Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Pirtûka Ismaîlê dîn bi kurdî derket

 


  þgotin

Bêguman, pêkenok ne bi herkesî re derdikeve û ne herkes dikare bibêje. Ne jî her gotin, serpêhatî û bûyerên ko têne gotin merov dikenîne û ne her mirov xwediyê hestenik, dêm gewez, dilgerm û rewanbêjê henek û laqirdiya ye. Ev reng wêje di nav her miletî de peyda dibin.
Di nava qatên civakê, tevgera jiyanê û di nav gel de pêkenokên taybet jî hene. Mîna: (Pêkenokên bijîþkan, parêzeran, bazirganan, feqe û sofiyan, mamostan, karker û cotkaran, biçûkan, jin û mêran û dînan) ...htd.


Ev pertûka di nav destê me de li ser zimanê "Simo" hatiye gotin. "Simo" an (Ismaîl); herdû navê mirovekî ji malbateke xuya, naskirî û dewlemend e Ne mirovekî bêxwedî, tengezar û xizan e. Belê, mirovekî xwedî erd û mal e. ji hoza Kîkan þaxê Simêla ye. Ji herêma Dirbêsiyê ye. Xortekî gênc û ciwan e. Di germbûna xortaniya xwe de hezkir. Bayê serê wî pir bilind bû. Lê mexabin mala felekê ne ava be sira bayê evîndarî û hezkirina keçekê ew ji hiþ bir.
Ne wek tê gotin li ser ziman û gotina stranbêj û dengbêjan ko ji hezkirinê hiþ û aqil tê berdan, belê bi rastî ji hezkirinê Simo hiþ û aqilê xwe berda û dîn bû.
Ev mirov ser û bin jiyana wî tev hate guhertin. Ismaîlê Kîkî bo Simo yê dîn!!.
Ev pertûk serpêhatiya jiyana wî mirovî ye. Ev pêkenok xweberîne, ne çêkirî ne. Belê, niviþka raman û dînbûna wî ye. Narevîna serê wî ye. giyanê pêkenok û eynika hundirê wî ye.
Bêguman xweristiya jiyana wî bi tevger û çûn û hatin, rabûn û rûniþtin, xweþî û nexweþî, telî û þêrîniya jiyanê derbas dikir. Bû mirovekî gerok û pir bi tevger û lebat. Li ser piya ew çol û beyar, deþt û newal, tev li ber wî teng dibûn. Xortekî serberdayî, bê ko tu erk û sitûbarî jê bê xwestin. mirovekî bê hawa, bê cir û sewterî bû. Lê pir jîr û zîrek bû û gotin û serpêhatiyên wî bi ser zimanan ketin. Li herêma Cizîrê pir bi nav û deng bû. Kes nema ko navê wî ne bihîst. Kes nema ko serpêhatiyên wî jiber nekir.
Vêca em werin vê meydana tevlihev û bê ser û ber, pehin û dirêj, ev jiyana girêkûtkî, ko çawa li ber bayê bêndera serpêhatiyên Simoyekî dînî gerokî bidî hev û kombikî!!.
Seydayê gewre Tewfîqê Huseynî xwediyê vê keda giranbuha û hêja ye. Xwediyê navekî mezin û kedekî berfireh e.  Ne bihewceyî tu pesin û naskirinê ye. Nav û dengê wî li her çar perçên Kurdistanê û cîhanê belavbûye. Ji malbateke gewre û bi zanîn û zanyariyê baþ têne naskirin. Roleke wan î baþ di warê zanîn û civakê de li bajarê Amûdê heye. Ji binemaleke welatparêz û kurdperwerin. Di koka malbata xwe de ji mala bavê Kal in.
Þêx Tewfîq xwedanê pênûseke bejin-bilind û naveke navdar di meydana toreya Erebî de naskirî ye. Bi dehan berhem û nivîsên wî hene. Deryake ji berhem, zanîn, rewanbêjî, darêtin, derbirîn û bilîmet e. Bixwe ferheng û azîn e. Ji serê pênivîsa wî hezar rêbazên zanyariyê, þîrava nêrgiz û gulnaran,  kevalên Kurdox, têna evîna du sed Mem û Zîn, mêjiwa kevnar helbîn, hewdan û werar dibin. Ew gelawêjeke geþ û stêreke çirisî di ezmanê wêjeya Kurdî de ye.
Tewfîqê Huseynî sizawere ko serwer û rênas û mîrê ronakbîran be.
Bêguman, xebata wî cihê serbilindî û þanaziyê ye. Cihê dilxweþkirin û þadiyê ye.

Dilawerê Zengî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark