Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Min ji Amedê re got: ‘Ez keça te me’

 


  BARZAN ÎSO

NAVENDA NÛÇEYAN
- Helbestvana Kurd Nesrîn Ehmed bersiv da pirsên ANF’ û got: “Min ji Amedê re got: ez keça te me. Wê jî got: ez diya te me”. Nesrîn, çivîkeke biçûk e. Hîna têr ji çem, kanî û robarên wêjeya Kurdî venexwariye. Hîna ji gul û kulîlkên çand û hunera Kurdî têr nebûye. Hewldide di samfoniya helbesta Kurdî de, bi deng û rengên xwe, awazekî taybet bihûne.


*Tu û peyva Kurd, kengî hûn bûn hevalên hev?

-Di despêkê de, min bi zimanê Erebî dinvîsand û hin hewldanên min di vî warî de hebûn. Ji berî çar salan, hevalekî min, çîrokeke min a kurt ya bi navê Bihara Windayî ji Erebî wergerand Kurdî û weşandibû. Bê ku bide xwiyakirin ku ji Erebî wergerandiye. Dema min ev çîrok bi Kurdî xwend û min navê xwe li bin dît, hingî min naskir çiqas barê min girane. Ez neçar mam xwe fêrî nivîsa peyva Kurdî bikim. Tevlî em di malê û jiyanê de bi Kurdî diaxivin.

*Çima te hebest hilbijart? Da tu raman, hest, xewn u xeyalên xwe derbirînî?

-Nizanim bê kî/ kê hilbijart? Lê ez bûm dîlê helbestê.

*Hîna tu di despêka meşa helbestvaniya xwe de yî, bandora kîjan helbestvan li ser te heye?

-Bi rastî, ez nikarim vê bêjim. Ji ber ku her kesekî min peyvek jê re xwendibe, bandora wî li ser min heye. Bi qasî wê peyvê.

*Tu ji kê re dixwînî?

-Çi bikeve nav destê min, dixwînim. Jİ ber ku her tişt peyda nabe. Lê dibe ku navên min ber bi xwe ve bikşînin, weke: Selîm Berekat, Mehmûd Derwîş hin wergerên ji wêjeya navnetewî. bi kurdî, Melayê Cizîrî, Cigerxwîn…hwd.

PÊWÎSTIYA HELBEST Û PEXŞANA KURDÎ BI REXNE Û WERGERÊ HEYE

*Helbesta kurdî di çi rewşê de dibnî?. Bitaybet, berhemên helbestvanên jin?

-Îro, em berhemên helbestvanên Kurd bişopîn, emê çend pênûsên xurt û xwiya bibînin. Ev zindîbûn û geşbûna helbestê dide xwiyakirin ku berhemên helbestvanên jin ne kêmî berhemên helbestvanên mêr in. Helbestvana Kurd bi nazikî û kûrahî helbestê dinivîse. Bi canê xwe dinvîse. Lê bi ya min, helbest û pexşana Kurdî pêwistiya wan bi rexne û wergêrê hene. Dîmena çandeya Kurdî bigiştî, pêwîstiya wê bi hişmendiyeke rexneyî ye. Mafê her kesî heye bi Kurdî binivîse. Xweska 40 milyon Kurd bi Kurdî binivîsin. Lê mafê her kesî tuneye were bêje: ez helbestvan im an rexnevanim!. Dibe ku pir hêsan be li cem yekê ku ji xwe re bêje, nivîskar û helbestvan. Lê malwêraniya çendeya me a teze ku her kes rabe û ji xwe re bêje: ez rexnevanim!. Helbesta Kurdî a nûjen û a kilasîk heye, lê mixabin, me rexne nine.

MIN BAWER NEDIKIR KU DILÊ MIN BIBE DÎLÊ BAJAREKÎ

*Di destpêka meha pûşberê tu li Amedê bûyî. Tu hatî vexwendin mehrîcana dehemîn a çand û hunerê. Amed û mehrîcana wê çi bandor li te kir?

-Min tu carî bawer nedikir ku dilê min bibe dîlê bajarekî!. Kolanên Amedê bêhna bav û bapîran belav dikirin. Her kevirek ji kevirên bedena wê çîroka lehengiyekî dibêje. Beşdariya mehrîcana wê derfetek mezin bû, ji bo min. Çi di warê naskirin û têkiliyan bi nivîskar û rewşenbîran re, çi bi sûde wergirtina ji çalakiyên wê pir cure û rengîn.

MIN JI AMEDÊ RE GOT KEÇA TE ME, WÊ JÎ GOT EZ DIYA TE ME

*Te çi ji Amedê re got? Amed çi ji te re got?.

-Ji Amedê re min çend helbest xwendin. Ew jî keyf û hezkirina xwe diyarî min kir. Min ji Amedê re got: Ez keça te me. Wê jî got: ez diya te me… berî tu herî, ka were, ez têr maç bikim.

*Te çi ji Amedê bi xwe re bir Dêrikê? Te çi li Amdê hişt?

-Min çend xewn û gurzek hêvî û gelek evîn bi xwe re anîn. Lê min dilê xwe li wir hişt.

*Çemê Diclê Amedê bi Dêrikê ve girê dide. Ji bilî Dicleyê çi hene Dêrikê bi Amedê girêdide?

-Zimank û hêviyek û evînek… tevlî xwîna pakrewanan .

*Te tevgera rewşnbîrî û çandî li Bakurê Kurdistan çawa dît?

-Karekî mezin û guhdaneke ji dil tê kirin. Hêvîdarim wê di paşerojê de encamên mezin xwiya bikin. Çimku çalakiyên bi vî awayê berfireh, hêzê dide can û tevgara rewşenbîrî û çandî.

*Hewldanake te yî fedyok hebû di warê ragihandina Kurdî de, ku te çend xelek bername ji kanala “Kurdistan TV” re çêkiribûn, te karê ragihandinê çawa dît û çima te berdewam nekir?.

-Bi Rastî, karê ragihandinê ez gaveke mezin bi pêş ve dam. Tevî kurtbûna wê, lê di karekî ku mirov karibe qunçikên tarî ronî bike û dîmenên veşartî bide xwiyakirin, mirov gelekî kêf xweş û hêvîdar dibe. Mixabin, min nikarîbû berdewam bikim, ji ber rewşa ewlekarî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark