Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Sibehên Gulanê

 



Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Vê sibehê,
Tu di koþeyên tarî yên dilê min ê perçebûyî de
Çira û Newroz î
Halan û bahoz î
Þehîd û bîrdoz î
Pinpinîk û lîloz î
Kerwan û reþetoz î


Tu,
Sîtava xwedê yî
welatê eþqê yî
Çavlirêmana dayê yî
Naveroka tayê yî
Zimanê bayê yî
Tu,
Di xelwetxaneya min de
pirtûka herî Pîrrrrrrrrrroz î..

Vê sibehê,
Daristana çavên te bi tîrêjên rojê dixemilînim,
Navê te yê qedexe, wek cejnekê, ji devê min derdikeve,
Destên min ên ji gunehbariyê li ser sînga te sêwî dimînin,
Bîna te, pêl bi pêl,  ji min difûre,
stêrkên zarotiyê bi ser dilê min de dirijin,
Min dixwest tiþtekî bi qasî mirinê dijwar ji te re bibêjim,
Lê çavên te di tîrêjên rojê de venedibûn.

Vê dibehê,
kûviyên êþa min li kontarên  bêdengiya te diçêrin,
stiranên xwe yên ji xuþîna baranê radestî reþeewran dikim,
Xwe diþewitînim da tu þewatan ji bîr bikî,
Di sorgulên kenê te de tembînameya xwe vediþêrim,
Nexþeyên xwe li ber destên tozê radixînim,
Û kirasekî sipî ji tevna sibehê, ji te re, li pey xwe, di þevê de dihêlim.

Vê sibehê,
Nave te li ser zimanê min e,
ewrên bêrîkirinê zeviyên xewnê av didin,
li asoyên dûr dinêrim; dastanên te yên þewitî dibînim,
dixwazim ber bi te ve bifirim,
lê baskên min têra evîna te nakin.
Dixwazim te di hêlana dilê xwe de bihejînim,
Lê destên min têra himbêzkirina stiranên te nakin.

26. 05. 2011
London


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark