Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Roniyek li ser jiyaneke windayî

 

Dr.Zara Brahîm
 
Bêguman bajarê Qamişlo îro yek ji wan bajarên taybete, netenê di cografiya kurdistanê de, lê belê ew bûye paytext di dilê her mirovekî kurdistanî de ji ber wê dilzîzî û dilovaniya xelkê wê, her û her lana leheng û qehremana ye. Gava mirov dîmenekê ji wan kolanên wê bigrê, gelek êş û kul xwe didin der.


 Bi dehan zarok û xortên nûhatî jiyaneke hejar û perîşan ji bêçarî lê derbas dikin, û heger ev kes hatine jibîrkirin ji aliyê dewletê ve, ya ku di ber mafên wan de berpirsiyare, lê tê xwestin kû em jî wan jibîr nekin. Xortekî bîst û sê salî ye, navê wî Ronî ye, bêtirî deh salan kû wî nas dikim, dê û bavê wî herdû çûne ser dilovaniya yezdan xwe hîn gava ew di pêçekê de bû, zavayê wî( mêrê xuha wî) ew xwedîkir, çikû bavê wî di jin anîbûn tevlî hemû astengiyên jiyanê û zehmetiya xwedîkirina zarokan. Kalik û pîrka wî jî guh didanê, sedema vê rewşa nesax, Ronî bêtirî xwendina serete tewaw nekir û di bere jî destbikar kir. Pelikê şens( yanesîb) difrotin bonî alîkariya malê bike, dawî dev ji dibistanê berda û ma karkerekî ji temenê xwe meztir di jiyana xwe ya zaroktî de. Lê herûher dilê wî biser xwendinê ve bû û roj bi roj ew nostalciya xwendinê canê wî diguvaşt, lê mixabin êdî dem derbas dibû. Ronî ta ku hinekî dilê xwe xweş bike, diber wî karê firotinê de dest bi zimanê kurdî kir û hêdî hêdî fêr dibû, gelek caran dihat cem min û pirsê ziman dikirin, û niha ew bi kurdî dixwênê û dinivîsê û her dem berîkên wî dagirtî pelikin û gotinên kurdî yên nû nivîsîne. Jibilî vê jî ew li malê, zarokên xuh û birayên xwe hînî zimanê kurdî dike û her tim gotinên wan yên şaş rast dike, û li cihê kar, li kolanên Qamişlo ew heval û dostê xwe naberdê û bela xwe ji wan navekê û gotinên wanî erebî şaş rast dikê û gotina kurdî hemberî jêre tênê, tevlî kû hin ji wan qeşmeriyên xwe jî pêdikin. Lê tiştê herî xweş kû şahiya mirov tênê, kû êdî ew hînî zimanê ingilîzî bûye bê kû here tu dibistana ji xeynî dibistana kolanên Qamişlo, û ji wî re bûye armanc kû hînî gelek zimana bibê, jiber wilo jî ew fêrî hin zimanên herêmê yên devkî bûbû weke filehkî-aşûrî û ermenî, sedema têkiliyên wînî kar bivan xelkan re. Bi rastî mirov gelekî serbilinde bi van xortên weke Ronî, çikû dibin barê giraniya jiyanê de, ew rih û hestê netewî û welatperweriyê bi vî rengê xurt peyda dibê. Lê hin caran ew gazina bêşensiyê dike, dê û bav nînin û nikarîbû bixwênê û eva ha jî wî bêhêvî dike. Lê hêviyeke wî kesayetî heye kû rojekê karibê here derve û bi riya zanînê xebatekê diber welatê xwe de bike, sedema vê dilşewatiya Ronî em di wê baweriyê de ne ku hin destên sipî û xêrxuazên li dervey welat wê karibin destê alîkariyê bidin vî xortê nestêlih û hêja da ku xwestekên wî bicî werin, jiber ku ew serbixwe ye, bê jin û zaroke. Ev yek nimûneye me hinekî danasîn , lê bi sedan weke Ronî hene , berxwedanê bi jiyanêre dikin û gelekan ji wan jî pir tiştên xwezayî winda kirine, lê kesên weke Ronî şeydayê netewa xwe bi vî rengê xurt kêm peyde dibin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark