Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Daweta kunda

 


 Dilovan çeto 

Mîr bankire wezîrê xwe û got  divî welatî de çi heye çi nîne , gelo miletê min jimin raziye ? liser min çi dibêjin, lê berî tu bersivê bidî ez dizanim tê çi bêjî.
Min tu carî ne bihîztiye rojekê kesekî ne razîbûna xwe daye xwiyanîkirin û ez bawerim tu kes birçî namînê jiber ez bixwe zanim bê çiqasî xêr heye mîna xêr û xweþiya li qesramin.


Pepûkê wezîr dixwest jimîr re rastiya ku bi çavê xwe dibînê bêjê lê . . . .
Mirovek di bajêr de hebû pir zengîn û maldar bû , ew bixwe bazirganekî pir mezin bû, rojekê xwarina mîr û zilamên wî çêkir.
Mîr çend siwar û çend zilamê xwe dane pey xwe û berê xwe dane mala bazirgan .
Birêde gihane gundekî xerabe ,riya wan di nava gundre derbas dibû , li milê rastî wan refekî kunda liser xaniyekî xerabe danîbûn û li milê çepê jî refekî dî hebû. Mîr û kesê pêre gihiþtine hemberî kunda , dengê kundê milê rastê hate wan, zilamek ji zilamê mîr got ji kerema xwere hinekî rawestin ez ji van kunda fêm dikim)ez bi zimanê wan dizanim).!!
Dema mîr ev gotin bihîst destê xwe hilda û got rawestin. Piþtî kundê milê rastê gotinê xwe bi dawî kirin mîr ji wî zilamê xwe pirsî van kunda çi gotin?
Zilam got mîrê min xwiyaye ev kundê milê rastê hatine ser cila kundê milê çepê û dixwazin yekê bixwazin.!!
Mîr got ma evê dî çi dibêjin, bû qide qida refê dî . zilam got ew dibêjin win ser çava hatine, refê milê rastê gotin ji kerema xwere jimere bêjin nexta (qelen) bûka me çiye?
Refê rexê bûkê gotin qelenê wê çil gundê xerabene.mîr bilez got guhê xwe bide wan bê wê çi bêjin.
Kundê rexê zavê gotin me qebûl kir, lê malbata bûkê gotin çawa winê karibin çil gundê xerabe peydakin?
Yekî ji refê zavê bankir û got saya xwedê û serê mîr eger we çil xwestiye em karin bênçî û zêdetirî wilo qelenê bûka xwe bidin!!??
Mîr matmayî ma û got : gelo meqseda va kunda kiye ?
Zilam got mîrê min ev gotin tev liser teye !! livir mîr bi tepa biserê xwe ket û got hetanî bi kunda di zanin ku ez xerabiyê divî welatî de dikim, lê ez soz didim ji xwedanê mezinre ji îro pêve ez zilm û zorê li tu kesî nema bikim û ezê hewl bidim gund û deverê xerabe avakim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.25
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark