Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Di bîranîna 53 saliya damezrandina partiya me de

 


  Sernivîsa Dîmoqratî *

Di salên pêncî ji çerxa bûrî de, partiya me bi destê nifŝekî bijare û zana û bîrewer û hate damezrandin, ev nifŝê xwedî bîr û baweriyên siyasî ne tenê li ser asta miletê kurd belê li ser asta tevaya welat, ev nifŝê ku bingeha programa siyasî a partîyê danîn piŝtî xwendin û lêkolîneke berfireh  ji rewŝa welêt re.
Li ser vê bingehê serkirdayetiya partiyê programa xwe siyasî bi hûrbînî û derekî (Medûî) danîn, dûrî pêwindiyan û hestên netewî ê teng, û li ber çav danîbûn berjewdiyên miletê Sûrya bi tevaya pêkhatiyên wê ê netewî û olî û siyasî, ev mletê ku doza jiyaneke dîmoqratî rasteqînî dike ku têde azadiya nerîn û derbirînê hebe.


Ji ber programa xwe ya  siyasî xemiland ku doza kurdî li Sûrya dozeke sereke ye li kêleka hemû dozên welêt û pêdiviye ku çareyeke dadwer û niŝtimanî jêre bête dayîn di riya xebata siyasî û aŝtiyane li gel hêz û partiyên niŝtimanperwer di welêt de, bi vê têgihiŝtê xebata xwe kir da têkiliyên xebatperwerî û têgihiŝtiyane bike bi hêzên niŝtimanperwer re.
Programa partiya me hate danîn dema ku Sûrya jiyaneke dîmoqrat dijiya, atmosfîra tirsê û serkutkirin û dirtinê tunebû, belê ev nerîna partiya me bû, û li ser vê têgihiŝtina xwe ma heta bi pêncî salî, tevî rewŝên zehmet ji zordariya netewî û serkutkirinê ê ku bi serê wê û hindek partiyên din di welêt de hat, û serî danexist ji ji ramanên netewî ê teng re ên ku encama siyaseta ŝovînî bûn ên ku hin hikûmet tundperest pêkdianîn, ev kesên ku tundî û girtin didane pêŝberî partiya me, her weha bi salan serî netewand ji tundiya ramanî re a ku ji nava kurd de li pêŝiya wê derdiket, û ma bawer bi armancên xwe ku herdem doza yekîtiya hêz û partiyên siasî dikir ên ku xebatê dikin ji bona azadî û jiyaneke dîmoqrat, ji ber di wê baweriyê de bû ku di vê riyê re karibe mafê kurd ê dadwerî û netewyî pêkbûne.
Piŝtî vê rêka dirêj ji xebatê, em dikarin bibêjin ku partiya me herdem bawer bû bi programa xwe siyasî, û helwestên partiya me nehatin hejandin li beramber siloganên xerab ên ku hiŝtin bi demeke dirêj pê mijûl bibe, û di wê demê de di rewŝin zehmet de derbas bû, ew jî dikete nava pêkhatên ku ji nava ŝovonistan dihate beramberî wê.
Îro jî em dibêjin ku me beŝekî giring ji wî xwesteka xwe pêkaniye, ew jî pêkanîna têgihiŝtinê û têkiliyên baŝ bi hêzên siyasî ên bijarte di nava welêt de, ev hêzên ku îro roj gihiŝtine rasteqîniya doza kurdî di Sûrya de û giringiya peydakirina çareyeke niŝtimanî û dîmoqrat jêre di çarçewa yekîtiya welêt de.
Em dixwazin li vir li ser babeteke giring bibêjin ew jî ew e ku hêzên ŝovînî di desthilatê de û li derveyî wê dixwestin hin siloganên xerab ên ku hinek hêzên kurdî bi wan bang dikir sûdê ji wan wergir e, da bike behaneyek ji xwe re û pê zordadriyê xwe li ser miletê kurd xurtir bike û vî miletî ji her mafê xweyî tewrî hindik mehrûm bike, ev van ŝovîniyan bi hemû hêza xwe kar dikirin da dadweriya doza kurdî li Sûrya hilweŝînin û bêgomaniyê bidin helwestên miletê kurd ji aliyê yekîtiya niŝtimanî di nava welat de.
Em careke din teqez dikin ku siloganên nedurust û ŝaŝ zirarê bi doza miletê kurd dikin, ji loma erkeke li ser milê me ku em li beramber wan derkevin, ji ber doza me dozeke niŝtimanî ye çareserkirina wê li Ŝamê dibe, ne li devereke din, erê em kurd in û em piŝtgiriya tevgera gelê xwe li perçên din dikin, lê pêdiviye ku em têbighên ku doza kurdî li Sûrya çareser dibe ne li cihekî din.
Me di ber vê siyasetê de gelek êŝ dîtin û me serê xwe li hember ŝaŝtiyê xwar nekir, û wê partiya me herdem bimîne piŝt ji hêzên niŝtimanperwer û pêŝverû re û daxwaza me herdem wê bimîne daxwaza mafê kurd  li Sûrya, li vir jî em hemû hêzên niŝtimanperwer ên Ereb û Aŝûrî vexwendî dikin da piŝtgiriya miletê me bikin da ji bin zulm û zordariya netewî derxînin.
Partiya me heta roja îro bawer dike ku çi partiya siyasî û çiqasî hêza wî a rêxistinî xurt be wê nikaribe bilinbîniyên xwe pêk bîne bêyî piŝtgirî û alîkariya milet, û ku siyaseta wî ne li ser bingehin derekî be rewŝa xweyîtî û derekî berçav bide. Ji vî alî me pêŝketinek berbiçav dîtiye ku partiya me piŝtgiriya xwe ji nava gelek pêkhatiyên miletê kurd werdigire û gelek zehmetî ji vî alî de hatin pêŝiya wê, ji ber ku hêzên li dijî partiya me karekî xurt dikirin li beramberî partiya me û dixwestin herdem siyaseta me çewt bidin xuyan û gelek navên xerab bi dû partiya me dixistin da milet ji partiyê bi dûr bixînin, û bi rastî jî di vê derbarê de hindek armancên xwe pêkanîn, ji ber ku ew wan hêzan siloganin netewî û pêwendî radikirin û ew ne tenê tiŝtek bi cih neanîn ji miletê kurd na belê li vajî wê behane xiste destê hêzên ŝovînî de ên ku bêtir newekhevî û zordarî û biryarên awarte bi serê miletê kurd de anîn.

* Rojnameke mehane ye Partiya Dîmoqratî Pêŝverû Kurdî li Sûrya belav dike

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark