|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Reqsa Konê reþ li Batmanê Cigerxwîn di gorê de xemgînkir !. |
|
|
Luqman Yûsif L.yusif@hotmail.com
Berî ez daxwyanî û têbînên xwe di derbarê gotara mamosta Konê reþ de ya di malpera Welatê me de hatiye weþandin bidim xwyakirin ,ez dixwazim bêjim ku mamosta Konê reþ bûye mîna sitûnek di wêjeya kurdî de û ji ber evê giringiya wî ez na xwazim ku ew li ti keleman biterpile!. Ji ber ez pê dizanim ku singa wî ferehe , dilê wî mezine û hiþê wî jî ciwane; min tê re dît ku ez van têbîn û rexneyên xwe li ser gotara wî diyar bikim.
Konê reþ di gotara xwe de nivîsiye ku Cigerxwîn hatibû xwyakirin bi xebata xwe ya di warê netewî de .Li vir ez dixwazim bêjim ku Cigerxwîn ne kesekî netewî bi tenê bû ;lê belê ew mirovekî netewî û cîhanî bû û ewî li ser hemî enyên cîhanî yên ji bo berjewendiyên mirovantî û gelan vebûbûn kar û xebat dikir ; tevî ku ewî ala netewa xwe bi rengekî bilind berba dikir û ev tê zelalkirin di vê helbesta wî de : Markisîme dixwazim li her derî dibezim Berî hertiþtî kurdim Li afriqya dikim þer li ewrpa dikim ger hindî me bê kirasim serfirazim sovyatim Berî her tiþtî kurdim ................. Û ji bilî vê helbesta wî bi dehan hene. Têbîn û rexneya min ya dwemîn li ser mamosta Konê reþ ewe ku dibêje: Heger Cigerxwîn ne gihabane Hemîdê Derwêþ û tevlî partiya wî ne bûbane ewî ne bane !.Mixabin ev helwesteke pir þaþe û gunehekî pir mezine ne gerek bû bi pênûsa Konê reþ hatiba nivîsandin .?.Ji ber her kes dizane ku Cigerxwîn bi ristên xwe hatiye xwyakirin û di nav miletê xwe û li cîhanê deng daye , û Konê reþ bi xwe di gotara xwe de dibêje : Navê wî bi saya helbestên wî ji nav gel nayê ji bîrkirin!.Û heger rastî bê gotin dive her kes bêje ku hebûna cigerxwîn di nav partiya Hmîd derwêþ de bû ji sedemên alîkar ku hiþt Hemîd û partiya xwe li ser piyan rawestin . Ez wisa dibêjim ne ku xwîna Hemîdê Derwêþ bi min tehle ( û ne zehf bi min þirîne jî) .Lê Ji ber ez pênûsa mamosta Konê reþ ji kurdan tevan re dibînim ez naxwazim mêldarî bikeve nivîsên wî de. Ji ber evê yekê ez dixwazim helbesta Cigerxwîn ya dibin navnîþana (ji hevalekî nezan re)( ji dîwana heþtan ) ku nakokiya di navbera wî û Hemîd de dide xwyakirin ji mamosta Konê reþ re bi bîr bînim : Ho hevalê cwanmêr Kengî pisîk dibin þêr Rista te ya pir cwan Pê xweþ dibin dil û can Vaye giha destê min Ew jî wekî ristê min Têde êrîþ dibî min Lê nizanî ez kîme ? Tu guh mede neyara Asin diþkî bi dara Dîkên xerzan xwe dan hev Hê nebûye dema rev Raste îro dizûrin Lê hê gelek li dûrin Millet kiye li cem te ? Ev çi ware, çi semte? Li rojnaman binêre Kî pisîke ,kî þêre? Evên gernas û rêzan Dijûn didane Berzan Li cem minin xêzên te Nivîsar û rêzên te Êrîþ dibî ser Hemîd Çi dixwazî ji Reþîd Xwe meke wek nezana Tu tif meke ezmana Tiþtên pîs û kesnedî Dibin bela li xwedî Ji dil bavê gir û kîn Dibî dostê Cigerxwîn Di dawî de hêviya min ewe ku Kon konê kurdan tevan be û li ser bihtir ji sitûnekî vegirtî bi mîne .? =================
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|