Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bi þev bûk e

 


 
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Rexneyan li nivîskaran dike…
Dibêje: "Li xwe vegerin, ma hûn ji xwe napirsin, ha ji xwe hebin" ew bi xwe jî nizane çi dibêje.
Bi  mûma xwe a vêketî tiliyên xwe diþewitîne…
Dixwaze rengîniya ciwaniya xwe fena þemalan ji her kesî re vêxîne.
Rexnevanekî got: Min dixwest dîroka tazîbûna pênûsa wê binivîsînim; gava xwe mîna kevala bêbuha, bi laþekî arzan firot û navê xwe xist nav navdêr û navdaran…


Hilma min çikiya, þev pê de li ber þahiya neynikê vêxistî bû. Tilyek dicût û du hinark diyarî dikirin. Silgoan gelek digotin "Ji Papa bêtir Katolîk bû"… Sibehîn li ber telefonê, êvarê li ber paltalkê, nîvê þevê li ber kamîra xemxur bû.
Silav bi pirsan ji aþ û bajar li keviran dikir. Di heman çax de bi tinazên þêrîn dikarî bû rewan bi wan ve bîne.
Dermanek ji ba re nivîsand dema bi nerîna xwe ew xist tayê, êþ û birîna çendîn cendekan li ber raxistî bû. Zozanekî sar qilûsa xwe bi bawerî li ber pê raxist. Evîna nezanan li ser Kevirê Sor bi tîpên zêrîn dinivîsand.
Xwe ji ava çeman zelaltir dikir.
Cotê çavan diyarî heyva nîvê þevê dikir.
Ajotina cotê hestan bi girnijîna xwe dikir.
Li ser banî rûniþt û cîhan ji çavên xwe re, ji berjewndiya xwe re hêsir kirin çek û li ser piþta mixabiniyan çû û çû...
Karwanekî ew bir, gustîla hunerbaziyê wek pertûkekê di nav destên xwe de perçiqand û got: “Sed dil bigirîn, bila yê min negirî"...
Rexnevanekî dî got: Ez leylanê dibînim, dotmîrekê dibînim. Navê keserê li ser xincera hilmê, spîbûna kaniyekê, li teniþt keniþtekê herikîna derewên reþ û spî dibînim.
Asman di nav sîngên diyarîkirî de dibînim. Rewþa avahiyê li welatê ko liv û canbaziyan jê hîn bûme dibînim.
Serê sibehê xanî li xanimê vala dibe, ronahiya tevdayî li xwe digerîne û serê xwe bi strana (Ev dilê min e) germ dike. Va neviyê pêximberekî bi destê wê girtiye û helbestbadeya erebî ji xortên hêjayî re hildide. Strana Hesenê Cezîrî di bîra rexnevanekî din de tê " Lê Nazo nazeliyê kihêla min Erebiyê, min ji xwe re li çolê diyê, lê Nazo, nazeliyê"…
      
13/02/2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark