Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Nameyên sersaxiyê

 


  Bi helkefta wexirkirina serokê pêşî yê partiya demuqrata kurd li sûriyê (elpartî) birêz Dehamê Mîro, çend birûsk û nameyê sersaxiyê bi zimanê kurdî gihiştine malpera welatê me ,

em li vir  deqê beşekî ji wan belavdikin :
--------
Pirsnameya rihmetî Hec Diham Mîro
Ji bo tevahiya gelê kurd li her aliyên welat û cîhan
Ji bo skretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê kak Abdul Hakîm Bişar û gişt berpirs û endamên ElPartî yê.


Ji bo malbata xwedê jê razî Hec Diham Mîro
Kesên mezin û xwedî nav û bang herdem xwediyê xelkên mezin û bi nav û bang in, ji bo wê yekê Apê me sekretêrê berê yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Hec Diham Mîro ku yekeke ji wan kesên mezin û xwedî kesayetî bûye û bi berdewamî hewla yekitiya rêzên tevgera kurdî li rojavayê Kurdistanê daye û daxwazavanê bi destxistina mafên rewa yên gelê kurd bi awayeke diyalog û demokrasî  li rojavayê Kurdistanê bûye.
ji ber wê yekê em ji hemû hevwelatî û siyasetvan û xebatkar û rewşenbîrên kurd li her pênc parçeyên welêt daxwaz dikin ku xwedî li kesên xebatkar û xwedî bîr û ramanên netewî derkevin û bi bê berember wan mezin bikin û di nava rûpelên dîrokê de bi cih bikin, ji ber ku ew erk erkeke netewî ye.
Ji xwedayê dilovan daxwaz dikin ku cihê rihmetî bike bihişta razavî ya xwe û lê we re rihmetê.
Rojnamevan: Hozan Xelîl Efrînî  berpirsê Komeleya Kenedî-Kurdî ya mafên mirovan (CKAHR,INC)li Herma Kurdistanê.
3/11/2010 Başûrê welêt
---------------
Sersaxiya hêja Hecî Dehamê Mîro
Sersaxiya nemir Hecî Dehamê Mîro !
Malbata hêja Hecî Dehamê Mîro !
Bidilekî xemgîn û bi êş û jan me nûçeya koçbarkirina dawî ya hêja,
welatparêz , siyasetmedar , kurdperwer ; Birêz Hecî Dehamê Mîro bihîst.
Ez beşdarî xem û êş û jana we ya dijwar dibim.
Omêdewarim rojên wisa tal û nexweş dûrî malbata we bi .
Sed rehmet li giyana wînî  pîroz be û cihê wî buhişta rengîn be .
Bela serê miletê Kurd û malbata wî sax be .
Zinar Şêxmûs                      02.11.2010
----------
JI MABATA NEMIR HAC DEHAM MÎRO RE.
JI ISMAÎL HAC DEHAM MÎRO RE.
Bi êş û keder û bi dilekî xemgîn me nûçeya koçkirina welatparêz û welatpewerê nemir Hac Deham Mîro bihîst.
Ez binavê malbata Cegerxwîn sersaxiya malbata Hac Deham Mîro dikim û em hêvîdarin cihê wî bihişt be.
Bila serê zarokên wî û malbatê sax be.
Bila serê gelê kurd saxbe.
Xwedê wî bi dilovaniya xwe şahbikî.
Stockholm-Siwêd
  MALBATA CEGERXWÎN
  Kesra
----------
Sersaxî
Berêzan tev MALBATA NEMIR HAC DEHAM ê MÎRO, dost ü hevalê wî li welat ü dervi welat.
rezdar kak ismail,
Bi êş û xem min koçbûna welatparêz ü xebatkarê hêja Haci Diham ê Mîro bihist. gelî rezdaran ez ciqasî li ser hêja bêjim wê hindik be. ez tenê karim bênime ziman go, ew yek ji wan kesên go bi kar ü xebata xwe yi kurdperweri ü bi serbilindayi keta diroka kurdistanê de. hazar rehmet ü gul li ser Gora wî be, Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bihişt be. ez sersaxiyên xwe ü malbate xwe ji bo tevi malbata Miro li welat ü dervi welat pêşkêş dikim ü bila serê we û serê gelê kurd sax be.
Bilal Hasan (bave Hozan)

Almania 03.11.2010
-----------
Silav bo giyanê mamo Hacî Deham Mîro
1000 Silav bo giyanê Te mamo , vaye Îro em li Biyaniyê agehdarî nûça Koça Te dibin,ev nûça xemgîn , ku Em pir xemgîn kirin,bi koça Te mamo,geştirîn Stêr ji Azmanê Mozelanê weşiya û Tariyek êxiste ser derdora Mozelanê,mamo bi koça Te , Çirakek Geş û Ronî li Mozelanê melûl bu,di bin barê melûlî de , dê Emê bi xemgînî nûça Te li nav Gelê xwe belav bikin.bi mêranî Emê li dora Darbesta Te rawestin Serblindî hilgirin ser milan,Karwanê xatirxwaziyê dê ji Dêrika Hemko bi rêkevin,ber bi gundê giranbuha,ku Cenabê Te bo Gelê Kurd, kire Diyarî û Xizmetkarê Gelê kurd.
Silav bo te mamo,bi xatirxwaziya Te Em xatir ji Nunerê Serdarê Mezin Barzaniyê nemir dixwazin,mamo Tu weke nunerê wî , buyî hilgirê Barê yekîtiya Partî li Suriya, bê texsîrî Te ew kar bo Kurdaytî pêk anî,Tu buyi nîşana hevgirtina Partî,tu buyi hilgirê kar û barê sekreteriya Partî,roj bi roj xurt kir,ew hêz û xebat.Te yekem car helwesta Demoqratiyê bi kar anî,dema destura hibijartina civata Belediyan li Surî diyar kirin,ku herkes karin xwe bidin ber bi hilbijartinan,Te bi mêranî Partî bi Hêz bi rêve bir,nunerên Partî wê demê xwe dane pêş,ew kar di bin Serdariya te de bu mamo,ji bîr nakim wê Rojê weke Cejneke Netewî, Te serpereştiya wî Karî dikir,qunax bi qunax Tu li ser Nawendan di geriyî,hêz û mêrxasî dida Keç û Xortan.lê dema ku hate diyar kirin,ku ne bi Dêmokratî Encam hate der,mixabin û 1000 car mixabin dilê Te xemgîn kirin.
Nav û Dengê Te roj bi roj berz û bilind di bu,heya ku sala 1973 yan bi ser Te de û Serdariya Partî de hat,berê Parastinê kete Gundê Mozelanê,dest bi girtina Te kirin û li gel Te,Refek ji heval û hogiran girtin, birin Bajarê Şamê, 8 salan hun bune Find û Çira, ji Zîndanê we hêz dida me ,ku em bê Tirs rêça we berdewam bikin,Barê Te nema li Erdê , Xebat bi xurtî di hate kirin,
Nav û Dengê Te li Kurdistan û seranserî Cîhan belav bu , Rekxirawên mafên mirovan li ser rewşa te û hevalên Te disekinîn,navên we ketin nava rupelên wan.
Mirov dikarê pir bêjê û bi nivîsênê,merov ji Qehremaniya Te û Xebata Te Têr nabê,Xizmeta Te bo Partî,bo Kurdayetî û bo Rêbaza Barzanî,cihê serbilindya me ye,Rê li ber me herdem bi Ronî dikê,Em qet ji wê Rêça Pîroz venagerin û na Rawestin.
Mamo Tu ji nav Milet û Welat bardikê,berê Te li buhişta Karwanê Nemiran e,Tu dibê mihvan wan Tevan.
1000 Silav li giyanê Te Tevaya Karwanê Nemiran û Serdarê wan Barzanî yê mezin
Rêça Te , Rêça Kurdayetî ya Partî wê her berdewam bê,bere dilê Te rihat bê mamo.
Ekrem S.
Elmanya 02.11.2010
---------
Sersaxî
Malbata nemir Hecî DEHAM ê MÎRO li welat ü dervî welat
apê Ismail ü xaltîka Selam,
bi dilekî xemgîn ü êş me nûçeya koçbakirina apê hêja Hecî Deham ê Mîro bihîst. Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bihişt be.
rêzdarên hêja ev xemgînîya me teva ya ü em bi were parvedikin . em sersaxiyên xwe ji bo tevî malbatê li welat ü dervî welat pêşkêş dikin ü bila serê we û serê gelê kurd sax be.
Rêzana Hesen
Dr.Luqman Oskê Zaxuranî
04.11.2010
Almanya
---------
bo koçkirina welatparêz ü welatperwerê nemir hacî dehamê miro,
bi navê xwedayê mezin ü dilovan,

ez bi navê xwe ü malbata xwe, sarsaxiya malbata haci dehamê miro li welat ü li dervayi welat dikim.

bila serê zarokên wî ü malbatê sax be.

bila serê gelê kurd sax be

xwede dilovaniya xwe le bike

siyamend k. m.a. journalist und massenmedien
li almaniya


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark