Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tîma rewşenbîran a siporê

 


Ehmed bavê Alan

Çav û hişê bihtirîn ji yek miliyar mirov heger ne pirtir be, îro li başûrê Efrîqiya disekinin. Başûrê Efrîqiya ya ku mihvandariya copîya 19` dehan ya peyala cîhanî kir, welatekî  mîna başûrê Efrîqiya ya ku berî çend salan ew di bend destê rêjêmeke xwîn mij û sitemkar  de bû, û ne wekhevî di wî welatî de dihat şopandin nexasim dijî reşan, lê tijarî jî zilm û sitemkarî berdewam nabe ta dawiyê. Di nav wan reşan de şoreşgerek rabû navê wî Mandêla bû, ewî karî miletê xwe şiyar ke li ser mafê wan, karî bêje di nav bere reş û sipî de ti tişt tine,  digot: "em tev mirovin, de werin em li vî welatî bi hevre bijîn, û em welatê xwe avakin, û nûjen kin mîna hemî welatên serbixwe".


Bi sedê caran hat kirtin û êşkencekirin, lê dawî ew xistin zindanê, û ew ji ya xwe nehat xwar, tevlî ku 27` heft  salan di zindanê de ma, lê ewî di serê  miletê xwe de çandibû ku mafê we hebûna we ye, û ta ku Mandêla di bin zora milet de ji zindanê derxistin, û ew rêjîma sitemkar ket, û hilbijartinên azad çêbûn, û Mandêla bi ser ket û bû serokê başûrê Efrîqiya, û bê sekn dest bi avakirna welatê xwe kir û wekhevî  çêkir û her kes kare bi serbestî di vî welatî de bijî.
Tijar mero nikare di rûpelan de karê mandêla binvîse, çimkî Mandêla çîroka wî û karê wî pir dirêje,welhasil  Mandêla tiştek pir mezintir jî ji welatê xwe re kir ewjî  mihvandariya welatê wî ji peyala cîhanê re, çimkî ewî bi hêzek mezen erîkarîya welatê xwe kir .
Vêja em vegerin mijara xwe heya ku me li ser we camêran dirêj kir lê bibûrin. Bi rastî bajarê me Qamişlo jî wek hemî deran hatiya xemilandin bi alên dewletan, û wêneyên lîskvanên fotboolê,Vêca min ji xwe re got: ka emê li nav nivîskar û rewşnebîran bigerin û bi pirsin,ka ew jî haya wan ji veyva mondîyalî  heye? Û em binêrin ka ew bi kîre ne, û ji kî hesnakin.?

Pirsê me evbûn:

1-tîma hêja li ber dilê te?
2-tîma dûyem?
3-lîskvanê te yê hêja?
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye?
5-tîma qels û kêm?
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike?
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be?

û min dest bi telefonê kir û ez bi gelekan re beyîvîm, hin ne li mal bûn, û hin ji wan hîç haya wan ji vê meslê nebû, û hinjî birastî pispor bûn di fotboolê de, em dest pê kin.



Mamoste Xalis Misewr

1-tîma hêja li ber dilê te? Ercentîn.
2-tîma dûyem? Berazîl.
3-lîskvanê te yê hêja? yek heya heskirna wî ji dilê min dernakeve,Suqrat.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? ji xortaniyê ve.
5-tîma qels û kêm? Cezayîr.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike?dilê êrîşê, ez dixwazim ez gola bînim.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Denîmark * Ercentîn 1*0


Mamoste Ferhad Icmo

1-tîma hêja li ber dilê te? Ispaniya.
2-tîma dûyem?Berazîl.
3-lîskvanê te yê hêja? Suqrat.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? Ji zarotiya xwe ve.
5-tîma qels û kêm? Tev başin, û lîska wan pêşketiya.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike?dilê êrîşê.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Berazîl* Ispaniya* Berazîl 2*1



Mamoste Siyamend Birahîm

1-tîma hêja li ber dilê te? Berazîl.
2-tîma dûyem?Berazîl.
3-lîskvanê te yê hêja?Maradona, evîndarê wî me, piştî  kebaniya xwe.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye?ji xortaniyê ve.
5-tîma qels û kêm?Cezayîr.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike?dilê dilê êrîşê.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Ercentîn * Berazîl 1*3



Mamoste Dildarê Mîdî

1-tîma hêja li ber dilê te?Elmaniya.
2-tîma dûyem? Ercentîn.
3-lîskvanê te yê hêja? Kaka
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? Ne ji zûve.
5-tîma qels û kêm? ji bo hestê kesî  neşkînim, nabêjim.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Golar.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Ercentîn * Berazîl 0*1


Mamoste Luqman Silêman

1-tîma hêja li ber dilê te? Ercentîn.
2-tîma dûyem? Berazîl.
3-lîskvanê te yê hêja? Mêsî.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? Ne ji zûve.
5-tîma qels û kêm? Feransa.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Êrîş.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be?Ercentîn* Berazîl 1-0


Mamoste Ekrem Hisên

1-tîma hêja li ber dilê te? Berazîl.
2-tîma dûyem? Emrîka.
3-lîskvanê te yê hêja? Kaka.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? Ji xortanîyê ve.
5-tîma qels û kêm? Qels tune ne.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? bervedan.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Berazîl * Emrîka 1*0


Mamoste Ciwan Nebî

1-tîma hêja li ber dilê te? Ercentîn.
2-tîma dûyem? Elmaniya.
3-lîskvanê te yê hêja? Mêsî.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? Hohoooo,ji zûde.
5-tîma qels û kêm?Emrîka,hun dizanin çima? Ji ber çihê wê şere ne fotboole.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Baskê çepê.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Ercentîn* Elmaniya 1*0



Mamoste Şepal Hêvo

1-tîma hêja li ber dilê te? Berazîl.
2-tîma dûyem? Berazîl.
3-lîskvanê te yê hêja? Mêsî.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? ji zarokiya xwe ve.
5-tîma qels û kêm?Cezayîr.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Bervedan.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Berazîl* Ercentîn, wê bi dûsibate bilîzin, û Berazîl wê bi serkeve.


Mamoste Hisên Ehmed

1-tîma hêja li ber dilê te?
Elmaniya.
2-tîma dûyem? Ercentîn.
3-lîskvanê te yê hêja? Mêsî.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? Ne ji zûve.
5-tîma qels û kêm? Ev mondîyal zehmeta, qels bi rastî kêmin.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Êrîş.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Berazîl * Elaman 1*0


Mamoste kerem Yûsif

1-tîma hêja li ber dilê te? Elmaniya.
2-tîma dûyem? Ercentîn.
3-lîskvanê te yê hêja? Kiloze.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? ji zarotiya xwe ve.
5-tîma qels û kêm? tune ne.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Baskê rastê.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Elmaniya * berazîl , wê bi dûsibate elmaniya bi ser keve.



Mamoste Qadir Egîd

1-tîma hêja li ber dilê te?
Berazîl.
2-tîma dûyem? Berazîl.
3-lîskvanê te yê hêja? Kaka.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? ji zarotiya xwe ve.
5-tîma qels û kêm? Cezayîr.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Golar.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Berazîl * Ercentîn  2*1


Mamoste Mehmûd Badilî

1-tîma hêja li ber dilê te? Elmaniya.
2-tîma dûyem? Ercentîn.
3-lîskvanê te yê hêja? Mêsî.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? ji zarotiya xwe ve.
5-tîma qels û kêm? Hindoras.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Baskê çepê.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Berazîl * Ercentîn 1*2


Mamoste Mihsin bavê Jîn

1-tîma hêja li ber dilê te?
Elmaniya.
2-tîma dûyem? Ercentîn.
3-lîskvanê te yê hêja?
Mêsî.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? ji zarotiya xwe ve.
5-tîma qels û kêm?Cezayîr.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike?
bervedan.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Ercentîn * Elmaniya, wê bi dûsibate bi dawî bibe,û Elmaniya wê bi ser keve.


Mamoste Dildarê Aştî

1-tîma hêja li ber dilê te?
Ercentîn.
2-tîma dûyem? Îtaliya.
3-lîskvanê te yê hêja? Mêsî.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? Di peyala cîhanê tenê de.
5-tîma qels û kêm? Tev başin.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? li pişt golar, ji bo ez goka ji wan re bînim.
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Îtaliya * Ercentîn , wê bi dûsibate bi dawî bi be lê nizanim wê kî bi ser keve.



D.Kesre Hersan

1-tîma hêja li ber dilê te?
  Xana.
2-tîma dûyem?Kamîron.
3-lîskvanê te yê hêja?
  Samwêl Îto.
4-ji kenga de te haj ji fotboolê heye? ji zarotiya xwe ve.
5-tîma qels û kêm? Başûrê Efrîqiya, ji ber ew di welatê xwe de dilîze, dive ku baştir be.
6-ger tu bi fotboolê bilîze li kur tu kare kar bike? Êrîş
7-matşa dawî wê di navbera kî û kî de be? Berazîl * Ercentîn 1*0

Piştî me evqas nerîn dîtin,xuyaye ku  Berazîl wê bi serkeve, û ev dilê min geşdike, çimkî ez jî berazîlîme,û ji Mêsî Hesdikim,û wê Berazîl û Ercentîn di Matşa dawî de bigihn hev.
Û ji bo em tîma rewşenbîran amede bikin, me xwest ku hin ji wan bibin yarîzan ji tîmê re, mixabin kesî xwe neda li ber ez mam tenê ku ez tîma xwe amadebikim.


                                                               Di gol de
                                                              Dildarê Mîdî


Bervedanê çepê                            bervedanê nêvî                         bervedanê rastê
M.Bavê Jîn                                          Ekrem Hisên                                  Şepal Hêvo

Baskê çepê                                           Xêza nêvî                                          Baskê rastê
Ciwan Nebî                                            Mehmûd Badilî                             Kerem Yûsif

Êrîş                                                                  Êrîş                                            Êrîş
Siyamend Birahîm                             Luqman Silêman                       Ferhad Icmo

                                                                            Dilê Êrîşê
                                                                           Xalis Miswer
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Û lîskvanên me yên dî wê li  ser xêza seknê bi mînin.D. kesre, Qadir Egîd, Hisên Ehmed, û Dildarê Aştî xwest ku ew li pişt yê  golar bimîne, ta ku ew gokan ji lîskvanan re vegerîne.
Ev tîma meye, tîma ku bixwaze matşekî henekî bi mere bilîze em amadene.
Û lîskvanên me yên dî wê li  ser xêza seknê bi mînin.D. kesre, Qadir Egîd, Hisên Ehmed, û Dildarê Aştî xwest ku ew li pişt yê  golar bimîne, ta ku ew gokan ji lîskvanan re vegerîne.Ev tîma meye, tîma ku bixwaze matşekî henekî bi mere bilîze em amadene.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark