Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hejmara 48an ya PIRSÊ hejmareke taybet e ji bo koçkirina Rezoyê Osê

 


Naverok:

-Pêþgotin:
- Rêwresmên xakspartina nivîskar û zimanzanê Kurd Rezoyê Osê:
- (gotin… name… birûsk…)
- Rûwresmên çelrojiya goçbarkirinê:
- Ahenga Qamîþlo
- Gotin , name , birûsk… ên hatin xwendin
- Lêkolîn , gotar , helbest… ên gihane kovarê.
- Ahenga bajarê Hannovera Almaniya
- Ahenga Berlînê paytexta Almanya 
- Ahenga Stokholmê paytexta Siwêdê.
- Gotinin vebjarte ji Êntirnêtê û lênûsa seredana serxweþkirinê
- Nivîsareke vebjartî ji yên Rezoyê Osê di hejmara kovara Pirsê ya 35an de hati bû belavkirin.




Rezoyê Osê li gel mala xwe


-Pêþgotin:

Heval Rezo… !  Erê mirinê govdeyê te ji nav me bir, lê pêjna te herdem li ber çavên me ye
Piþtî kefecaneke dirêj bi jana Pençejan/Pençþêrê re, nivîskar, zimanzan û rewþenbîrê navdar, endamê desteya rêvebir a kovara me kek REZOYÊ OSÊ, li roja 4.3.2010an li bajarê Qamîþlo jiyana xwe ji dest da. Li roja din 5.3.2010an jî govdeyê wî yê pak, li cihê jidayîbûna wî, li gundê Dekþûriyê hat veþartin.
Li roja xakspartinê, hejmareke mezin ji rewþenbîr, nivîskar, berpirs û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyê mafên mirovan, welatiyên ji hemî netewe û olên Cezîrê, ligel malbat û mirovên wî, bi darebesta wî re bi rê ketin, û li rêwresmên xakspartinê amade bûn.
Beþdaran mixabinya xwe ya ji dil û can de, ji bo goçkirina merovekî wiha qedirgiran diyar kirin, û dupat dikirin, ku mirina kek "Rezo", ne tenê ji ziman û çanda Kurdî re ziyaneke mizin bû, lê belê ji hemî pêkhatiyên netewî û olî re li herêma Cizîrê jî jidestdayîneke berçav bû.
Bi rastî jî, kek Rezo ji bêtirî çel salî de di warê raman û nivîskariyê de dixebite. Wî barê gelê xwe, nemaze di warê parastin û pêþxistina zimanê Kurdî, danî bû ser milekî xwe, û pêkanîna azadî  demoqrasiyê ji hemî gelê Sûryê re danî bû ser milê din.
Li roja xakspartinê, li bin konê serxweþkirinê û di malperên êntêrnêtê de jî, gelek gotinên hêja li derbarê goçkirina wî hatin gotin, xwendin û nivîsandin, di wan gotinan de sinciyên kek Rezo yên bilind, salixên kesayetiya wî ya cidawaz û torevanî û payebilindiya wî di warên ziman, çand û welatperweriyê de bi bîr tanîn û bilind  dinirxandin.
Ji bona lidarxistina çelrojiya ciwanemerg Rezo jî, kovara "Pirs" li roja 15.4.2010an ahenga boneya Çelrojkê li bajarê Qamîþlo li dar xist. Lê ji ber helwestên destlatê di tenga gelê Kurd re, aheng bi dizî û di cihekî ne li gor meqama Kek Rezo de hat lidarxistin, ji ber wê yekê jî hejmareke biçûk û vebjartî ji dost, rewþenbîr, nivîskar, helbestvan, zimanzan,  malbat û berketiyên wî ji Cezîrê, Helebê, Efrînê û Þamê hatin vexwendin. Gelek lêkolîn, gotar, helbest, name û birûsk ji welêt û ji derveyî welêt ji bo wê boneyê giha bûn komîteya amadekar, lê ji ber rewþên ewlehiyê û kêmbûna demê jî, tenê hinek ji wan hatin xwendin.
Bi rastî jî û bi þehadeta pêzanan, ciwanemerg Rezo, karekî bê westan û hêja di ber çand û zimanê Kurdî de kir, û bi pêdarî baweriyên xwe parastin û jê re rastgo bû. Ew ji hevalên xwe re jî dilsoz bû.
Wekî ku em dizanin, kekê me Rezo ji sala 1993an de, ango ji destpêka derhatina kovara (Pirs) de, herdem endamê desteya rêvebirina wê bû, ew di hemî karûbarên wê de weke endamekî çalak beþdar dibû, û ta dawiya jiyana xwe xemxwarê wê bû. loma jî desteya rêvebirina kovarê biryar da, ku hejmara (48)an ji kovarê bibe hejmareke taybet, û hemî gotin, lêkolîn, name, helbest û birûskên ku li roja xakspartina kek Rezo û li boneya çelrojkê jî giha bûn desteya kovarê, çi yên hati bûn xwendin û çi yên ne hati bûn xewndin, di hejmara taybet de werin weþandin.
Li ber roniya biryara desteya rêvebirina kovarê, ev hejmara taybet dê ji çar beþan pêk were:
-  Beþê yekem: Gotin û nivîsarên roja xaspartinê.
-  Beþê duyem: Karûbarên boneya çelrojkê.
-  Beþê seyem: Gotinin vebjarte ji Êntirnêtê û lênûsa seredana serxweþkirinê
-  Beþê çarem: Nivîseke vebjartî ji nivîsarên Rezoyê Osê, ku di kovara Pirsê de hatiye weþandin.
Em baþ dizanin, ku mirovên wek Rezo xwe bi xwe nemirî dikin, û em herdem dêndarê wî ne. Lê em hêvîdar in, kani bin beþekî biçûk ji kar û rindiyên wî di mirina wî de lê vegerînin.

Ji bo xwendina naveroka hejmara kovara pirsê ya teybet li vir bitikîne

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark