Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Însklopîdya rojnamegerya kirdî(1898 - 2010) Piştî 43 salên xebatê pertoka Cemal Xeznedar bi 12 bergan derket

 


Hannover / Elmanya –  Ji :  Edîb Çelkî  

Piştî xebateka dirêj û mandîbûneka bêsnor, nivîskarê navdarê kurd mamosta Cemal Xeznedar karî pertoka xwe (Înisklopîdya rojnamegerya kurdî 1898 – 2010) projê nivîsîna dîroka rojnamevanya kurdî ji despêkê heta sala 2010 ê bidawî bînît. Ev pertoke diwazde 12 berge û pitir (zêdetir) ji 3 sê hizar navnîşana, ji rojname û govar û belavoka, ewên li her çar parên Kurdistanê û dervey Kurdistanê jî derketîn û belavbûyn, dihindrrî xwe da kom diket.


 Bergê êkê ji vê pertokê ji dezgeha aras ya çap û belavkirnê li ser diravê- mezaxtî yê sendîkaya rojnamevanên kurdistanê derkeft û birryare li 22 şibata 2011 ê li Hewlêrê di kongra sendîkaya rojnamevanan da belav bibît, ku her di wê rojê da dê mamosta Cemal ji aliyê wê sendîkayê ve, di şahî yeka taybeta wê helkeftê da hêtexelatkrin.
Ev pertoke êk ji giringitrîn berkarên senterê erşîf û lêkolênên rojnamevanya kurdî ye, ewê li 22 nîsana 1968 ê li Bexda damezray. ku li wê rojê, bo cara êkê çavên rewşenbîrên kurd bi hejmara êkê ji rojnama kurdistan keftin, ewa li sala 1898 li Qahîre derkeftî, piştî Dr. Maruf Xeznedarî daneyek ji rojnama Kurdistan di nav erşîfê kurdnasê ros F. Mînoriskî da li Sanpitrisburg dîtî, paşî li 22 nîsana 1968 kopî yeka wê digel nivîsînekî li rojnama Birayî û Teaxî bi kurdî û ''''''''''''''''erebî li Bexda belavkirin û  têda pêşnyarkir ku roja 22 nîsanê (roja derçûna hejmara êkê ji êkemîn rojnama kurdî di dîrokê da) bibîte roja cejna rojnamavanya kurdî, ku ji hingî were rojnamevanên kurd li wê rojê û bi wê helkeftê cejna rojnamevanya kurdî her sal digêrin.

Naveroka bergê êkê ji pertokê

Ev berge ji 620 ropela û 324 navnîşana, ji rojname, govar û belavokên çapkirî, ewên navên wan bi tîpa (elîf) despêdiken,  pêkdihêt. Digel rojnama Kurdistan  ku li ser pêşinyara nivîskar Edîb Çelkî endamê desteya damezrînera senterê erşîf û lêkolînên rojnamevanya kurdistanî li Elmanya, kire di vî bergî da.  Raste ku rojnama Kurdistan bi tîpa (k) despêdiket, lê çunkî êkemîn rojnama kurdî ye di dîrokê da, ew jî kefte di vî bergî da, helbet bêguman dê li bergê nehê jî, ku taybete bo tîpa (k) ducarî bîteve.

Nivîskarî di vê pertokê da pêzanînên pêdvî li ser her navnîşanekî nivîsîne û kopiyek ji dana orgînal belavkirye. Herwesa cihek baş bo nivîsîna jiyannama hindek ji rêberên rojnamegerya kurdî terxankirye, mîna Mîqdad Medhet Bedirxan (Rojnama Kurdistan) Mela Şerîf (Rojnama Azadî) Hesen Hişyar (Rojnama Agehî) û Kemal Burqay (Rojnama Agrê newrozê) û hindekên din. Neqîbê sendîka yên rojnamevanên Kurdistanê rêzdar Ferhad  Ewnî nivîsîneka hêja li ser jiyan û xebata mamosta Cemal Xeznedar û rolê wî di dîroka rojnamevanya kurdî da dvî bergî da nivîsî ye. Her wesan lêkolerê hêja Ebdulla Zengene nivîsareka ronkirnê li ser hindek mjarên pêdvî ronkirnê di vê pertokê da nivîsî ye.

Pertok bi giştî û rêbazê wê

Êk : Wekî me gotî, ev pertoke ji 12 bergan pêkdihêt, bi vî awayî :
Bergê 1 taybete bo tîpa (elîf) û ji 324 navnîşana pêktê.
Bergê 2 taybete bo tîpa (b) û ji 190 navnîşana pêktê.
Bergê 3 taybete bo tîpa (p) û ji 197 navnîşana pêktê.
Bergê 4 taybete bo tîpên (t, c, ç, kh, x) û ji 256 navnîşana pêktê.
Bergê 5 taybete bo tîpa (d) û ji 237 navnîşana pêktê.
Bergê 6 taybete bo tîpa ( r) û ji 278 navnîşana pêktê.
Bergê 7 taybete bo tîpên(z, j, s) û ji 301 navnîşana pêktê.
Bergê 8 taybete bo tîpên (ş, eyn, xeyn, f, v,q) û ji 142 navnîşana pêktê.
Bergê 9 taybete bo tîpa (k) û ji 232 navnîşana pêktê.
Bergê 10 taybete bo tîpên (g,l, m) û ji 193 navnîşana pêktê.
Bergê 11 taybete bo tîpên (n,hi ) û ji 181 navnîşana pêktê.
Bergê 12 taybete bo tîpên (û, î) û ji 226 navnîşana pêktê.

Du : Her wekî me xoyakirî nivîskarî navnîşanên rojname û govara li gorey tîpên ebcedî (ewên li Kurdistana Îraqê bikartên) rêzbendkirîne, lê dinav sinorên her tîpekî da ev navnîşanên he li gorey dîroka derçûna wan rêzbendkirîne.

Sê : Nivîskarî li gor hindek perensîpa rojname û govar komkrîne û helbijartîne, ku mirov dikarît bikete sê pişk û bi vî awayî :

1 – Pişka êkê, ku piranya hera mezina navnîşanan di vê pişkê da ne, ew rojname û govar û belavokin, yên daneyeka orgînal jê may û bi dest nivîskarî keftî. Li ser wê dana orgînal (Eger hebît hejmara êkê, eger nebît hema her hejmara hey) pêzanîn nivîsîne û ropelek ji kopîya wê jî di pertokê da belavkirye. Rojnama Kurdistan ya dayk baştrîn nimoneye di vê pişkê da.

2 – Pişka duyê, ku gelek kêmin, ew rojname û govar û belavokin, yên çi dane yên orgînalên wan bi dest nivîskarî nekeftîn, belkî hindek dane ji kopî yên wan peydakirîne û pêzanînên xwe li gorey wan nivîsîne. Wekî heftînama (Omêd) ya ku Ebdulirhman Bedirxan li sala 1900 li Stanbulê derdixist. Çunkî çi danên orgînal jê peydanebûn. Belê mamosta yên hêja Malmîsanj û Mehmud Lewendî kopî yeka wê di pertoka xwe da (Li Kurdistana bakur ûli Tirkiyê – Rojnamegerîya kurdî)  belavkirye. Herwesa wek heftînama (Şerq û Kurdistan) ewa li sala 1908 li Stanbulê derdikeft.

3 – Pişka siyê, ku êkcar kêm û hindikin, ew rojname û govar û belavokin, yên ne orgînal û ne jî kopî yên wan bi dest nivîskarî keftîn, lê di gelek pertok û jêderên chê bawerê da navên wan hatîne û pêzanîn li ser hatîne nivîsîn. Her wekî rojnama (Agirî) ku organa şorişa agrîdaxê bû, li sala 1929 li Araratê derdikeft. Ne kopî û ne orgînal jê peydanebûne, lê rêberê şorişê ceneral Îhsan Nurî paşa di bîrhatnên xwe da gelek cara behsê wê diket.  Her wesa hindek dîrokzanên turk jî ew rojname bo xwe kirîne jêderê pêzanîna li ser şorrşa agrî, wek Widad Şadlirî di pertoka xwe da (Şorişên kurda li Turkya û mesîhyan) ku li gelek ciha behsê wê rojnamê kirye.

Xudanê pertokê û pênasîneka kurt

Mamosta Cemal Xeznedar sala 1938 li Hewlêrê peydabûye. Xandina despêkê û navincî her li wêrê û ya amadeyê li Bexda tmamkirye. Li 1959  bûye karmend li wezareta çandinê, li rêveberya giştî ya daristana, ku rêveberê wê Hesen Kitanî bû. Derçûyê pişka zimanê kurdî ye ji kulîca edebyata zanîngeha Bexda li 1968 ê

Ji sala 1956 têkhelî karên rojnamegeryê bûye û herê berdewame.

Ji wan karên ew şanaziyê pê diekt ewe ku : Li 6.10.1958 ê çaxê Barzanî yê mezin li Rosya vegeryay Îraqê, ew jî digel wî xelkî da li firîngeha Misenna li Bexda çûye berahya wî, ku her di wan rojan da êkemîn dîdara rojnamevanî digel Barzanî da kir û li hejmara 9 ya govara Şefeq li Kerkukê, digel wênekê Barzanî li 16.10.1958 ê belavkir.

Li 1996 mişextî (Mihacirî) welatê Elmanya bû û li bajarrê Hannover binecihdibe. Li wê salê û wî bajarî me hevdu naskir û pêkve digelek kar û çalakî yên rewşenbîrî da pişkdarbûyn, ku êk ji wan : Damezrandna senterê erşîf û lêkolînên rojnamevanya kurdistanî li Elmanya bû. Ev senterê Elmanya li 1998 damezrî û li 2004 ê bi rengekê fermî û bi rêdana hikumeta elmanî hate damezrandin, ku ez endamê desteya damezrînerbûm û mamosta Cemal ji hingî û heta niha jî serokê wî senterî ye. Ev sentere pêşyê li 1968 li Bexda damezrîbû. Piştî rêkeftna 11 Adarê mamostay pêşinyarkir ku yobîla zîvî li 1973 ê bo rojnama kurdistan li Bexda bihêtekirin. Lê mxabin nehatekrin û mamostay li wê salê pertoka xwe (Raberî rojnamegerî kurdî) bi kurdî, inglîzî û erebî çap û belavkir, ku ji 130 navnîşanan pêkdihêt.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark