Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Geştek Di Nav Toreya Zarokan De

 


Konê Reş

Diyare ku toreya (wêje) zarokan di cîhanê de nû ye, dibêjin ku torevanên cîhanê hay ji toreya zarokan nebûn, nizanîbûn ku kesatîyeke zarokan ya serbixwe û cuda ji ya mivovên têgihiş‏tî û sere heye..
Di sed salên derbasbûyî de, ji nû ve bi çavekî vekirî li toreya zarokan hatiye mêzandin û ji nû ve hatiye gotin; zarok di salên biçûkaniya xwe de, di rewş‏eke taybet de dibuhirin, gereke tore, li gor wî jîyê (temenê)wan, ji wan re bê berhevkirin û afirandin...


Lê ku em li pêmayê bav û kalên me bi zîvirin (Anko Zargotina gelê Kurd) û berpêl bikin, hingê wê xwe‏ş ji me ve diyar bibe ku gelê kurd ji hezarên salan ve guhdane toreya zarokan û cihekî berfireh ji wan re, di nav zargotina xwe de terxankirine ..  Û di nav çerx û dewranên salan de, her nif‏şekî sipartîye nif‏şê din ku, wek xwe gihiştîye me û ku roja îro hêj gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîkrejinan maye.                                 
Di bawerîya min de, gelê kurd di vî warê guhdana zarokan de, pêş‏ketîtire ji gelek gelên cîranê me, ev pêş‏ketin jî xweş‏  belû û diyare di du tiştan de ew jî ev in:
 1- Bi navkirina qûnaxên ku zarok têre derbasdibin wek :
Şîrî - ‏Şîrvekirî -çarlepkî - tena - giloxetkî - serlingaketî - naş‏î - sîpe - gênc.. hwd.
2- Afirandin û berhevkirina çîrok û stranên zarokan li gor her qûnaxekê ji jiyê (temenê) zarokan.
Wek nimûne, ji çîrok û stranên ku min di zaroktiya xwe de sehkirine û hêj min ew jiberin, wek van çîrok û stranan di her qûnaxekê de ji zarokan re dihatin gotin:                                   
1- Di qûnaxa seretayî (ş‏îrî, şîrvekirî çarlepkî û tena) de, (stranên lorandinê) dihatin gotin, ew stranên ku dayikê bi wan kurkeça xwe dihêlan an dergûş‏ê de, di xew re dibir. Ew stranên ku destpêka wan bi vê hevokê destpêkir (lorî, kurê min lorî...) Û wek ku diyar e, stranên (lorîyan an Lorandinê) gelek cure ne. Dê li gor wan cureyan û li gor êş‏ , jan ,‏ şahî û kêfa xwe wê dayikê kurkeça xwe dinehirand û radizand. Cureyên (lorîyan) têvel in ji evînê, mêranî, tirs, gazin, kul û xeman pêk tên..
Hem jî, stranên ji vî cureyî, ji zarokên ku nû li ser lingê xwe radiwestiyan digotin: (Tena tena kirasekî bigirim li bedena..)
An (Ez ê herim Mêrdînê, qeysa lingê te bigrim ji tere bînim potînê..) Û wiha bi hezarê stran û çîrokan.. Û her herêmek li gor taybetîya xwe.
2- Di qûnaxa diwem de (giloxetkî, serlingaketî, naş‏î, sîpe û gênc) wek van stran û çîrokan ji zarokan re dihat gotin: (Hebû kêzikek, hebû qirş‏ikek, hebû tertikek, ba hat, qirş‏ik firya, baran hat, tertîk hilya, hingê kêzê kenya kenya rovîtirtirka wê qetya). An (Çîrokê  çîvanokê, xetxetokê golika xalo, çû piş‏t malo, golkê go: err, kalo go: tir, pîrê go: kezîkê min kur..) û wiha bi sedan ji van terzan...
3- Di qûnaxa sisyan de, cureyekî din ji çîrok û stranan ji zarokan re dihat gotin, nexasim ew çîrokên ku zarok bi rêka wan û bi zanyarî hîn û serwextî navên alav û destgehên malê û herêma xwe dibûn, wek van çîrokan: ‏Şengê û Pengê, Miş‏ko Mi‏şkaviro, Kêzê Kêzxatûnê û Pîra du diran... hwd.
Ji bilî ku di vî jiyî de zarok bi gelek lîztik û yarîyan dilîzin..
4- Di qûnaxa dawîn de, qûnaxa ku zarok têde dibin (nûgihiş‏tî û bengîn) çîrokên (rovîyan) ji wan re têne gotin, da ku zarok di jiyana xwe de dûrî fen û xepan herin û bi rêke rast û durist di jiyanê de bilivin. Tevî ku rovî di xapan de zîrek e, lê dawî ew xap tev bi serê wî de dirjin ..
.
Lîztikên Zarokan:
Ji rexekî din ve, zargotina kurdî dagirtîye bi lîztik û yarîyên zarokan ewên bigotin û stran in û hin ji wan  hene bê lîstik û yarîne, wek:
A - lîztik û yarîyên bi stiran:
- Pezê mîra li kû diçêre?
- Li qelêç
- Çi dixwe ?
- Nan û kêç
- Çi dirî ?!
- Safî herî.
-Dawta kê ye?
Wiha lîztik berdewam dibe...
B - lîztkên tenê bi stran û gotin:
Ev rengê lîztik û yarîyan tenê bistran in, gelekî pirin û gelek cure ne, wek (mamik û ş‏ertok jî di nav wan dene). Wek nimûne vaye stranek û mamikek:
- (Rovî, rovî, rindik, serê terya Rovî bi gulpincik, rovî çûye mala xala, herin Rovî bi qute dara bi hejmêr heger ne bît û çare qetla Rovî helale.)
mamik: (zîq û zîq, hey‏şt çîq û du ling ?) (çotkarîye)
û wiha bi hezaran...
C -lîztkên bê gotin û stran:
Ev celebê lîztik û yarîyan di folklorê me de gelekî pirin, wek nimûne evin navê çend lîztikan:
Lagê dê, Hitkê, Çavgirtinkê, Tûş‏tê, Çirê, Holê, Sêberkê Nehbirkê, Dam, Sêqevzkê...
Lê mixabin ku gelek ji van lîztik, yarî û gotinan hatina jibîrkirin û windabûn, yên mayî jî li ber widabûnê ne, her ku kalemêrek an pîrejinek kurd dimire, tiş‏tê ku li bal heye pêre diçe gorê, ji bilî ku li ber tatanê ye, talana gelên cîranê me û çare danheve...
Tevî ku di van çend salên dawî de, çend pirtûk ji zarokan re hatine weş‏andin, nexasim li Ewrûpa, lê ev kar tenê nebese û gelekî kême... Mixabin ku ta roja îro kesî ji dil û can barê toreya zarokan dananîye ser milê xwe û xwe di berde newestandîye, tevî ku mamê M. Emîn Bozarselan çend pirtûkên zargotinî çap û belavkirine...
Gelo! sedem çine, torvanên kurd li xwe danayînin, şerim dikin ku ji zarokan re binivîsin an zargotinê bidinhev ji ber ku sivik û hêsane, lê ne hêjaye ku xwe pê re bi westînin?!
Lê ku em xweşik di toreya zarokan de biponijin û li ser rawestin, wê ji me ve diyar bibe ku nivîsadina ji zarokan re pir giran û aloze.. Ji xwe mêranî di vir de ye, yê ku ji zarokan re binivîse û xwe bide ber vî barê giran...
Em bihêvîne ku nivîskar û hozanvanên kurd, zarokan ji berhemên xwe bê par nehêlin, eger em yên îro ne, ew yên pêşerojên me ne.
Yekî wek Ehmedê Xanî ji berî 300 salî ve ji bo zarokên kurdan nivîsandiye û gotiye:
Ev çend kelîme ji lûxatan Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkêt kurmancan.
Yê min jî, wek xemxwar û zikêş‏ekî zimanê kurdî, min du dîwanên helbestan ji zarokên gelê xwe re çap û belav kirine, ya sisyan jî li ser rê ye.. Ji bo wan zarokên ku bê dil, hin bi hin, dûrî zimanê dê û bavê xwe dibin, ji ber gelek sedemên çetîn û dijwar wek:
1 - Nebûna dibistanan, Radîyo û TV yên kurdî
2 - Hînbûn û fêrbûna di dibistanên biyaniyan de û akama TV û radyoyên gelên cîran..
3 - Windabûna gelek adetên kurdî û guhertinên ku di civata kurdî de çêdibin -wek tevayî gelên cîran- bi rex şaristaniyê ve, vê yekê jî hi‏ştiye ku gelek pêmayê bav û kalan winda bibe.



Konê Reş‏
Qami‏şlo

Netkurd.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark