Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li Batmanê, Di Govenda Cegerxwîn De Raqisîm!

 


Konê Reş

   Li ser daxwaziya şaredariya bajarê Batmanê(Êlihê), min di rojên 21-22-23 gulana 2010 an de, beşdarî di (Rojên wêjeya Kurdî) de kir. Ew rojên ku yekemîn care ji aliyê şaredariya Batmanê ve, di bin navê (Yê ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê; Cegerxwîn) û (Di Edebiyata Kurdî ya kilasîk de Erka Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran) hatin organîzekirin. Çalakiyên hersê rojan di salona Sînemaya Yilmaz Guney de hatin lidarxistin.


   Di van hersê rojan de, di gel heval û hogiran; Osman Ozçelîk, Arjen Arî, Îrfan Babauglo, Lal laleş, Kawa Nemir, H. Mem, Şefîq Beyaz, Zana Farqînî, Şewket Sindî, Beyar Bavî, Merdan Newayî, Dilawer Zeraq, Berken Bereh, Ronî War, Şêxmûs Sefer, Şener Ozmen, Ferzan Şêr, Şêxmûs Kaya, Ehmed Kurdî, Salihê Silo, herdu keçên Cegerxwîn (Sûad û Selam) û mêvanê rûmetê romannivîsê Kurd Bavê Nazê, me di govenda Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de dîlan gerand û bi germî em têde raqisîn..
   Erê, sebaretî hevalên beşdar, ez wan heval û hogiran mîna pêşmergên bajaran dibînim. Ez nivîsandina bi zimanê kurdî nîşana mêraniyê dibînim. Erê mêranî yê.. Di baweriya min de tev kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêşmergên bajaran e.. Erê, ne tenê pêşmerge yên serê çiyayan e.. Eger dîroka berxwedana me a hebûnê bi pêşmergên serê çiyayan û tivinga wan hatibe parastin, îro roj, hebûna me, hewcedariya me a  nû bi pênûs û xama pêşmergên bajara ye.. Bi pêşmergên bajara ye.. Ewên ku di bajaran de zimanê me diparêzin, bervedêriyê di ber kultura me de dikin, bi zimanê me his û hasten xwe dertînin û dibêjin; Kurdim, aştîxwazim, welatê min Kurdistan e..
   Di biwara hevdîtina van heval û hogiran de spasiyên xwe pêşkêşî şaredariya bajarê Batmanê dikim. Fermo eve gotina ku min di salona Sînemaya Yilmaz Guney de gotiye:
 

Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir
Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir
Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn

   Cegerxwînê dest zêrîn, Cegerxwînê ku bi sedan şagirt bi saya afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn..    Cegerxwûnê ku 60 salî xebat û bizav bi berdewamî  di ber zimanê Kurdî de kir.. 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne da alî.. Bi saya gel ew çêbû û bi saya wî şagirt çêbûn, di navbera vê hûnandinê de zimanê Kurdî pêşket û afiriandinê cihê xwe di nav berhemê me de dît.
  Ew pêvajoya ku ji rewşenbîran re bûye jêdereke bingehîn; tevî ku ez ne di wê bawerîyê de me ku, rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û paşerojê li trazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di serboriya Cegerxwîn de, ji xortan re heye, gelekî giring û pêwîste.
Wiha jî, ez ne bawerim ku rewşenbîrên Kurd wê karibin pêşkevin, biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêk bînin bêyî serborîya Cegerxwîn ya zengîn û bi sûde.

*          *          *
   Belê, hêjî Cegerxwîn bi rewşenbîriya xwe ya jiyanê, ewa taybetî pê, di nav me de amadeye. Navê wî, bi saya  helbestên wî, ji nav gel nayê jibîrkirin. Ew helbestên ku rojên çetîn û dijwar derbas kirin, û hêj jî di nav me de amade ne, wek ku ew nemiriye. Ne xasim dema ku em li gotineke Kurdî ya resen digerin, hingê em wê gotinê di nav helbestên wî de dibînin  û bi taybetî, di nav helbestên wî  ewên ku dengbîjan kirine stiran û li ser zarê her mirovekî Kurd  in.
Cegerxwîn ji malbateke xizan, nezan û belengaz bû. Bavê wî cotkarekî Hesarî bû, ev gundê ku di destpêka çerxê 20 an de, cîgehê kuştin û berberîyê bû.
   Di wî heyamî de, cehalet û nezanînê konê xwe di ser Hesarê  re vegirtibû, ji 20 gundên wê herêmê mirovekî xwendevan peyda nedibû ku nameyekê bixwîne...
   Wî, ji Hesarê destpêkir û berê xwe da xwendina olî, di nav re xwe dît ku bê hemdî xwe ber bi hûnandina helbestê ve diçe û weha  bi toreyî  li pêşberî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, feqehê Teyran û Bateyî sekinî, destê xwe ser hev danîn û ji pêmayê wan tûrikê xwe dagirit. Û bi dûv xwendina olî de li her 4 perçeyên welat geriya, êş û janên gelê xwe ji nêzîk ve  naskirin... Dawî şaşik û cibe avêtin rih kurkir, şortê Firansîzî li xwe kir û xwe berda  sikak û kolanên Amûda şewitî, bang kir û got:
Kurdino, merdino, pir xweş e serxwbûn
Ew demên tar û teng ko me dîn vane çûn
Dest bidin hev hemî pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat yan mirin yan felat
  Hingê xelk di çarşîya Amûdê de lê kom bûn, dilê xwe pê şewitandin û ji hev re  gotin: mêzekin Mele Şêxmûs dîn bûye? şaşka xwe avêtiye, riha xwe qusandiye, cibê xwe dirandiye û cilên gawiran li xwe kiriye û hinan digot: Heyfa kurê bavan çi xortê bedew dînbûye! Xwedê neyne serê kesî...?!
   Gelek lêkolînvan li dor helbestên Cegerxwîn rawestiyane, gelekan ji wan pesnê wî dane ku ew tekane helbestvan bû di heyamekî de hat yên weke wî pir kêm bûn. Hem jî ku wî bi xurtî li tev deriyên toreyê daye û bi serbestî derbas bûye.. Ta pileyekê ku tê gotin: Cegerxwîn polîtîk û tore bi hev ve girêdane, tevî ku maye mêldarê hûnandina helbestê û tev his û hestên xwe di vê rêkê de xerc kirine û vê yekê hiştiye ku piranîya helbestên wî ta roja îro li ser zimana bin...

   Erê, helbestvanê netewî Cegerxwîn bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand.. Ji ziman û edebiyata gelê xwe re zimet kir û xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe. Wî, ji sala 1926 an bi helbsta Pîra Torê  a li ser Alaqemşê destpêkir û wiha ta bi mirnê nivîsand.
Hilkişîme çûme jorê, herdû rex min bend û rez
Min dî pîrek tê ji Torê, ker di berde tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da, û wek min dil bi xem
Pirebî bû, por spî bû, taqî reş bû rû gewez
Min ji pîrê xweş di pirsî; Ey metê tu ji kuve tê ?
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xwîniya Romê me ez
Xan û eywan kirne weran, mêr û jin ser jê kirin
Min go pîrê qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
Gotî dayê; em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye:
Zû bi xwînin, hev bibînin, biçne Kurdistan bi lez.

   Her heşt-neh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya welat dizîvirin.
Erê, dengê Cegerxwîn bi kovara Hawarê re derket, lê bêtir dengê wî bi saya hebûna feqe û melayên welatparêz di nav gel de belav bû. Ji ber ku ew gund bi gund, bajar bi bajar li welatê xwe digeriya û helbstên xwe digotin. Rewşenbîr û welatparêzên wê demê jî bi hezkirineke mezin li helbestên wî guhdarî dikirin û wiha ezber dikirin. Bi demê re helbestên wî ji hicrikên feq û melan derketin û di nav gel de belav bûn.. Gel jî, bi sîngek bireh û bi hezkirineke mezin helbestên wî pejirandin, hembêz kirin, sazbendan kirin stran û mitirban kirin dûrkên govendan.
 
   Helbestên van her heşt- neh dîwanan wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin, ku hêj helbestvanekî kurdî bi wiha pirrbûn helbest nenivîsandine.
Seyda bi xwe dibêje:
 
Min ji bo we gelek tişt
Min dîwan û hin nivişt
Gol ji avê bûye mişt
Ez nizanim çi bêjim

Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..

   Eger em helbestên Seyda li bêjingê xin, li naveroka wan ji rex Mijar, form, felsefe, huner û nûbûnê ve mêze bikin, em ê bibînin ku naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:

1-   Li dor rizgariya welatê wî.
2-   Li dor yekîtiya gelê kurd.
3-   Li dor pesnê qehreman û têkoşerên gelê Kurd.
4-   Dijî kiryarên çewt yên şêx, axa, beg û dewlimendên gelê Kurd.
5-   Li dor aştî û demokrasiya cîhanê.
6-   Li dor têkoşîna belengaz û hejaran.
7-   Şiyarkirin,  pend û şîretin ji nezan re
8-   Wek têkoşerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aştîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.
9-   Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.
   Ji rexekî din ve seyda helbetên evîndariyê jî nivîsîne, evîndariya wî jî bi du mijara ye. Yek evîndariya welatê wî ye û yek evîndariya wî a kesayetî ye, wek insan , wek mirov. Mijara dilketiya wî a pêşî welatê wî ye. Ew welatê ku di şibhê keçekê an jinekê de aniye ber çavê xwe û helbest û sirûd li dor gotine. Mijara din evîna wî a kesayetî bixwe ye, hez kiriye, hez jina bedew û spehî kiriye..û wiha helbestên evîndariyê avêtine ser..

   Ew yek bû ji wan kesên sereke ku bi berhemên xwe kovara (Hawar) ê ya Mîr Celadet Alî Bedirxan dixemiland û ta rojên xwe yê dawî ma li rex welatiyên xwe  bi tev kul, êş û xemên wan ve, hem jî, wî ji tev şoreşên Kurdan re helbest gitine û rojekê pênûsa xwe nekir bin xizmeta şêxekî olî an axayekî zordar, bi tenê pênûsa wî wek şûrê azadiyê bû di destê wî de, bi wî şûrî şer dikir ku xwe bighîne azadiyê.

Cegerxwîn im ji van derda
Li meydanê xwe zû berda
Di nav bahoz û bager da
Bi bîr û bawer û doz im
Ne Şewqî û Zehawî me.
*          *          *
  Roja îro Cegerxwîn bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçeyan de digere. Di wî heyamê xerab de, ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane, Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û bi mêranî û dengekî bilind  helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin. Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û dibêjin...
   Ji rexekî din ve, Cegerxwîn şagirtekî zîrek bû ji şagirtên şêx Ehmedê Cizîrî. Ev şagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de, ango Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan de, rola wî zor mezin e di pêşketin û berdewamiya afirandina helbesta kurdî de.

   Navdêrî û dengvedana navê Cegerxwîn, berî her tiştî li hûnandina helbestên wî û girêdayîbûna wî bi nexweşî û kêşeya gelê wî ve, vedigere.. Di wî heyamê ku nezanîn û cehaletê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû wî helbestên xwe li ser şîn û şadiya gelê xwe dihunan.. Cegerxwîn mêr bû, li tiştekî ne pirsî ne li mal ne li zarokan.. Kul û xemên wî gelê wî bû..
   Xwe kiribû weqif ji gelê xwe, anku weqfa Kurdan bû. Gereke Kurd jî weqfekê bi navê wî ava bikin û di bin navê weqfa wî de dîwanên helbestvanên kurd çap bikin...  Ji rexekî din ve; ji gelek hawan ve şerê wî dibû, di gel ku rewşa wî a aborî perîşan bû, çima bûye endamê partiyeke kurdî, çima xwe ji afirandina helbestan re vala nekiriye?! Li gor baweriyên min, di wî heyamê ku şerê Cegerxwîn bi tundî dihat kirin, ku ne ji hevalên wî yên wê rexistinê bana û bi taybetî mamoste Hemîdê Derwêş, Cegerxwîn nikarîbû berdewam kiriba.. Di vî warê de ez spasiyeke gerim ji mamoste Hemîdê Derwêş re pêşkêş dikim.

   Di wî heyamî de gelek melayên hevalên wî hebûn, wan jî pîş bi hûnandina helbestê dikir û dibe ku helbestên gelekan ji wan ji helbestên Cegerxwîn bedewtir û spehîtir bûn, lê hem mêraniya Cegerxwîn û hem berdewamiya Cegerxwîn li bal wan nebû.. Mixabin  gelekan ji wan şerê wî jî dikir û belav dikirin ku Cegerxwîn kafire..!
   Ji rexekî din ve, wek ku kurdan gotiye: Heçî berê gula zerê, Cegerxwîn berî tevayî hogirên xwe ji nifşê Hawarê, bê rawestan di 60 salî de bi dûv gotina kurdî de geriya, piraniya heval û hogirên wî, ew rêk nebirin serî, hin ji wan bi siyasetê daketin û hin li malên xwe rûniştin û hina ji tirsan ve herhemên xwe şewitandin... Bi tenê Cegerxwîn xwe ji rêbaza ku dabû ser ne hat xwarê û bi mêranî li ser liviya.. Şek têde nîne ku Cegerxwîn ne di wî heyamî de ba, wiha nav û deng pê nediket.. Derfetin zêrîn jêre hatin, ji gelek rexan ve, wî jî bizanîbûn ew derfet bi kar aînin û sûde ji wan girt.. Yek ji wan derfetan derketina kovara Hawarê û alîkariya Mîr Celadet Bedirxan bû..  Mir Celadet berhemên wî yên sereta di Hawarê de belav kirin û dîwana wî ya yekem di nav weşanên Hawarê de çap û belav kir...
Ev jî du helbestên min in, min li dor Cegerwîn gotine:

Cegerxwîn
Di axbeyareke Kurdistanî de
Sinbilek şînhat
Bi navê Cegerxwîn,
Bi ba re dixilîya
Lê qet ne tewiya;
Di zivistanî de,
Tevî bef û bahozên
Ku dihatin,
Pişkivî, zîlda û
Bû kat,
Di buharî de
Bû şîndar,
Lê bi tenê,
Bê dost û heval..
Ta ku bi ser de hat
Havîna gerim
Hingê ji nû
Hişk bûn libên;
Sinbilên zer..
Ne pûç ne kwîrik,
Xurû genimê zerik
Çaxa dem zîvirî û
Bû payiz,
Ba leyist fîze.. fîz
Hingê ji nû,
Ji wî sinbilê genim sor
Lib pekiyan;
Yeko.. yeko
Dor bi dor û
Tev di wê axbeyarê de
Belavbûn,
Tovekî nû
Di xakê de
Hat werbûn,
Ji wê libê, ji wî sinbilî
100 libî zîl dan, pişkivîn û
Bûn sinbilîn genim sor,
Dema ku bayê nû hat
Ew sinbilên nû
Bi wî bayî re
Xilîyan û gotin:
Cegerxwîn
Cegerxwîn..
 
Ji Bo Batmaniyan:
Gelî dost û hevalan, vaye em dibin civîn
Festivala Batmanê, ser nemiryê Cegerxwîn
Sala du hezar û deh, meha gulana rengîn
Li van şar û gundên me, hunerên wî tên kirîn
 
Em zor spasin ji we, êvara we tim bi xêr
Hûn dilxwaz û partîzan, em guhnadin yên bê kêr
Govend xweşe bi sazê, ne giringe komên zêr
Pesnê wî va em didin, Şahê mêrgê ewe şêr
 
Şêrê kultura kurdî, bavê Keyo yê me dî
Mîrê helbestvanên kurd, dengê çiyayê Cûdî
Hevalê mîrekên mêr, wek Bedirxan û Qadî
Bi dengekî pir bilind, her wî dixwest azadî
 
Ji gel re xwe kir nîşan, ji êşê re bû derman
Wî êşa miletê xwe, bilind kir li nav însan
Yek jê ew û yek Yelmaz, du qehremanên bi şan
Bikin spas û bijî, Kurd nema dibin talan.

Ev perçe helbesta xwarê a seydayê Cegerxwîn e, li gor daxwaza wî, li ser kêla ber serê wî hatiye nivîsandin:

Meyger tu binê ez li dinê herwekî fîlim
Şûva ko me ajotiye, tovê xwe biçên in
 
Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê kurd in
Dê pişt me re ew di civatan de bixwên in
 
Doza ko me kir ew bi xwe Mûsa ne gihiştî
Kurdên me dizanin bi xwe rêça me bibên in
 
Ger ez bimrim, axa cebana me bixwî tev
Mizgîn ji welat bo me di gorê de bişên in
 
Ma qey tu nizanî, ji kulan bûme Cegerxwîn
Dermanê me ye serxwebiwîn, bo me werên in.


Konê Reş

Batman,  21.05.2010

 Netkurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.36
Bi Tevahî Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark