine, wê bi zêruzeber jê re derbas bibe, hîç ne di bala wê deye ku stûbariya sîpahên Sûriyê, welat û milet ji dijminê derve biparêzin, lêbelê bo ku di hindurû de miletê xwe ketuber biperçiqîne xwedî kirine, herweku îro-roj xwepêşandêr û şermezêrên aştiyane bi xwîna sar bikuje, wisa jî dê saziyên mafê mirovan û medya cîhanî, destên xwe deynin ber rûyên xwe û bêdeng seyr û guhdariyê bikin, hîç bo wan negengaze ku erkên mirovaniyê xemsar bikin, dîsanê çi pêve ye ku gelê Sûriyê di nav pencên dêwên kujer de bê han û halan bimîne, tenha bo ku xwe di nav mêrga welat ya naraz û pîtdan de biperixînin, wan hîç îş bi pêlên guherîna yên ku herêm ji berê ve daye ber xwe nine, ango ji binî ve xwe pê hest û hay nekirine ku ew jî pê watedarin.
    Di baweriya min de dema koletiyê û qedexekirina peyvê, destelatdariya totalîtarî û qilixdariyê çûye, nema vedigere ji ber ku cîhan gihaye qûnaxa cenga eliktironiyatê, lê hêj wan serê xwe di nêv çixirê de veşartiye, îro-roj xwediyê mobaylê di bêrîka xwe de, saziyeke medya gerdûnî gewde dike, dikare hemî rûdan û kiryarên riswa ragihîne cîhaniyan, razên taybet û nependiyên devgemkirî û rastîveşêran eşkera bike, herweku rêjîma Sûriyê xwe bi siyaseta derve ya qaşo welatparîzî, helwesta keleha berxwedanê dipesinîne, wisa li ser pişta tazî û birçiyan, perîşan û belengazan, hindurû kiriye qurbana derve, bi wateya ku gel û hatina welat bo vemana xwe erzan firotine, xwedêgiravî sînga xwe kiriye ya dijminê xedar, lê ta ku jê hatiye civak di hindirû de pelekut kiriye, ji her tiştî di jiyanê de bêpar hiştiye, vêca dema ku rêjîma Sûriyê di biwara pirotistêran de, pilan û destêwerdan derve sedbare dibêje, wisa çavkaniyên medya cîhanî ji navkutka rûdanê dûr krine, mebesta wê ya serete ku xwepêşandêran di lorîkê de bêdeng bike, wisa bi kavşkî dê du çûkan bi kevirekî bikuje, bi wiha reng dê rola gel xemsar bike û hemî xwezyarên wî bi derengî bixîne, ya dinê dê  bi asayî derfetê ji xayiz ve, ji ciwanan bistîne û ketuber wan ji berê ve bikuje.
    Rewanbêjeya têgehê derbarî bûyerên wa giran di kurtasiyê de rûniştiye, lewra ji pêçeka yadiyên ezmûnedar, nerîn û helwestan bo siberojê radigihînim ber destên xwêneran, herweku niwînerekî pêşewa ji desteya dîmuqrasî li Kongirêsa Emerîkî dibêje: nizanim hûn çi ji rêjîma Sûriyê dixwazin, ê va bûye nêzî 40 salî û ji şekir taltir ne ji me re, ne ji Israîlê re negotiye, li ser pişta Colana vegirtî zêdebariyên siyasî dikirre û difiroşe, tenha bo ku temenê xwe li ser kursiyê şahanî dirêj bike, fîşekek di eniya Colanê de neteqandiye, tepiskek di Israîliyan de wernekiriye, Hemas li Xezê ji fetih veqetandiye, piştî ku ji Libnanê reviyaye, bi saya Îranê Hizbelah li şûna xwe mîrnişîneke Îranî rakiriye, wisa di encamê de rola Israîlê xurtir bûye, û ji hêla sînorê Sûriyê ve, pişt vekirî bê perwa û paxav tenah û xenimayî dijî, herwiha rêjîma Sûriyê tenha maye ku xwe ji miletê xwe di hindirû de biparêze, lê qet bîr bi şoreşa ciwanan nebiriye, nemaze ku ciwan û gel ji destê sitemî, çewisandin û bêkariyê, di hewpeymaniyeke destaneyî de hogirî hev bibin, ji mêj ve rabûdûyî û çavdariya rêvebiriya welêt dikin, ca bi vê raperînê hewl didin ku şaşiyên wê dirust bikin, û ji hindama xwe ve pêşewatiya tevgera siyasî bi hemî pêkhatên wê ve bikin, gelê Sûriyê bi giştî weke yê Tûnisê, Misrê, Lîbiya û Yemenê, serwatiya guherînan li giyanê ciwan pîroz bikin.
    Êca weku em ji ezmûneya jiyanê hîn bûne, dîrokê bi têrutesl serboriyên wê şanî me dane, naçare wê lawên îro bi kêrî xweztekên qûnaxa xwe bên, lewra gereke bê derengîxistin milet bi wan ve rabe, çêtire ku xwe bispêrin pêşewatiya kilasîk, ya ku zeman bi pîvanên berfireh tê re derbas bûye, ku poşman û liberxweketî bi kulm û hilmiskan neçin serê xwe, loma di heman helkeftê de Hemas gihaye baweriyeke bêveger, naçare ku dê rêjîma Sûriyê nêz-dûr li ser devê xwe birûxe, vêca yekser kaxeza lihevhatinê ya Misrî bi Fetih re emze kiriye, çiku ji encama şoreşên naverebî ji nişkave xwe li rastî dîtiye, çendî çîrok li ser terezûya berjewendiyan teqilandiye, çêtir dîtiye ku kêmaniya têkçûnê daqurtîne, û bi destpakî bersiva yekbûna navxweyî bê şerm û kêmanî bide, nemaze piştî ku Turkiya, Qeter, Si,ûdiyê û civaka navdewletî, bi zixt û zewrên sûclêbirînê qewar li rêjîma Sûriyê teng kirine, pêk ve jî cîyewaziyên nakokîbar û alozewîst, yên ku di navbera Necadî û Xameneî de çêbûne, û Ewropa bi giştî helwest dijî rêjîma Sûriyê girtiye, lewra baş têgihaye ku Sûriya hêlecana çûna bêveger dike, di encamê de dê Hizbelah jî weke hevpeyman, destê wê di Libnanê de ji toreyan bête birrîn, wê Îranê ji hawêrdorî kendavê ve bête dorpêçan, bi taybetî destêwerdana wê di hûrpîşên dewleta Behrên û hemî hûrpîşên naverebislamî de, nemaze ku bi şêweyekî eşkere hemelayî tîreya şî,î helwest girtiye, li ber dawî xweş têgihaye ku  şoreşa ciwanên Felestînê, dê hevbeşî buhara Erebî bi giştî bibe, û dê guherînên dîmuqratîk di nava civakên Erebî de cîbecî bikin, loma ji heman têgeha pêbawer Hemas dê hin bi hin xwe ji rêjîma Sûriyê daaweşîne, bi taybetî berya ku rêjîma Efleqî ji naçarî xwe bi Israîl û Emerîka bixurîne, tenha ji bo ku pê re hevparî gunehên ku nekirine nebe.
    Herwiha eger ku hemî kadroyên berpirsyar ji hindurû û derve, xwe ji geştiya rêjîmê bavêjin peravên tenahiyê, berya ku hêçepêlên raperîna gelan wan binav bikin çêtire, weku hêj hin hewl didin ku termê dîrokê, ji qûnaxa ragihandina lezgîn û cenga eliktironiyatê, bişûnde raguhêzin çerxê nemanê yê paşverû, ji heman têgehê bivê-nevê wê eydiyolojiya totalîtarî di welat de, bo dîrûzkirinê bi ya gel û nifşên nûhatî bête guhertin, ji ezmûneya 40 salî ve me zanî, ku rêjîmeke wa bi tekpartiyê û tekraweya destûrî û ramanên radîkalî, hîç nikare pêşewatiya gel di van mercên jorgotî de bike, loma rêjîma Sûriyê mîna mafya navdewletî seraqet rêbaza piropaganda aşopî garden kiriye, lê çiku werîsê derewan kine, vêca medya cîhanî û ya hindirû ew ji cil û bergên wê tazî kirine, dawudêlên wê li sere wê gerandine û qilopazî ew riswa kirine, bi yekcarî nexurede ku pêşewatiya miletê Sûriyê bi hemî tire, çîn û pêkhatên wî ve bike, ji heman astengên alozewîst têgihaye ku bê hevpeymanên mîna Hizbelah, Hemas û rêjîma Îranî ya radîkal, hişkol û tundrewî nema dikare temenê xwe li ser kursiyê destelatdariyê dirêj bike.
    Vêca dê bi hemî rêawayan tenha ji bo ku bi hêsanî karibe heyîna xwe biparêze, hatina welat û millet bê xirecir bidize û bi pûrisîne, pûre û yexme bike, wisa jî siyaseta derve bi tundutûjiya hindirû li ser pişta birçîbûna gel kiriye qurbana derve, loma Colan û Iskenderonê bo kursiyê şahanî, diyarî dane sînordaşên xwe Israîl û Turko, di encamê de helwest ji rêkeftinamrya Fetih û Hemasê, bi helwesta Israîlê re hevbest bûye, herweku rêjîma Sûriyê zixtê dide Hemas ku kaxeza Misrê Emze neke, wisa jî Netinyaho bi dilbarî ji Ebas dixwaze, ku piroseya aştiyê dê têkbiçe, tenha ku bi Hemas re rêkeftin-nameyê emze bike, loma baweriya millet bi yekcarî bi rêjîma Sûriyê nemaye, çendî fermanên rêwefermî bidine xuyanî, mixabin bi yekcarî hemwelatî ji wan bawer nakin, baş têgihane ku tenha tewlan didine bûgînê, ji bo ku xwe li ser kursiyê destelatdariyê biparêzin, vêca eger ku rast dibêjin û ji kula milet û welat ketine, bera dev ji kursî berdin û gel destguhêziya fermandariyê bi şêweyekî aştiyane ji nav xwe hilbijêre, lê pir daxe ku min nedîtiye, nebihîztiye, ne jî xwendiye ku rêjîmeke radîkalî, bi tekpartî û tekraweya destûrî destguhêziya destelatdariyê pesende kiriye, û hilbijartina perlementoya dîmuqratî û dadgeha serbixwe rêbaz kiriye.
    Xweş bawerim ku dê kolana Sûriyê û Libnanê hêmen û tenah bijî, tenha ku rêjîma Sûriyê pêwendiyên xwe ji Hizbelah. Hemas û Îranê bibirre, bi şêweyekî vexwendî û kûr dest bi dûrûzkirinê bike, li hemî hûrpîşên hindirû bi nûnerî û stûbarî vegere, guhlêdaneke taybet li hindirû bide babet û dabşên siyasî, aborî û abûneya civakî, helwesteke dadwer ji kêşeyên rojhilata anvîn bigire, di hindirû de jî kêşeya gelê Kurd li gorî guherînên dîmuqrasiya lîberalî, li gel hemî hûrtîreyên dîtir jî çareser bike, Colan ji hindurê piroseya guftugoya aştiyane li himaza welêt vegrîne, hinga dibe ku hindekî ji baweriya gel li xwe vegerîne, lê bedaxe ku dîsanê ji ezmûneya 40 salî, bi taybetî ku pilanên rêjîmê demdar ji hindirû dijî hindirû, bo berjewendiyên xwe yên tekakesane çêdibin, loma jî nema cemwir li kolanê dihedine, tanî ku rêjîmê ji hêmanên wê ve nerûxîne, derî li piştê bo guherînên hemdemî û dîmuqrasiya lîberalî vekirî nehêle.
    Gelo tevgera kurdî ya siyasî piştî bêtirî ezmûneya 50 salî, ji kar û xebatê sûd wergirtiye, ango mîna eydiyolojiya radîkalî hêj xwe neguhertiye, hêj baş tênegihîştiye ku bayê lezguherînan herêm bi giştî daye berxwe, ne jî penda keyslêhatinê bi gengeşeya cîyewazîbar ya navxweyî guhertiye, hêj di giyanê ezîtî û helperestiyê de xwe rapêçayîye, hêj bi xwedbîniya çanda hozperestî û evraya rêzikên gelêrî daketiye, hêj ji heman ezmûneya dîrokdirêj derfetên zêrîn mîna şoreşa medya birûskî raçengî xwe nekiriye, mixabin kevnarî û kilasîkiya Kurd ya paşverûtî û dîrokî hê jî ewe, bi kêmê ku ji destên dagîrkeran derdikeve pir qayile, hêj perwerdeyî çanda ku bi keda destên xwe şanaz û serbilind bibe nebûye, hêj hêviyên mezin di vê rêjîma bê bext û kedxwer de dibîne, li pêşerojê xewnên qedîfî li ser buhareke kizirî û mikûsdayî pê re ava dikî, bi kêmanî ku mîna Hemas li xwe deyne, destegul yekbûna navxweyî bi rêbaz û bername bide xuyanî, bo çavên xwazgêniyên azdiyê nemaze ku ji 40 salî ve xemsar û razayî mane, rêbaza yekgirtinê rêberiya hemî piroje û bernameyên pêşerojê bike, berî her tiştî hevparî biryara siyasî yan navendî di welêt de bibe, mebest û armanca serete bo wê ku mafê gelê Kurd yên rewa û egerseza, yên siyasî, çandî û civakî mîna netewa duyemîn di Sûriyê de  cîbecî bike, di serî de nasnameya netewî ya ku ji 1962 an ve jê hatiye kişandin lê vegerîne, kemera regezperestî ya Erebî bête hilanîn, xelkên wê ji gel dewletê ve bêne qeregoykirin, dîmuxrafiya kurdî ya dîrokî vegere weke berê, hemî piroje û yasayên ewarte yên nîjadperestî bêtin rakirin, yekmil û hevgirtî pişikdarî doz û daxwazên kolana Erebî bibin, naxwe ku Kurd hevparê biryara navendî ya siysî bûye.
    Baweriya min jî ewe ku çendî bizûtî rêvebiriya rêjîma Sûriyê koça xwe barbike, çendî wê herêm bi giştî ji tevdna destêwerdana wê, tenah, aştiyane û hêmen jiyana xwe bike, di serî de Libnan, Felestîn, Xelîc û destdirêjaya wê di hemî gireft û kêşeyên kurdistanî de, wisa wê di pey re sîstemeke dîmuqrasî lîberalî herêmê vegire, herwiha ku mirov ji nêz ve bibîr bîne, bê çawa bilez û bez Emerîka û Ewropa di hewara Kosovo, Bosna û Hirsik de hatine, Yoxislaviya yekgirtî ji hev pijilandine, bi hawara Corciya, Okraniya û Kzaxistanê ve bê derengîxistin hatine, hêj bo razmebest û armancên nepenî û mûrangirtî, dengê hewara gelê Sûriyê baş nebihêztine, çendî wê dîroka Sûriyê seqa û mercên wê hêmen û xweristiyane vegerin, nemaze ku bi şêweyekî rasteqînî berya şoreşên nav-erebî, li ser zemîna ketîwarî, rewş û pergala gelê Sûriyê ji hêla siyasî, abûrî û civakî ve dirûz kiribana, di serî de ku pêwendiyên xwe bi Îranê Hizbelah, Hemas û hemî rêxistinên tundrewî û tundutûjî re bibirîna, li civaka navnetewî û dadiya şarewerî vegeriyana, hemî gireft û kêşeyên rijhilata neverast tevlî Colana vegirtî çareser kiribana, belbî mûkî baweriya gel piştî 40 salên çewsane bixwe vegerandina, lê mixabin rêjîm hêj di bin tarîewrên neryana pîlanê de dijî, li yekrûyî reş û peşan li xwe pir dike, bi zergernejînan zirhelwestên berxwedêran welat ji êrîşên Impiryalîzmê û sehyoniyetê diparêze, di çaxê ku îro-roj bi taybetî piştî şoreşa xortan li ser duryanê tavilî maye, vêca ku bide ser kîjan xaçerêyê wê bi dawî bibe, loma naçare ku rêya tundutûjiyê bo xwe hilbijêre, lê di rastiya jîwarî de timî ji pîlana hindirû saw girtiye, loma demdar pilanan li ser serê hindirû digerîne, ji tirsa ku serê rêjîmê di encamê de tê de here, paşê di revendiyê de dadgeha navnetewî yekî li dûv yê dinê vexwendî sintaqkirinê bike, ango dê bûneweriya wan jî weke ya Çawçîsko li kolanê berbat bibe.
    Diyare ku rêjîma Sûriyê nikare li dengê miletê xwe guhdarî bike, ji ber ku hemî rêjîmên totalîtarî ji malzaroka eydiyolojiya û ramanên radîkalî zane, bi giştî ji dibistana diktatorê yekpare Sitalîn bawernameya tundutûjiyê radest kirine, ji bilî çanda kujtina hemberî xwe tu çareyan şîyewaz nakin, berbat û felaketan bi serê miletên xwe de tînin, tenha ku peyva azadiyê li ser milê xwezyaran li babikin, reha fermandariya Erebislamî ji bo ku kursiyê xwe biparêze ter û ziwa dişewitîne, hêj li çerxê 19 an kayîna cenga sar dikin, û cîhanî li serdema çerxê 21 ê li gel metodên ragihandin û gehînadariya civakî ya pêşketî dijîn, helperîna zanyarî hevdemî şoreşa ciwanên Vîsbok, Yûtyopê û Tiwîterê bûye, pêk ve jî hêmanên rêjîmên radîkalî yên diktator û paşverû hejandine, bi hêza şoreşa gel ya mafrewa û erkseza çanda metirsînê şikandine. 
 

Nîron mir û Roma zindar maye
x -2 -
    Ji serî ve rêjîma Sûriyê sezayên talankirina destelatdariyê, ne bi rewaya yasayên herêmî û navnetewî raçeng kirine, ji roja pêşî ve xwe ji çavdêriya derve, li ser pişta perîşaniya hindirû paraztiye, bi diruşm û siloganên çerxê 19 an, dîsanê pişta xwe daye hindirû û bi hêza rêjîm û rêxistinên tundrewî xwe rapêçaye, bi yekcarî binaşeyek ji pêşçareyan bo birînên milet peyda nekiriye, wisa rêvebiriyeke bê sergoş û rêpîvanên yasyî, bê destûr û mafrewayên mirovanî, civaka Sûriyê mîna kerî di mexelê miriyan de bawî hiştiye, li dengê azadiyê û dîmuqrasiya lîberalî, diruşmên hemdemî tucar guhdarî nekiriye, li hemberî wê hêzên qaşo dijberî yên Erebî, hemelayî rêjîmê helwesta siyaseta derve pêre tîpkî pejirandine, zêdeyî carekê Mîşêl nîvKîlo, Ebdurizaq Îd û Besam Ce,are hevdengî rêjîmê di siyaseta derve de bûne, bi wateya ku cîyewaziyên giring di navbera hêzên daxuyaniya Dîmeşiqê de hene, êca di baweriya min de tevgera kurdî helwesteke cuda di bafîkê de girtiye, herweku hêzên dijber yên erebî di cenga Îraqê de helwest bi rêjîma Sûriyê re dijî kurdên Îraqê girtine, û destekarî dirêjî karbidestên rêvebiriya Sûriyê kirine, ya ku temenê xwe li ser kursî li ser pişta tazî, birçî û belengazan dirêj kiriye.
    Di encamê de welatparêzî bo heman mebestê, tevlî gel li bazara bitran firotine, loma di bin çi tilamê debe, dê Emerîka û Ewropa, tevlî hemî rêvebirên ku dîmuqrasiya sîstematî û lîberalî rêbaz dikin, dê hewldanên mezin bidin ku ji nêz ve rêvebirya şoreşên naverebî bikin, destê alîkariyê ji hemî hêlekaran ve dirêjî wan bikin, hin bi hin rewaya navdewletî bi saya biryarên konseya ewlekarî ya navnetewî ji wan bikişînin, ji ber ku fîraziya şoreşên peyda dê sîstemên dîmuqrasiya lîberalî li şûna yên radîkalî ava bikin, herweku piştî Tûnis û Misrê, Lîbiya û Yemenê, gelê Sûriyê jî çaktir bixwe hay bûye, ku dê lehiya şoreşa gelêrî rêjîmên diktatorî, mîna lêmiştê li pêşiya xwe rêş bike, loma naçar dibe ku kiryarên xwe yên riswa û finasgenî bi çend fermanên dirûzkirinê pîne bikin, çaxê ku li ser zemîna ketîwarî hîç nikarin, ji bilî destêwerdana karbidestên ewlekarî û rêbaza tundutûjiyê hemî hûrpîşan çareser bikin.         
    Naxwe ku mirov civakhez û xwedî pêşbîniyên şarewerî û ronakbîriye, gereke li yekrûyî çanda gelên cîhanî bê ewartekrirn bixwîne, teqez dê mirov bigihîne sedemên şaredariya kultûra wan û ji heman xwendinê, mirov dê hemî mebest û armancên wan, baneşanî û asteya wan ya çandî û şaristanî çaktir binase, carke din her jê mirov dê zanyariya wan ya beneretî û rasteqînî raçav bike, bo vê yekê min emaje pê daye ku tevgera kurdî ya siyasî, ji encama dîrokeke dirêj, bandora ramanên radîkalî, hiştiye ku civaka kurdî bê bask li asoyên bê perav birêse, pê re jî omîdan bi derngî bixîne û tarumar hêviyan bi xwe re pîr û kal bike, û di zivingên kevnar de bilûsîne, wisa jî bawerim ku serkeftin timî ji malzaroka kêferata hemdemî hatiye afirandin, neku hema dostê êvarê li sipîdeya roja dinê dibe dijminê xedar, herwiha hêvî seraqet li paşdemê rivînê melûl didin, loma gereke li gora diruşm û siloganên qûnaxê, bersiva rasteqînê ya şevnivistî û derengmayî, em îro-roj di rûyê rêjîmê de biteqînin, bi hemî coş û pêkarînên xwe keysê ji derfetê bistînin, mil bidin hemî tîre, çîn û derbirînên civaka Sûriyê, piştî ewqas şehîd ta ku bizûtî rêjîma noker ji ser kursiyê destelatdariyê hilbe, karubarê koça xwe bike û mîna Mubarek û Bin Elî bi mal û mewdanên xwe ve, bi dar û destekarên xwe ve here ber dadgeha gel, da qena dadgeha serbixwe ya gel sûc û gunehên tewankaran yên cenosaydê û dizên heyîna welat li wan bibirre, rêjîma ku gihaye radyekê ji sîka xwe dipelikîne, demdar di bin sîtava neryana pîlangerînê de tagirtî vedilerize, her tiştî li ser terezûya bergumaniyê diteqilîne.
    Kesek ji bo Xwedê tiştekî nade mirov/ ku ne mirov serê xwe bi destên xwe bixurîne/ di tu rêzik, yasa û rêpîvanên rewêştên mirovaniyê de, tucar sincyar û xwedî wijdan pesende nekiriye ku diz û çolax bi hev re bêne sintaqkirin, çênebûye û qet çênabe jî ku kujer û bêguneh weke hev bêne nirxandin, tucar jî milet li fermandarê tewanbar nabexşîne, vêca ku mirov mîna ravegêrekî siyasî ji ezmûneya dîrokê, bi dilbarî û pêwîsterî xwezyarên gelê Sûriyê, bi hemî tîre û pêkhatên wî ve ve, ji hemî hêlekaran ve bi têrutesel binîvisîne û baş lê vekole, ji serî ve gereke li bîra mirov bijene, ku tucar rêjîma totalîtar weku gel bi şêweyekî dîmuqrasî destguhêziya destelatdariyê, di rêya hilbijartina pakîza û rizgar de dixwaze nake û nekriye, siya çavdêrên medya navdewletî ji binî pesende nake û nekiriye, ango bi serê xwe naçe ser devê gorê, loma sosretmayî li ser duryanê angoyî dimîne, herweku herdu rê wê tune dikin, yekemîn rê: Ya ku xwe bispêre pêşbîniyên gel, cudaxwaziya destûrî bo hersê destelatdariyên serwerî di welêt de, nemaze bo ku rêbaza dîmuqrasiya lîberalî bişopîne, saziyên civaka şarewerî cîbecî bike, rêdana destûrî bide rêxistinên siyasî û mirovanî, dadgeha serbixwe û perlementoya hilbijartî di bin çavdêriya rojnamegeriya cîhanî de, hinga dîsa dê bi vîna xwe ya awîne here ber satorê guranxaneyê. duyemîn rê jî ewe: ku ji 40 salî ve destegul bo xwe hilbijartiye, bi taybetî ku hemî sedemên hêzdarî û pêkarînê peyda bikeet, bê rêdan û derf millet di hindirû de pelekut bike, ji ber ku demdar ji hindirû dipelikîne, hemî hewldanan dike da ku xwe ji hindirû biparêze, loma bê etlayî millet bêzar û binpê di perîşaniya cankuj de bêdeng kiriye, rêya çûk nedaye ku rojnameya biyanî derbasî Sûriyê bibe, tarawgeh û sînor bi Top û Tnakên xwe dorpêçane, li radeyekê nehiştiye ku şandeya yekîtiya navnetewî derbsî bajarê berbatbûyî Der,a bibe, yekser dane şûrî xwe ku bi hemî rêawayan dengê azadiyê damirînin, tenha ajansa Sana zor daye derewên aşopî û rasteqîn serçav kiriye, lê her di encamê de rojekê dê gel serê xwe rake, dê ji kişwera bê pêjiniyê helpere, dê hindur û derve ji encama lehiya xwînê û felaketên kesanedî, rêjîma diktator weke Nîron li ser devurû birûxîne, nemaze ku wisa serokatî û malbat dûrî gelê Sûriyê, encex xurde ku gavaniya garana hovan bikin.
    Herwisa jî şoreşa ciwanên Sûriyê gihaye baweriyeke bêveger, nemaze ku diruşma destguhêziya fermandarî, bi heman rêjîma malabtî re tucar pêknayê, neku bi rûxandina wê be, paşê di pêkhatina destûreke hemdemî û şaristanî de, nemaze ku şert û mercên qûnaxê û dîmuqrasiya lîberalî çaktir cîbecî dikin, lê mixabin weku hêvî di Nîron de şewitî hatinbûn, wisa jî di rêjîma malabata Esed de mirî û kêmpeydane, bi taybetî ji sala 1979 an ve, dema ku şaşikreşên tundrewî û hişkol destelatdariya Îranê raçengî xwe kirine, ji hinga ve Sûriya bûye pireke sitratîcî, ango derbasiyeke pir ewle û arame, di ser re çek û hemî divayên Hizbelahê, derbasî rex kurhiliyê xwe Hesen Nesrelah li Libnanê dikin, ew jî tê re derbasî Îranê dibin, di çaxê ku tîreya Elewî li Sûriyê kêmî 5 % tewaw dike, ango biçûktirîn tîreyên olî li Sûriyê gewde dike, loma ji destêpêka şoreşa ciwanan ve, Busyne Şe,iban bi zimanê serokatiyê daye xuyanî, nemaze ku tevdaneke olî peyd bûye, wisa bi zimanê rêjîmê cara yekm gelaciya razayî niqurçandiye, bi wateya ku gelaciyeke olî 95 % ji niştecîyên Sûriyê trorist pîvaye, lê di baravên ketîwarî û rasteqînî de, destelatdariya kêmtirîn tîre tundutûjiya trorîzmê, dijî şermazêrên aştiyane, ango piraniya gelê Sûriyê dişopîne, hemî hûrpîşên navxweyî di hindirû de, bi darê zorê û mista hesinî di rêya karbidestên ewlekarî de, dîsanê di biwara millet û welêt de, bi hemî tîreyên wî ve çareser dike, li dûv jina kem û kone serokomar hat û emajepêdana wê, di hemî hêlekaran de ta bi derzî çespe kriye, bi zirt û fortan dibêje ezê nişteman û gel ji azadîxwazên xwepêşandêr, bi Tan,Top û Balefiran rizgar bikim.
    Herweku tucar me ji bîr nekiriye, ku Sûriya fotokopiya malcêwî ya Koriya bakur hatiye, nemaze ku gendeliyê di rêveberiya welêt de kat daye, ji biçûktirîn karmend tanî bi kumçika serokatiya wê pasik girtiye, hîç pê bawer nebûye ku ji bo azadiyê, hemwelatî jiyana xwe giraw û gorî datîne, ji ber zixtên çewsenkariyê û pariyê nan, sînga xwe ya tazî daye ber guleyên dêwan û reşkên şevê, her xwe pê hay nake ku di hemî seqa û baravan de rewatî ya gelaye, her weku /Zeradeştê pêxember gotiye: ew serokê ku ji derveyî miletê xwe birame hişgêle/ her wa jî guherînên destûrî, wekhevî û dîmuqrasiya lîberalî, mafên biryara bûneweriya gel, ji seqa û mercên azadiyê, ji heman rewayê pêkhatine û gavdane pêşerojê, îcarê ji ber zêdebariya derewên medya rêjîma Sûriyê, nemaze ku destûr û yasayên mafnasîn pêre ji mêj ve mirar çûne.
    Pir daxe ku mirov matmayî dimîne, nema dizane gelo li ser welat bigirî, ango li ser millet şînê bikişîne, agirê evîna hemwelatî bi herdiwan re, di dilê Misulamn, Xiristiyan, Ereb, Kurd, Tirkuman Çerkes, Sinî û Şî,î de çawa vemirîne, dunya li ser serê şêneyên welêt bûye tara bêjingê, hewara niştecîyên Sûriyê di hindurû de bêdeng maye, han û halana derve ya civaka navdewletî, hemî rêxistin û saziyên mirovaniyê, di hevrikiya berjewendiyên navnetewî yên siyasî de biderengî ketine, medya Sûriyê ya dîtin, bihîztin û nîvisandinê dibêje: teroristên çekdar bi hezaran derbasî Sûriyê bûne, rêjîma ku sînor li ber medya cîhanî asê girtine, rêjîma ku ji mêj ve Feth el Islam, Cundelah, Cundeşam û pêşewatiya giştî ya Felestînî (Ehmed Cibrîl) li gel 13 dezgeyên ewlekarî û polîsên wezareta hindirû, komandozên lekê 4 an, pêwanên serokomar, sîxur û qelawizên ku qaşo welat diparêzin di hindirû de dermale kirine, li gel destekariya dêwên sêserî Hizbelah, Cencewîdên Quds yên Basîcên Îranî, çete û reşkên şevê yên maskirî, tevlî destekariya Ewropa rojava û Emerîka sebaretî ewlekariya Israîlê, di encamê de nêzî 4 milyon Şebîhên xwefiroş, yên ewlekarî piştgiriya rêjîmê dikin, mixabin hêj dibêje: teror derbasî Sûriyê bûne, kî bawer dike-nake wan hîç nejêye.
    Herwiha renge ku bi serdema metodên teknolojiya mabe, kesek ji yek rûyî baweriyê pê nayîne, di çaxê ku Sûriya ji gel bêtirê civaka navnetewî tilînîşan bûye, ku ew bixwe şivantiya trorîzmê li herêma Erebislamî dike, keleha dawî ji rêjîmên totalîtarî û radîkalî li herêmê piştî Sedam û Talban maye, êca bigire ji piroseyên kujtina kesên navdar, mina Herîrî, Xesan Tiwênî, Semîr Qesîr û hemî govanên dadgeha navnetewî û gelekên dîtir…td. di Libananê de, rêxistinên terorîzmê yên xwekujtinê ku ji bo îraqê çêkirine, destekariyeke bê sînor daye mîrnişîna Islamî ya Zerqawî, di hevpeymanaiya xwe û Îranê de raztêkeliyên sitratîcî bi rêxistina (elqa,îdê re çêkirine) maxabin hêj Emerîka hin caran di biwara Sûriyê de tavilî dimîne, Obama efendî li ser terezûya cotpîvanê û zo-helewestî, bi hemî rêawayan hewl dide ku Sûriyê ji îranê raqetîne, loma pirotistokirina rêvebiriya Emerîkî û li ser serê wê Obama bi şermokî hatiye, carcaran jî dibêjin ku Sûriya li ser kursiyê destelatdariyê bimîne, teqez bo hêmenî û tenahiya Israîlê, bo berjewendiyên me jî di herêmê de çakbextire, carna jî dibêjin koçkirina Beşar, Qezafî û Elî Salihê Ymenê, wê Islama bizavêr ya paşkokên Islama tundutûjî şûna wan bigire, ji hêla din ve Emerîka û Ewropa, tişta ku ji şoreşên naverebî sûdwer girtine, nemaze ku li ber dawiya çîroka dîrokdirêj, dê sîstemeke dîmuqrasî lîberalî şûna wan bigire, ji hêleke dîtir ve hin dostên xwe yên çewsenkar û diktator bi derdidin.
    Lê di encamê de ku serê mar bête jêkirin bo pêşerojê çêtire, û bera em bi hin dostên xwe ji fermandarên ereban bixesirin, bi yekcarî rêjîma Sûriyê bo pêkhatên gel yên hemereng, mafê derbirînê û pişikdariya biryara navendî ya siyasî piştguh kiriye, mixabin ku pîvana mafê gel di azadiyê de, li nik rêjîmên şahanî (kişwerî) ji yên qaşo komardestûrî îro-roj berfirehtire, loma rêjîma Sûriyê li ser renceniqareya duryanê, li gel pirojeyên dirûzkirinê helawêstî maye, ji ber ku dîroka 40 salî nemaze ku Sûriya di genava paşdemayînê de hiştiye, ji binî bawerî bixwe wenda kriye, mîna mirîşka ku tu serê wê di bin baskên wê de veşêre, ji hindurê tarstanê tewşedînî diperpite, serê werîs ji ber wenda bûye, nema destê wê lê digere ku miletê xwas û tazî bike hevparê biryara siyasî, herweku xweş dizane ku di hilbijartina azd de wê têkbiçe, vêca gelo rewşeke wa kambax dê li kû raweste, bi kê re dê pêwendiyên berjewendiyane xaçebir bibin, nemaze ku wisa jî şoreşa ciwanên Sûriyê, weku dixuye hêj bê sermiyane, mîna dîkî serjêkirî bê kesukar hêlecana navtêdanê bo vemanê bi giyanê kargoriyan dike, tenha dilê xwe xweş dike ku dê şehîdên wê bihuştî bin, û kujtiyên rêjîma terorîzmê dê di dojehê de mîna Nîron bibin komer.
    Herwisa civaka Sûriyê di bin tarîewrên tundutûjiya rêjîma destberdayî de dijî, bê xwedî, kar û destekar, bê havil tawî û bawî bûye, lewra naçar bûye ku mîna gelê Tûnis û Misrê dakeve kolanê, piştî ku millet gihaye baweriyeke bêveger, ku rêjîmê sozên xwe paşdemî û bê navlêkirin razandine, li radeyekê ji ber jana kiryarên çewsane, gendeliya rêvebiriya rêjîmê nema dikare tevbigere, lewra xweş têgihaye ku wiha rêjîm bi xîr û xweşî tiştekî nade kesî, ango qêmîş nake ku ji gencîneya welatê ku bi navê malabata xwe tomar kiriye perakî bide, vêca ji ber zixt û sixletên şêwejiyana abûneyî, millet li aziyê meye û di çîzê re bihartiye, nemaze ku nema dikare jiyanaeke wa rencedar û jankêşan derbas bike, demdar di bendemana sozên nependî de, ango li ber awazên rewanbêjeyên helkeftiyane û hevoksaziyên çêjer dikewije, her û her bi derengî bixîne tanî ku kêr gihaye hestî, loma ji naçarî cemawirên ciwan qîra şoreşê tevlî qelenê wê yê giranbuha bilind hildane.
    Rêjîma ku ji serî ve ne bi rewya destûrî û dengê piraniya helbijartina gel fermandarî raçengî xwe kiriye, bi devê tivingê û li ser pişta Tankê destelatdarî pure û yexme kiriye, rêjîma ku li cîhanê bi giştî tenha bi tekhelbijêrî serokatiyê dipejirîne, û tenê ew bi sere xwe li ser kevilê şahanî sermedî dimîne, dewleta yekeme ku pûtperestiyê rêbaz dike, li gasîn û derbasiyên hemî bajaran pêkerên xwe danîne, çûn û hatina welat ya dirametî, bûjenî û bazirganî dîsa bi tena xwe diqurpînin, li xurî û avê bi ser de venaxun û paxavan ji kesî nakin, bi wateya ku Xwedê li asîmana yeke, û li ser rûyê qada Sûriyê tenha ew yekpare hatine jiyanê.
    Wisa jî ezmûneya dîrokê daye zanîn, ku zimanê qelasan xwediyê xwe di nêv zimanên cîhanî de navdar û fîraz nakî, keysebaz jî mîna kundên ser şikêran, tenha di firehiyê de li şûna Şêran qûtqûtê dikin, ango renge ku mirovanî li deverê zemanekî çequber dijî, hêj tê negihane ku siya çanda guherînan werde-werde gerdûnê vedigire, ango hebxwe rêjîm pê hay nebûye, nemaze ku şoreşa ragihandinê, ji bêrîka zarokekî salix û peyamên cîhanê radiguhêzin, bê rêdan û destûr sînorên ji pola nikder kirine, lewra çi kesê ku bi stûbarî û pêwîsterî, rabudûyî rêvebiriya heman rêjîma bê yasa û destûr bûye, ji hemî hêlekaran ve, bê gengazeyên alozewîst, bi asyî dê xweş bizane, ku çend hêrişên xure ji malbateke sêwî fermandariya welêt dikin, çûn û dirameta welêt, kevir û kuçên welêt, sax û miriyên welêt, bûneweriya gel û welat, bi giştî dikirin û difiroşin, bera kesek matmayî nemîne ku bi hemî rêawayan kujtin, qirkirin û berbatan di şoreşa gel de bikin, ku bi hevpeymanên xwe ji rêxistinên terorîzmê şermezêran pelekut bikin, bi pêşewatiya giştî ya Felestînê (Ehmed Cibrîl), bi komandozên Qudsê (îranî), bi tîmê 4 an pêwanên serokomar, xelkên xwepêşandêr di bin zincîrên Tankan de biherijînin. û hêj tu li kûye keko:
    Gelo ji çi berjewendiyan, bi çi mafî wezîra derve Hêlarî Kilinton wisa şaş dibêje: ku serok Beşar bo dirûzkirinê hatiye, û hêj dikare derfetê radestî xwe bike, Obama jî serokomarê Emerîka, hîn lezgîntir û li pêşdemê bi şermokî dibêje: ku tundutûjî ji herdu layên dijber yên xwepêşandêr û rêjîmê weke hev kirine, helbetî wiha emaje pêdan, li hemberî çekdarên rêjîmê û destvalayên pirotistêran û mafê mirovaniyê pir şaşe, gelo di kîjan rewişt û rêpîvanên mirovaniyê de helwesteke wa hatiye girtin, ango li ser pişta sîngtaziyan, xwas û birçiyan, bê kar û pelengazan, berjewendiyên xwe yên tekakesane, bo hilbijartina serokê Emerîka piştî 18 mehan, nemaze ku serokatiyê qezenc bike, êca çendî rewa, egerseza û mafnasiye, bi kîja tilam, çavkanî û serboriyên peligdar, ji rêjîmeke wa radîkal û totalîtar bawer kiriye ku mirovnase, rêjîmên ku ji serî ve hêvî di wan de mirî zane, di çaxê ku ji makzayînê ve fala wê hatiye birîn, ku dê bireve û gelê sûriyê dê ji kişwera bêdengiyê rapere, mîna pêlên derya hêç nema ji mangirtin û xwepêşandanan diraweste, tanî ku serokomar tevlî dar û destekarên xwe, mîna Nîron garan bibin ber dadgeha gel û di gunehên xwe de bişewitin, hinga dê welatê Sûriyê li millet bi hemî tîreyên xwe ve bibe bihuşt û jîndar û zindî bimîne.
    Ji roja ku rêjîma Sûriyê destelatdarî himêz kiriye, yekser arîşeyek parsû-stûr mîna dîwarê keleha dêrîn, di navbera xwe û gel de ava kiriye, hîç nehatiye bîra wê ku carekê pirsgirêkên welêt, bi kadro û çalakvanên rewşenbîriya welêt re, bi pêşewatiya partiyên siyasî re, nemaze yên ku bê rêdana rêjîmê karê siyasî dikin, bi rûdar û xemxurên pêkhatên civakê bişêwirin, ango guftugoya birayetî û wekhevî bo yekgirtina navxweyî nirxê mîrzayên rêjîmê kêm didkin, lewra tanî ku jê hatiye cemawirên gelêrî xemsar û piştguh kirine, wisa jî ku em vegerin ser mijara xwe ya bineretî, bixwazin çareyan ji qirika şûşê derxînin, şevçiraxê di dawiya nihûnên de bibînin, ji serpêhatiya şoreşa Tûnisê û Misrê ya serfîraz ezmûneyan bigirin, bê derengîxistin dê tevgera ciwanên pifdayî û ragirtî, ji heman sedemên pêşgotî, nemaze ku li kolanên Sûriyê şoreşeke aştiyane bê rawestan û vewestan bête li darxistin, armanca serete jê re ku hemî derbirînên welêt hevparî biryara siyasî bibin, rêjîma tekpartî û tekraweya destûrî ji hole rabe, rêjîmeke wekhevî di bin siya sîstemeke dîmuqratî û lîberalî de bi dest ve biînin, kesên dûrbîn û pêşzan nemaze ku xest û taybetmendiyên rêjîmên totalîtar dinasin, xweş dizanin ku her şêneyekî Sûriyê pirojeyê şehadetê ye, pirojeyê kujtin an mêvanê zindanê ye, ji ber ku ji berya helperîna şoreşê ve, welat bi nexşeya xwe ve lê bûye Giwantanamo, bi taybetî ku bi ewqas sîpahên çekdar, bi Top û Tankên giran, qijokên dûravêj, bajarê Der,a, Himis, Banyas û doruberî Şamê dorpêçane, ku bi heman giraniyê êrîş dabana ser Israîlê, wê xaka Colanê ji mêj ve rizgar kiribana, di cenga 1973 an de ewqas leşkerên Sûriyê şehîd neketine, ewqas firoşxane ji gel diz û çolaxên rêjîmê nehatine talankirin, ewqas xanuman bi ser serê xwediyên xwe de nehatine herifandin, xwepêşandêrên kolanê yê sîngtazî û destvala li rêjîmê bûne dijmin, vêca ketuber zarok, jin û mêr bi hûravêjan barandine, bi xwaîna sar têne kujtin, di êrîşên nîvê şevê de ji navlivînê binçav dibin, bi hemî rêawayên azirdanê wan dihingêvin û sintaq dikin, diyare ku dîroka destaneyan dê bi xwîna ciwana bête nivisandin, weku di dilê civaka Sûriyê de bi giştî hatiye kolan û nîgar bûye, rêjîma ku mafê jiyanê ji zarokan û çar jinên gundê Merqebê binekofa Banyasê talan kiriye.
   Piştî 40 salî ji zor, sitemî û çewsenkariyê, êca di çavên rêjîmê de qantir zaye, nemaze ku gelê sûriyê di 15 – 3 – 1011 an de, doza azdî û serxwebûna xwe cara duyemîn piştî Fieansizan kiriye, herwiha xêr û xweşî li we bibare û kevir û kuçên nefretê li gelê Sûriyê bariyane, wisa bê rêdan û destûr yekser û bi torfelaqî, pirotistêrên aştîxwaz bi guleyên hûravêjan barandine, wisa jî Qezafî 42 salan bi tena xwe fermandariya Lîbyayê kiriye, ew û zariwên xwe di xîr û bêra welêt de çep û rast gevizîne, lê roja ku gelê Lîbya mafê xwe bo azadiyê jê xweztiye, tewşedînî û cinuberî hiş berdaye, bê fersende û etlayî millet ji berê ve, bi qijokên Top, Tank û Balefiran barandine, çendî dunya misulmanan rij, kelê û berevaj di cîyê xwe de pîkolî kiriye, wisa destnîşan dike ku hêvî di rêjîmên Erebislamî de mirî hatine jiyanê, erê bavo ereban gavine şaristanî, çandî û çêkroxî pir gewre, di dabaş û babetên rewanbêjeya pêyvê û hevoksaziyê de afirandine, weke nimûne Sehaf digote komandozên Emerîkanan /Ilûc/ û Mubarek digote şorşvanên Misrî /Beltecî/ û Qezafî digote azadîxwazên Lîbya /curzan/ û /zende-zenge/ û Elî Salihê ymenê digote dijberan /Belatîce/ weku razên ser pişta Behramê ji mirovaniyê re şîrove dikin, ji pêkîna misulmsntiya Ereb ve tundutûjî lê bûye mêvan, ango jê zaye, nemaze ku ewqas lehengên navdar ji nîjadên Kurd, mîna Selahedîn, Ysiv el Ezeme û Birahîm Henano. û gelekên dîtir kargoriyên gewre kirine, lê her ew ji ber kurdislamîtiyê şerm dikin, weke nimûne: Fetwa Mardîn ya (bin Teymîye) şêxê Islamê wa dibêje: dewletin bawermend hene, û hin dîtirê gawirin, vêca ji heman baweriyê ala bizavê hildaye, herweku Bin Ladin, Sedam, Qezafî, Talban, ji heman baweriyê bizava tundutûjî ya xwekujtinê hildane.
 
   Herwiha vaye Mihemed Remedan el Botî, xwe rûreş dike û bi navê serokomarê Sûriyê diaxive, û Busyene Şe,iban berdevka serok, bi devê karbidestên ewlekarî fermanan dide, Mîşêl nîvKîlo, Lu,ey Husên û Arif Delîlê yek ji damezrayên komîtên vejîna civaka şarewerî li Sûriyê, bê şêwra hêzên dijberî yên hevpeyman û serwayên şoreşa ciwanan, sernixûm ji xweber li ber destê jineke ajan şermezar bûne, herwiha çîrok bi şêwwykî jîware lixwemikurhatineke riswaye, nemaze ku hawar û dengvedana kolanê, destelatdariyê, ango rêjîmê di nêv civaka navdewletî de qels û lawaz dike, herweku dîrokê jî govaniya xwe pê daye, ku sêpila kadiz, çolax û sîxuran timî riswa bûye, wisa jî şaristanî herêma Erebislamî li rojhilata parzemîna Asya, û bakurî Efrîqiya teqez wê terezûya cîhanî, tanî bi pîvaneke banebala, erênî û sûdwer bo gelan biguherîne, ji ber ku hevdemî qûnaxa helperînên gelîrî bûye, û bi saya şoreşan guherînan erênî û mêwedar bi dest dixîne.
    Lê mixabin hêj rêjîma Sûriyê nimûneya fala hêka ser fera mêzênê dixwîne, bi wateya ku piştî rûxandina wê, dê Libnanê ji destêwerdana rêjîma Sûriyê rizgar bibe, pêk ve jî gelê Felestînê û Îraqê li gel hemî dewletên sînordaş, dê ji pilanên wê kutah bibin, bilî ku ji 40 salî ve li ser sînga gelê Sûriyê perixîne, weku cudaxwazên nîjadperestî li bajarên peravan parvekiriye, piştî ku Beşar ji tirsa piçek azadî, fistoqî li buhara Dîmeşiqê û ya Erebî jî çêkiriye, û fermanên dirûzkirinê bi dojeha tundutûjiyê guhertine, li Israîlê û Felestîna vegirtî zêde kririye, xwîn rijiyaye çavên wî, xwe xaşo-maşo dike berê xwe ji hêzên siyasî diguhere, herweku piştî şoreşa gelîrî, îro ji nû ve dişîne dûv serokêl, rûdarên Xiristiyan û meşayixên Ereb û Axayên kurdan, da ku careke din mîna pilana 2004 an xelkê bi derzîsozên benckirî bi xapîne, lê pir daxe piştî ku xwîn rijiyaye ser qada kolanê, wisa jî bûgîn pir bi derengî ketiye, herwiha ku pêşzanekî bilîmet û cindî, pêşeroja rêjîma Sûriyê dirust û bi pêwîsterî bixwîne, wê ji medya ajansa Sana ya rêwefermî bizane, ku derewên riswa bi zimanekî qels piropaganda dike, dê ew bibe sedemekî pêşeng, nemaze ku bizûtî rêjîmê li ber zixt û zewrên medya cîhanî birûxîne, û dê hîn zûtir ji ser kursiyê şahanî bi pengizîne, mîna Nîronê noker li ber rivîna agirê gelê azadîxwaz ji qurm û kokê ve bişewitîne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark