Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ji te ditirsim! Û Em du zarok bûn (2 Helbest)

 



Demhat Dêrikî

Te tûrikê xwe
ji ferhengên tirsê dagirtiye
û li mejiyê xwe yê
di navbera hêvî û bê hêviyê de diçe
û tê, bar kiriye û her kêlî
bê ku razevîna min di dibistana
dilê Memo de têbigihê
di rûyê destegulên kenê min de
dibêjî; JI TE DITIRSIM!


Keçê esmerê, dînê, malxirabê,
bê îmanê!...ne te ez kirim kevokek
bask þikestî, dûr kirim ji refên firdana
di þahiya aso de.
Te ez kirim pêleke bê hogir û heval
di devê deriyayên bê binî de.
Te ez kirim dîl di peyvên nehezevînan de
ku awirên wan min dikin zindiyek mirî
li ser darbastên zimanên wan!
Te ez kirim persekekî koçber
li ber dergehê nezanan...û hêj
tu dibêjî JI TE DITIRSIM!..
tirsa çi?..
Ji dilê min ê ku te di xewnên xwe de
dike hilata rojê,
dike stêra herî geþ,
dike evîna kevot,
dike evîna tav û avê,
dike qublegeha nimêjên evînê,
dike þanên jînê,
dike hebûna keskesorê?...nizanim esmera farqînî
ger tu ji van ditirsê,
nexwe tirs li te pîroz be,
jiber ku tu ji tirsê jidayîk bûyî!...

----------------------------------------

Em du zarok bûn

Li gundekî di nava sirûþta
heft reng de, di nava zarokan de
em du bûn; yek keç ya din kur.
Me xaniyek hebû ji kelpîçan…
li zivîstana germ, li havîna hênik.
Li demê dibistanê
diya min pênûsa rêjî dikir du
jêbir dikir du
lênûsk dikir du
me li dora wan dikir dîlan,
sibehan zû
bi cilên pînekirî
di nava dilên çûkan de
em diketin rê!
Lê carna em þivan bûn
em her du hevalên baranê sor bûn,
li gel bayê zozanan,
li gel pêkeniyên seyê me bozo
kulilik ji lêvên me dipiþkivîn
tevlî bêhna cilên me dibû...
her ku em dikenîn cokavên zelal
pêlên xwe li kulilikên sorî dixistin,
ew jî tevlî govenda dilê me dibûn.
Nanek tenûrê,
serîk pîvaz,
kulmek lorik,
em dibirin xewa þîrîn!...ma çend xweþ bû gundê me?..
Lê, rojekê wek mîroyan kes hatin,
pêlavên wan reþ,
cilên wan belek,
li destên wan tiþtine biyan,
wek gurên birçî ketin nava gundê me,
agir pêxistin,
gund talan kirin, wêran kirin!..
Kenê me kuþtin!
Beranê sor xwarin!
Bozo xeniqandin!
kulilikên me serjêkirin!..
Em avêtin bajarên canxwer!
Li vir;
ne hevaltî heye,
ne hogirî heye,
ne hezkirin heye,
ne diristî heye,
ne bawerî heye!
Tenê dûmana reþ
wek marek ji kunê derdikeve
jehra xwe belav dike!..
va di nava wê de em her du
mezin bûn,
ne ez ez im û ne ew ew e!..
Her yek ji me bû cîhanek,
her yek ji me bû derewek,
her yek ji me bû janek,
her yek ji me bû evînderewînek,
her yek ji me bû bê bextek,
her yek ji me bû koleyek,
her yek ji me bû ne tiþtek!
Em bûne du kesên biyan
di nava buhuþta piþaftinê de!
Ne êdî me gund heye,
ne me xak heye,
ne me war heye,
tenê me xerîbiyek hey û ew jî
ne ya me ye, em bûne du kesên winda!...

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark