Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bûka Esmanê Nehan... Jibo Þêrîn Elimholî

 



Hoþeng Osê

1
Berbang dilîranad û digot:
“bûkê.. delalê.. rabe xwe karke.. zava þêrîne.. xortekî pake”…


2
Ji zindana te, ewqas hechecîk firîn, ta ku esman saw girt, ta girt û lerirzî.
3
Mîna karxezaleke serhildêr, te quloçên xwe di kezeba kujeran de rakir, di çavên þevan wan de rakir, û ber bi hêlana esmanan ve reviyayî.
Te qet ji xwe re nedigt:
Dê Ferhadê xwe û berbû ji kê re bihêlim!?.

4
Ewqas tu li ber dilê Xwedê þêrîn bûyî, ta ku þitla te ji vê axê rakir û di mêrga feriþteyan de çand.
Qey sebira Xwedê bê te ne dihat…
neviyên Ehrîmenan bera laþê te yê narîn da û Cibraîl û pêxemberan þande pêþwaziya giyanê te.

5
Çawa sebir û hedana çiyan, bê te dê bê!?.
Sebir û hedana çem û kanî, deþt, newal û hevalên te, bê te, çawa dê bê!?.
A min ji te re, bê tu ewqas dikarî dûrî evîndariya vî welatî bikevî!!.
Çavên te yên kenok, ji gewriya þeveqê ewir diþandin û digotin:
Kê ji te gotiye, hemû tiþtên ji wan hezkirim, bi xwe re, ne birinim!?.
tenê, min dikarî welatê xwe, ji ber çav, dev û destên kujer, gur û dêqehpan birevînim û bi xwe re bibim esmanan.


25/5/2010

Stenbol


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark