Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotin û dîtin nabin wek hev.. (3-3)

 


Bihrî Bênij

vêca Miksê para şêr ji helbestên min sitand , min 15 helbest piştî festivalê hûnandin û 12 ji wan bûn sitiran heta niha ez wan sitiranan ji xwe re dibêjim û li xwe guhdarîdikim bi omêda dîtina dilbera xwe Miksê careke din îca belkî ew li min guhdarbê dengê min bighê her devera Wanê lê mixabin dengê min tevlî germîya peyvan û zîzbûna tembûra min dengê min ne yê sitiran bêjan e    ev jî nimûne ji wan in:


    1- gulşen e Miksê
………
Wan bihişt e       kulîlk mişt e
Gol tenişt e         kelh li pişt e…gulşen e Mîksê

Çemê har e          cih û war e
Ava sar e             dehl û dar e… gulşen e Mîksê

Çiya şîn in          wek wê nî in
Mel zêrîn in        bi hêlîn in…gulşen e Mîksê
.
.
.
Qesra Nacî           mîna tacî
Dû li bacî             şên dida cî… gulşen e Mîksê
…….
2- Ez çûme Miksê

Ez çûme  Miksê bextewer
Min xwest ku lê bim bê veger
Rojek  mi çû geşt û bi ger
Rojek  bi aheng û   semer
***
Ez çûm bi doza  festival
Min dî li wir kak û heval
Mîksê di ser de bû keval
Sor û sipî hem keske zer
***
Şahê  tilûran    lê re bû
Dengê bilûran  pê re bû
Sînga    civatê   jê re bû
Wî dan semayê dar û ber
…..

3-Miksê


.
Bi goman û bi pirsê
Bi sawîr û    bi tirsê
Bi şadî û     bi xirsê
Bûme dîdarê Mîksê
               ***
Çepkê pelên Spîndar
Lîlelîle       çemê har
Çipeçipa       tava sar
Silav da warê Mîksê
              ***
Di himbêza çiya  de
Di nav gul û giya de
Li bin   siya   biya de
Dike xew  şarê Mikes
…..
4- dînê Şaxê û Miksê
….
Evînk gwir dilê min xist      ji biskê bê   ji    şanê bê
Li min bada   perî û mist       zehî ew mist ji Wanê bê
Derê dil min   vegirtî sist       seba   naz û   ciwanê bê
Li bendî derb bi tîr û bist       bi vîn  can û  giyanê bê
**

Li xewnek Xavesorê bim        li ber çavê     kiyanê bê
Li  Xoşabê   li   dorê bim        li ber   bihna   rihanê bê
Li ber  zulmê û  zorê bim        wekî  hingiv ji  şanê bê
Li cem  horî   li korê bim         li ber     ebrû kevanê bê
….
5-Miks û Wan
.

Roja berê min ketye Wan
Derd û kulê min qet neman
Şahî  ketin      dil lê vedan
Hawîr bizav û berxwedan
***
Wanê  liyanek bû li hiş
Gava mi dî jev çûye giş
Gol û çiya gewd û giriş
Xizm û kesê genc û ciwan
***
Mi go ( gelo ev Wan e Wan)?
Yaxud xeyalek tê civan
Ez lê behîtim bê livan
Şarê ku rabû ser piyan

 wan ji ser riya Edremîtê  

  Wan

  
Hotêla Şahmaran ji dûr Sîpanê Xelatê xuya ye

6- Miks û Şaxê
….
Hîna serî   mestîn e  lê
Can û giyan pir tîn e lê
Mîksê revandim, sîne lê
Şaxê  şiyarkir   bîne   lê
***
Ser basikê mel çûme wir
Teyrê Feqîh rada xwe fir
Arê    dilê min hil û gwir
Şaxê mi   rah û xwîn e lê
***
Ber xuşxuşa Kanyasipî
Mat û begem mam çesipî
Wanê bihiştek gol li pî
Şaxê û Mîksê  cêwî ne
….

7- Miks xetîr e
.
Miksê  pelatînka     ciwan
Nav bexçekî deryaça Wan
Perwaz e ber kan û cuwan
Danî   li ser    dara   ziman
**
….

Miksê   kevoka aştiyê
Danî    li jora keştiyê
Keştî  li derya rastiyê
Dunya li pey wê pasewan
**
Miksê xurist û xelk û xak
Bû    qibleya dostan û kak
Kurd û cîhan kir destbirak
Turk û   Ereb , Firsê  iran

8- Miksa bedew
…..
Naz û bedew  bayê  şemal
Sihra   xuristê   da   cemal
Min qet nedî şibh û misal
Miks afirand   destê kemal
….
Yezdan  nigihdarê wira
Zor û sitem  ser gawira
Yê miks bidê ber awira
Dûjeh cihê wî ta zewal

9- Miksa nûjen
…….
Winda  li çol   û  beyaban
Bêkes  li ber   destê biyan
Fermî Xwedayê Mihreban
Çavê   mi  girt û bû liyan..

Şaxê û    Mîks û   Havesor
Tev bûne  kon û   keskesor
Em kirne  çavê xwe bi dor
Birh û mijank bûn baweşan

Ey dilberê ,      Ey av û av))
Dan cerg û dil misk û gulav
Ser   Warzûzê    bû    xunav
Fermo   li ser   çav û gulan


10- Miksa welat
……
Namek mi rêkir bi şewat
Mîksê cewabek jê nehat
Topê qumêş bo wê xelat
Mîksê    kirasek lê nehat



Pêlek   evîna    serhedê
Tirsim mi bigrê bernedê
Jarê dilê min berxwedê
Teqez nema   jê bê felat

Şaxê meded ey Xavesor
Miksê rekih kir bêj û tor
Bazê we ketye dav û tor
Bê tevger  û   bê kêferat
....
….

11- Nacî Begê
….                          

Nacî Orhan

Li mala Nacî beg

Koşkek    semawî    cî bilind
Şewq daye Miksê mîna find
Xweştir ji qesrê Sind û Hind
Navê    xwedî…  Nacî begê
**
Miksê kulê    wî pirkirin
Lê wî   bi rê  û   pir kirin
Min   jêr    tika û sirkirin
Gava mi dî… Nacî begê
**
Ser çok tewandin bejn û ser
Hember    nivîser lêkoler
Nevyê  Feqîhê  şaheser
Bê ser sedî … Nacî begê


12-Vîna Miksê
 
Dîwane bû du car û sê
Sewda   û dil venahesê
Du rojan   dî ket qefesê
Bihrî di nav vîna Mîksê

Ser danîye ser çoka Wan
Artos û Ehrek    pasewan
Xavesor û      Şaxa ciwan
Dibin germ bi tîna Mîksê
                   ****
Ew deryaça bi pêl û pêt
Keyîs û kohê    Girapêt
Berfa serê  Sîpan dibêt
Ba û baweşîna   Miksê
….

13-
Xewna Wan û Mîksê…..

Ketim xewna riya Wanê
Mi dî Gulşen û    Bêjanê
Li xan tev waliyê Wanê
Bo xêrhatin,   silavdanê

Hotêla Şahmaran

***
Mi dî   Dengîr û Hêlînê
Mi dî    millet    dilîlînê
Bi pêl derya  bi lezgînê
Kel û dêrê   li   hev tînê
**
Mi dî   Nacî   bi laqirdî
Mi dî Nusret kurê cindî
Li ser linga ne berbendî
Li pêşya destek û bendî

**
Mi Diclê   dî Ferat pêre
Şetê Kurd  çêdikin lêre
Nisêbîn hat bi qulpê re
Feqîh armanc e serdêr e
...
14-Miks û Nûrdiz

Piştî  felek  em  kirne der
Binxet weravt can û ceger
Dil hesret û sîng tev keser
Wanê birûsk da go  veger


Ez çûme hêla Nûrdizê
Baxê şilan  û  nirgizê
Lanê xezal û mamizê
Bilîsava ya mat li ser
....
......
15- Miks û Bilîsava
 
Bi sûnd dayê bi ava te
Bi  derya û  Xuşaba te
Mebest herdem delava te
Dikim kar û bizava te
**
Ji sînorên bi xef mayîn
Kelem têlên dirih dayîn
Vekir min rê ji nû zayîn
Ji dûr   hatim  Silava te
**

Serî  deynim  serê    sîpan
Li ber gol û  li kelha Wan
Li Miksê cem Feqê Teyran
Li Şaxê   nav    Girava te
**

Ji Havasor  herim   Nûrdiz
Gevêzbim nav giya himbiz
Kulîlk  û  gul  şilêr , nirgiz
Li nav  bihn û   gulava te
.......
        Gelo bi hûnandina van helbestan min mafê Miksê û Wanê da wan yan hestekî bihriyan berê di nava min de bû hate der?
Belê min dixwest mafê wan jî bidim û hestê di nava xwe de valabikim bi pel û xame yên vê heyamê bê kar dimînin.

Ez geriyam li navê Miksê di Enternêtê de heta ez giham malpera fermî ya qaymeqamiya Miksê Ku navê wê niha Bahçesaray e û min çend rûpel ji zimanê Turkî wegerandin zimanê Kurdî weke wêneyên panoramake dîrokî ji Miksê re û bi demê re çi hatiye serê wê û ketiye bin destê kê, girêdayê kîjan parêzgehan û navçeyan bûye û çi deshelatî ketine wî bajarokê delal ev jî deqa wan rûpelê malpera qaymeqmiya Miksê piştî min wergerndin Kurdî:
(
Miks.. bajarê ilhama wergerî zanînê..

Mukusa derdikevê pêş çi bi perwerdiya resen, çi bi afirandina helbestvan û tor û çi bi begîtiyên tarîn di dîroka Kurdan de xwedî cihekî giring e.di dibistanên  mîna dibistana Mîr Hesen Welî, dibistana Arwasî , dibisana Feqîyê Teyran  de gelek nasyar, zanyar û şagirt afirandin.
Rojhilatnasê Ûrisî: I. Orbellî navbera salên 1911-1912 an de li vir geriya di warê Etnografî de bi kar û lêkolînên  zanyarî rabû.Ev kar piştî mirina I.Orbellî bi navê (Di Mukusê de Folklor û jiyan )hate weşandin.Feqiyê Teyran (1590-1660)* giringtirîn helbestvan û nasyarê toreya Kurdî ye li Mukusê gundê Warezûzê hatiye dunyayê. Feqiyê Teyran yê perwerdiya xwe li Mukusê birîye  pey re bû helbestvanek ku nazîre li ser helbestên wî bên nivîsandin, û gelek behsa wî bê kirin.Mukusa bi navê Feqiyê Teyran ve mînak e navdengê wê çû.
Zimanzanê binavûdeng Mela Elîyê Teramaxî jî nivîserê berhemekî bi navê(Tesrîfa Kurmancî) li ser zimanzanî û rêzimana zimanê Kurdî li Mukusê gundê Termaxê hatiye dunyayê. Bi perwerdiya ku li vir birî ve, pey re bi pirtûka xwe  ve ya nivîsandî bû navekî li pêş di lêkolînên zimanê Kurdî de.
Widaî jî(1790-1850?)  yek ji  giringtirîn helbestvanên  dîwan yê toreya Kurdî kilasîk navek e navûdengî sitandiye bi nivîsandina berhemên xwe ve Widaî yê katib li cem Şeyxî Beg mîrek ji yên Mukusê bala gelek  lêkolerên tore kişand bi bêja xwe ya toreyî teybetî û uslûbê xwe ve.
Di sedsala bihûrî de bi teybetî di nav Kurdên Istanbolê de yek ji damezerên  Cemiîyeta Kurd Tealî yê dengekî mezin pê ketiye Hemze yê Mukusî(1892-1958) jî xwedî cihekî awarte ye     di dîroka çand û weşana Kurdî de.Hemzeyê Mukusî  yê perwerdiya xwe bire serî di dibistana Mîr Hesen Welî û Horhorê de, şûnde jî di zanîngeha Istanbolê de bû derçûyê şaxê Tore û zimanê Farisî.
Hemzeyê Mukusî ku perwerdiya ziman û toreya Kurdî dida cara yekemîn di tarîxa Kurdî de Mem û zîn li Istanbolê weşand. Ji bo vî berhemî pêşgotinek  pir giring nivîsand û lê zêde kir, di eynî demê de Hemzeyê Mukusî fêr dibû li ber destê zanayaê mezinê wê çaxê Bediîuzzeman  Seîdê Nursî di dibistana Horhorê de.
Mukus bi van çend mînak navên diyarkirî ve
di dirêjahîya dîrokê de bû navenda zanyarî , nasyarî û pendyarîyê.
Mukus bi çiyayên xwe yên bilind ve yên bûn ilhama helbesta ey av û av ya Feqiyê Teyran bi çemê xwe yê xuşexuş ve îro jî cihekî berdewam e li meqseda hezkirêyên xurstê.

Muslih sezer
Wan-2010
* Ev dîrok li ser kêla Tirba Feqiyê Teyran wisa ye ( 1561-1644) .

 
Dîroka Bahçeserayê..

  Derveyî dîroka kilasîk ya hevbeş ya Hawza derya Wanê   dîroka Bahçeserayê ya teybet dighê sedsala 6 an       
Cara yekemîn di nivîsên dîrokî de navê Bahçeserayê (Miks) bi navên Moks  yanjî Mokk weke mîrnişînek girêdayî şahnişîna Vaspûrakan derdikevê hemberî me.
Di dema pêşrewê Ebasî Mutewkkil de(847-861) Moks di nav bajarên vaspûrakan de tê destnîşankirin . di destpêkên sedsala dehan de mirê Moksê Zapranîk bi hêzên şahnişîna Vaspûrakan ve dijî imperatorê Bîzentî Basîl beşdarî şer bûye.di sala 1064 an de Mukus ya ketî bin destê Melikşah kurê Sûltar Alparslan de heta sala 1548 an bi dor kete bin parastina Axlatşahan, Eyyûbîiyan, Selcûqên Anadolê, Karakoyunlular**, Akkoyunlular*** û Sefewîyan.
Di sala 1539 an de bi bindestxistina Wanê ji aliyê sultan Suleymanê Qanûnî ve Mukus kete bin parastina impertoriya Osmanî. Lê ji sedama vekişîna hêzên Osmanî ji  herêma Wanê ji ber nakokiyên ku derkertin holê bi şahê Nemsa re Mukus dîsa kete bin desthelatiya Sefewî de . dû re di sala 1549 an de bi vegerandina dewleta Osmanî ji Wanê re carek din  bo destneguhertinê Mukus ktete bin kargêriya osmanî de.
Di sedsala 17 an de di parvekirina rêvebira Osmanî Mukus ne diyarbû behra kê ye bi şêweyekî boş hatibû hiştin (der-taserruf).
Piştî fermana rekxistinê guhertinên ku bûn di rêvebirîya Osmanî de , ji hol rabûna kargêriya mîrate de  rê û resmên begitî ya Mukusê bi dawî hat.di destpêka sedsala 19 an de ji  sedema qelsbûna rêvebira osmanî sala 1818, 1829 û bi teybetî 1843,1846 hinek komikên Ermenîyan serê xwe hildan.
Di destpêka sedsala 20 an de tevlî ku Osman paşa di sala 1855 an de ewleyî pêkanîbû jî di heyama dagirkirina Ûrisan de serhildanan berdewam kir û komkujî çêbûn.
Heta serhildana dawî gelê ji Ermenîyan, Kurdan û Turkan pêktê di Behçeseray de(Miks) bihev re mil bi mil jiyan.
Piştî rêxistinê Mukus bû weke navçeyekê alay ya Şatak(Çatak) ( Şaxê) ku girêdayî Beylerbeylikê ya Wanê . Di  sala 1922 an de ji  Çatakê hat sitandin û dan Gavaşê , û  şûn de bû girêdaya qeza Perwarî ya Sêrtê , di sala 1946 an de dîsa dane Gavaşê . di sala 1987 an de bi navê Bahçesaray bû piçûktirîn qzaya Wanê).

** Karakoyunlular.. nijadek e wergera wê nizanim ji ber ku ev zarav e lê wata wê veqetandî kara=reş, koyun=mih
Wisa dibê xwediyên miha reş
*** Akkoyunlular ew jî wisa dibê xwediyên miha sipî ew jî  nijadek in .

Ji Jêderên nivîsê: Bahçesaray Kaymakamlığı Resmi Web Sitesi/  Feqiye Teyran Kültür Festivali miks.mht 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark