Hozan Girkundê
Bûye demek..
Di lerizim ji cemeda
Bê rîkirinê….
Gulîyaên tenahîyê
Dirêsim…
Li keþtîya þevê
Siwara dibim…
Ji pêsîra bê dengîyê
Talîya jînê di mêjim…
Nîgaþên wêneyên te
Min davêjin asoyekî
Dûr….
Min di paxila peyvande
Wenda dike
Bi dil germî laþê min
Him bêz dike…
Mîna zevîyke tî
Xwe tev li dînbûna
Sînga teyî buharî dikim
Hestên teyî evînî bi nazdarî
Li çola dilê min
Di çêrin…
Evîn canê…
Bûe demek
Ez û tenahîyê
Landikê dûrîyê
Di lorînim…
Û qevdên kulîlkan
Li bejna helbestan
Dikim….
Bihna êvarên gundê xwe
Yên ko ji demek dirêj
Min bîn ne kiribû…
Ji nûve ez vedgerînim..
Heye demek
Xewî ji çavan di qewrînim
Þev bihêrkên bîr anînan
Di xewyêde dibînim
Ez û þevên dil sar
Bi hevre þiyar di mînin
Sibe tê dibûre roj
Dem jmêrên êþn
Bi rê dixînim
Tenê li dergehên
Hêvîyan didim
Gelo heye ko ez
Vê kovanê ji dil derînim
Evîn canê…
Rojekê tu dibe þepolek
Li kenarê dil dixîne
Û rojekê tu dibe aramek
Hiþ û bala min dikþîne
Û rojekê tu dibe çivîkek
Kev çîya dil datîne
Û rojekê tu dibe meyek
Peyalên lêvê t min dinoþîne
Evîn canê…
Dê ka were dîwarê
Qonaxê bi herfîne
Ji êþên salên bûrarandî
Ji devên helbestan
Ji kêþyên keseran
Ji lîstokên xapandinê
Min ji xwere birevîne
Min ji xwere birevîne
/ 2010