Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Di salvegera roja mafên mirovan de

 


Hersal li seranserî cîhanê , roja 10-ê meha Berçille bi gelek hawan tê bîranîn . Ji ber ku , ev roja bi rastî rojeke awerte , bê hempa û di dîroka civînên rêxistina yekîtiya netewan de , pir bi nirx , giranbiha û pîroz e , roja 10-ê Berçille sala 1948-an ku nûnerên hemî dewletên cîhana wê hîngê – Sûriyê jî di nav de – erê kiribûn û îmza xwe avêtibûn ser belgeya lîsta mafên mirovan , bi þan û þoret , bi hêviyên gerim û hestên serkeftina viyana mirovheziyê û pêdiviya parastina jiyanê û raya giþtî re bi gelek zimanan dihate aþkerekirin .


 Ji hîngê ve , ev roj bûye navnîþaneke balkêþ û mezin , bi taybetî ji gelan re , çi reþik , çi sipî , çi mezin , çi biçûk , nemaze ji xêrnediyên weke me re , bûye doz û armanc , daxwaz û hêvî , lewre jî , gava mirov bala xwe bide , mêze bike , dê bibîne ku , çendî tevgera kurd li Sûriyê ji roja roj de xebitiye , xwestiye û dixwaze ku bîrbawerî bi naverok û wateyên vê belgeya dîrokî û fermî di civaka Sûriyê de cî bigre , bête çandin , gol vede û belav bibe , da ku rojek bê , dûr – nêzîk , ber dide .
Li ba pîlan û pirograma gelek hêzên serdest û karbidestan , paþverûtiya sîstema eþîr û êlperestiyê , tarîtiya hinde hêz di  bin perda netewperwerî û olperestiyê de , belgeya mafên mirovan metirsiyeke gewre ye , derd û kul e , pir bive ye .
Di çand û kultûra wan de , di hiþ û rewþenbîriya wan de , wekhevî û mafên mirovan , çêrokên qurf û tinaziyê ne , ji ber ku ew malxwir û kedxwirin , nijadperest , sergerim û çavsorin , çavtengiyan li zimanê me yê dê dikin , li jiyan û hebûna me dikin , li îmza dewlet û welatên xwe nabine xwedî , ew durû ne û dizanin durû ne .
Lê , em bivên nevên , dem tê guhartin , pêvajoya çanda mirovhezî û zaniyariyê ne li paþ e , li þûn nema ye , her diçe leztir pêþde dihere , çalakî û xebatên bona rêzgirtin û parastina mafên mirovan li seranserî cîhanê ciyê rêz û hurmeta hemiyane .
Bi xêra pêþketina þoreþa zaniyarî û di saya pêvajoya ragihandin û hesaniya danistandin û têkilvaniyê de , rewþ û nûçe, rastî û derew , nema têne veþartin . Hebûn û dadmendiya pirsa gelê kurd li Sûriyê û mafên mirovan nema bincil dibe .
Rojên li pêþ ne ji þerxwazî , binpêkirina mafên mirovan û gelan re ne , Ne ji domkirina qedexekirina zimanê me yê kurdî re ne .
M.Þêx Allî
Sekreterê Parta Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê .
Dawiya Berçille 2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark