Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mizgînî li we falvekerekê kurd derket

 


Diyar Ehmed

Weke her sal, di dawiya vê salê de jî min kar û barê xwe kir, rûdan û bûyerên hûr û gir yên sala borî danehev û di tûrekê botanî de di ser hev de dagirtin,ketim di ber de, bi ta û derziyê derê tûrê xwe bi kêliyên hûr dirût.piştrastbûm û min ji xwe re got:eve min barê li ser milê xwe hilanî û xwe ji hişkî û giraniya vê salê rizgarkir.vêca ezê rabim xwe ji sala nû re berhev bikim,ka ezê enternêtê yan televisiyonê vekim,ji ber tenê ewin pencere û çavkaniyên  pêzanîn û ragihandinan ji me re,bi wan bêhna me diçê û tê û dilê me pê dijenê,hêviyên me li ber ronahiya wan avis dibin. emê wan vekin û binêrin ka xelkê di dawiya vê sala têr kul û xem de çi kirine û xwe bi çi rengî ji sala nû re amadekirine, ka vê cîhana fereh  û vekirî wê bi çi awayî pêşwaziyê li vê sala hêvîdar bike…!!!???.


Gotinan dirêj nakim û serê we yê girêdayî bi sed paçikan bi gotin û galgalên vale na êşînim û gêj jî nakim.min rabû enternêt vêxist ,ketim di nava dûmana pêl û rûpelên malperan de , û min ew qulipandin. Dema min malpera Weltê Me vekir,herdu çavên min zîq bi gotara mamosta Qado Şêrîn ya bi navûnîşanê texmînên sala nû ket ,wek tu cerek ava sar di ser serê min de berdî,ez  vecniqîm û min ji xwe re got : eve tişta ku ez lêdigeram  va min dît.weke hercar pêketim bi hûr û kûr min ew xwend,dema gihame dawiyê wê min xwe nedît, ji nişkî ve singa min kelişî û vebû,dilê min firî,ji rikeha kavolên ziwa û tarî derket,perpitî,lukimî,kemitî, ber bi jor ve çû di nava xunav û xwêhdana ewran de vegevizî, teriqî , hiç bû ji keyfa reqisî.firek dîtir li xwe da ku hinekî xwe bilintir bike,ta ku nexşê kurdistanê bi tevayî bibîne û bi zelalî jê ve bi xuye,sînoran tev de vegire,gund û bajarên wê bide ber dûrbîna çavan,silav bike gelê kurdistanê , gaziya xwe bigihîne wan û ji wan re bêje : mizgîniya min li we va sitêrnas û falvekerekê kurd derket,û bi vê yekê nîşanên jidayîkbûna sitêra rojeka nû li esmanê welêt hilat,pêngavin mezin wê werin avêtin ,rûdan û bûyerin giran wê biqewimin, wê rewşa me kurdan ji îro pê ve were guhertin,rewşa gelê kurd wê di sala 2011 ê de bi xêr û bêr be,kesên dilsar û tirsonek bila ne tirsin ji siyasetên erebkarî û nejadperisiyê,wê nîrê zor û sitemê li ser singa wan rabe,herweha di destpêka vê salê de desthilatdariya sûriyê wê bifikire ku çareseriyekî ji pirsgirêka welatiyên kurdên bê nasname re bibîne û ji binî ve rayê serjimara ewarte ya sala 1962 ê ji erdê rake,kesên ku ziyan ji encamên wê yên hişk û diltevzîn dîtine,wê werin qerebokirin û mafê wan wê li wan were vegerandin,salên nexweş û zehmet yên borî wê bên jibîrkirin,û wê li vir tenê ne sekine wê xalên mersûmê (49)ê jî biguhere.
Di sala nû de zimanê kurdî wê bibe zimanê fermî di welêt de,lê wê mamosta û şarezayên zimên kêmbin,deriyê koçberî û koçbarkirinê wê were girtin,jîn û jiyana gelê kurd wê serûbinî hev bibe û gavin berçav wê werin avêtin,miletê kurd wê li kurdîniya xwe vegere,bi êş û janên belengaz,jinbî û sêwiyên xwe bihese,têr û halxweş,rîsipî û kenkenên milet wê destê arîkarî û yarmetiyê dirêjî bêkes  û perîşanên xwe bikin,û bi taybetî guhdaneka zêde bi malbatên girtiyên siyasî,wan xweragir û qehremanan yên ku dev ji mal û zarokên xwe berdane,xweşî û rehetiya canê xwe kirine qurban, ta ku azadî û serbestiyê ji miletê xwe re pêkbînin.
Di vir de jibîr nekin ku hûn mizgîniyê bidin dayîkên pakrewanên serhildana (12) ê avdarê,tenûra dil û hinavê wan sarbikin,û ji malbata şêxê pakrewanan re şêx Me''''''''şoqê Xeznewî re jî, ji wan tevan re bêjin:xwîna delal û xoşteviyên we li erdê ne ma,li ber serkaniyên xwîna wan ya zelal û comerd gul û kulîlkên rengîn bişkivîne,ked û karê partîzanên me bergirt,berxwedana girtiyên me vale neçû.lê mamostayê nav xweş rêzdar Qado Şêrîn, ka tu ji min re nabêjê,tenê daxwazek min ji te heye,ez yek ji wan xweragir û berevanê kêşa miletê xwe me,min lingê xwe daye tehtê û dibêjim:ez dev ji xaka bav û bapîran bernadim,çiqasî siyasetên çewsandin û binpîkirinê,bêkarî û birçîbûnê,serdestî û nejadperistiyê bihêz bibe, rijêma şovînist êrîşên xwe yên har û hovane xurt jî bike, min sûnd xwariye ku ez dev jê bernedim û bi tu deran ve baznedim,vêca ka bêje îsal li welatê me,li rojavayê kurdistanê wê rewşa ba û baranê çawe be,gelo…wê îsal baran bibare,dexil û danên me wê şînbibin,çêra sewal û kewalî,terş û dewarî wê çêbibe,kaniyên ava qerisî û şêrîn wê derbibin.bêje eger tiştin pêtvî jî hebin ezê ji we re rêkim,eger pêtvî be ezê hin fincanên ferforî yên ku em qehwa sibeha li ber dengê stirana hunermenda deng xweş Gulbuharê (kewa sibê bi xûne heyî bi xûne) tê de vedixun ji we re bişînim,yan nexşê kul û kelişî yê navdestên hin kesên bê şens û bext ku îro jimara wan li welatê me di pirbûnê de ye,yan jê ezê hin mû ji simbêlê xortin singpehin û navpol badayî bêkar rawestane li kêleka naverast û meydanên bajêr çavbelin li hêviya karin,yan jê kezî û biskek nazik û bedew ji pora keçikin dilgerim û çavbelek di mala bavên xwe de gula buhara wan seridiye,li benda şensên  xwe yên wenda û devgirtî  mane, û rêjeya wan jî pir bilind bûye û di bilid bûnê de ye,ji ber xortên kurda hêviyên wan dijiyanê de qurmiçandine,dev ji wan berdane û koçbarbûne,berê xwe dane ewropa, gelek ji wan di deryayan de xeniqîne û gelek dîtir barkirine dûr çûne,welat û milet jibîrkirine û kula biyaniyê di dilê wan de werim ye,koçberî ji wan re bû ye destpêka mirineka hêdîka,xortên dilpaqij û ciwan rêz û rawazên jiyana kurdewariyê jibîrkirine, welatê bav û bapîran valekirin.di ser van tevan de îro hikumeta sûriyê bi kunikî ketiye ber kolana bîrên patrolê de,zêrê reş di binê erdê de dikişînin,xêr û bêrên welatê me guvaştin,daweta dizî û talankirinê li dare .gelo… hûn nizanin wê kengî golên petrolê biçikînin,eger welatê me ma bê av û petrol, û baranên me jî ne weke berê ne, dexil û danên me çênabin, û miletê me jî penaber û koçbarbû,partiyên me ji hev belav bûne,zimanê me maye lawaz,bê kes û kar, ma ji nû ve emê li ser çi bigirîn,welatê hişk û ziwa,reş û vale…!!??.
Mamosta Qado welat tar û markirin,xêr û xweşiyên wê tev de dizîn,mirovên jixwefihêt û ji malbatên mezin serşorkirin,ew fêrî destdirêjî û parsekiyê kirin,xewin û hêviyên zarokên me di dergûşan de perçiqandin.bi kurtî welatê me weke seydayê Cegerxwîn gotiye : bûye welatê çirto û virto.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark