Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê(III)

 


  Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Beşê sêyemîn:

Ronîkirin û destnîşankirina sextekarî û keysebazên kurmanciyê, çendîn dijwar û tal be, ew qasî jî dikare rexneyê ji xewa wê ya giran û sermedî hişyar bike, sînorên zelal û ronak di navbera peyva dahênane, behremendiya rasteqîn e, paşxaneya dewlemend û di navbera nivîsandina bênasname de ava bike. Û çend xelekên windayî yên vê qonaxê, çend pirsên tirsnak ku dikarin bihingivin kesayetî, hişmendî, ast û sewiyeta nivîsandina kurmanciyê,  bidestxîne.


Di vê çarçeweya derbirînê de, çend mînak û nimûneyên ku pir bi hêsanî dikarin pirsan li pey xwe bihêlin, dikarin cîhan û dîmena nivîsandina bi Kurdî, rewş û bergeha kurmanciyê, hem şirove bikin û hem jî alîkariya me bikin da ku em bêtir xwe nas bikin, arîşe, pirsgirêg û aloziyên zimanê xwe, di çarçeweyên teorî de, rave û li qelem bidin.

Nimûneya 1’ê:

Yûsiv Brodiskî (Joseph Brodsky) helbestvan û rewşenbîrekî mezin ê Rûsyayê ye. Bi zimanê rûsî dest bi nivîsandina helbestan dike. Di sala 1972ê de koçberî Emerîkayê kirin. Piştî mayîna Brodiskî ya li Emerîkayê, bi zimanê ingilîzî dest bi nivîsandina helbestan kir.
Çunkî Brodiskî helbestvanekî xawen behremendî û qabileyet bû, ji boyî wî, madem hêza derbirînê heye, çi ziman be bila bibe, dikare xwe pê derbibire. Em ji bîr nekin ku Brodikî bi zimanê dayika xwe perwerde bûbû, hestên wî, hizir û boçûnên wî, têramandin û bîrên wî bi zimanê rûsî hatibûn damezirandin. Lê sir û razên vê derbirînê li ku ne? Nivîskarê ku bi rastî nivîskar be, ji alî derûnî û giyanî ve nivîskarekî rasteqîn e be, di çi zimanî de be, ger hînî wî zimanî bibe, dê bikaribe heman afirandinê bike.

Nimûneya 2’yê:

Çîroknivîs û romannivîsê kurd Helîm Yûsiv, bi zimanê erebî ku zimanê hînbûna seretayî û zimanê dibistanê bû, dest bi nivîsandinê kir. Berhema wî ya pêşîn ”Zilamê Avis” bi erebî derket. Dema ev berhem belav bû, di cîhana wêje û edebiyata Sûriyê de, wek berhemeke serencrakêş û cihêwaz û taybetmend hate pejirandin û di der barê wê berhemê de bi dehan lêkolîn û nivîsên cihêreng hatin nivîsandin ku, di serencamê de, hemiya bi hev re, pêşwaziya nivîskarekî behremend û kurteçîrokek e nûjen, akzotîk û astbilind, dikirin. Piştî ku Helîm Yûsiv xwe di zimanê hînbûnê de ku erebî bû, wek nivîskarekî xwedî behre, şêwaz, fantazî û xeyaleke dahênane çesipand, pêşkêş kir û baweriya me gişan bi nivîsandina xwe anî, êdî ji mafê wî ye, madem nivîskarekî rastîn e, ku bi wêrekî û bi xwebawerî berê xwe bide zimanekî din jî. Dema ku berê xwe da kurmanciyê, bi heman alavan derbasî nîgaş û derbirîn û fantaziya kurmanciyê bû. Sedema bingehîn a ku hişt Helîm Yûsiv, piştî veguhestina ji erebî ber bi kurmanciyê ve, asta xwe di kurmanciyê de biparêze û çêja xwe, rengê xwe, zimanê xwe bi destxîne ew e ku Helîm Yûsiv di zimanê dibistanê de dahêner û nivîskarekî serkeftî bû.
Ango, ger em Helîm Yûsiv bavêjin hundirê kîjan zimanî, piştî ku fêrî wî zimanî bibe, dê bi wî zimanî, bi heman astê binivîsîne. Wisa bawer im ku piştî çend salan dê Helîm Yûsiv dest bi elmanî jî bike..
Li vir, pêwist e em xalên hevbeş û yên dijber di navbera Brodiskî û Yûsiv de destnîşan bikin, çunkî ev xal bi xwe dê alîkariya me ya têgihiştina bareya keysebaziyê bike:
- Brodiskî bi rûsî, zimanê dayikê, xwendibû lê Helîm Yûsiv bi erebî ku ne zimanê dayikê ye.
- Brodiskî ji zimanê dayikê ku, zimanê hest û nest û têkperîn û hers û hizirîn û hişmendî û perwerdeyî ye, diçe nivîsandina bi zimanekî din ku, bi salan ji nû ve fêr dibe û ji nû ve werdigire. Lê Helîm Yûsiv ji zimanekî din ku yê dibistan û hînbûn û perwerdeyiyê ye vedigere zimanê dayikê yê ku ji kolan û ji malbatê wergirtiye.
- Di zimanên nû de, herdû jî asta xwe ya afirandinê diparêzin.
- xala bingehîn a hevbeş a di navbera wan de ya ku, di nivîsandina wan de,  rê nade lerizandin û têkçûnê, bê guman, behremendî û qabileyet û rasteqîniya nasnameya nivîsandinê ya wan e.

Nimûneya 3’yê:

Dibistana seretayî û hetanî zankoyê, xwendegehên bilind jî bi zimanên serdestan xwendine. Lê li bin sî û sîwaneya sloganên piralî û duruşmeyên hestyar, tenê û tenê, bi kurdî dinivîsînin.
wek nimûne, bi tirkî, kovar û rojnameyan, çîrok û helbest û romanan, malper û agahiyan, nûçe û rûdanan, lêkolîn û jînenîgariyan dixwînin û demên xwe yên herî dirêj jî li ber televizyonên tirkan diqedînin. Ango hemî jiyana wan a ragihandin, zanîn, hişyarî û têgihiştinê bi tirkî ye, lê tenê dîsa jî tenê dikarin bi kurdî binivîsînin. Li tenişta wê nivîsandina bi kurdî jî, têdikoşin, hewl didin ku berhemên wan ên bi kurdî wergerin tirkî.
Dema ku ew berhemên wan jî werdigerin tirkî, erebî, farisî jî, di çarçeweya asta hunerî û fantazî û teknîkî de- ger em behsa naverokan nekirn- ya wêjeya wan zimanan de, berhema wergerandî ya ji kurdî, cihê xwe di pileya herî dawîn de dibîne, ji bilî kurdan û çend xwendevanên bi awayekî hestyarane pişgiriya kurdan dikin, ti kes wan berheman naxwîne.
Pirsa herî tirsnak li vir e: Çima piraniya nivîskar û rojnamevanên kurmanciyê, tenê, dikarin bi kurdî binivîsînin?
Çawan nivîskarekî kurd, ku tirkiya wî ji kurdiya wî baştir, dewlemndtir û berfirehtir e, nikare bi tirkî çîrokekê, ne di asta tirkekî çîroknivîs de, lê di asta kurdekî tirkînivîs de, binivîsîne. Heman nivîskar têdikoşe ku çîrok an romanên wî bibin tirkî, di gel ku ew jî bi qasî wergêrên xwe tirkî dizanin?

Nimûneya 4’ê:

Li Swêdê, Ingilstanê, Elmanyayê û li gelek welatên din, bi zimanên ingilîzî, swêdî û elmanî xwendine, di partî û dezgehên wan welatan te dixebitin, gelekan ji wan zanko û xwendinên xwe yên bilind bi wan zimanan bi dawîkirine. Swêdiya wan, elmanî û inglîziya wan ji kurmanciya wan hêzdartir û di derbirînê de ferhenga wan berfirehtir e, lê di kurdî de, nivîskar û rojnamevan in, di wan zimanan de jî nikarin gotarekê, lêkolînekê, hevpeyvînekê, pexşanekê binivîsînin.

Bi kurtî, dîwarên herî nizim ji bo xweçengkirinê, dergehên li piştêvekirî boyî derbasbûneke hêsan û bêpirs, nasnameya nivîskariyê ya herî lawaz ji boyî xwepêşkêşkirin û xwepêşandanê, pênûsa herî bêxwedî ji boyî jibîrkirina perpirsyariya exlaqî ya nivîsandinê û di dawî de jî, di xew de mayîna rexneyê, wisa li kurmanciyê kiriye ku bibe meydanek e vekirî bo revend û keriyên sextebaz û keysperetan.

 
Berdewam dike
London
16. 06.2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark