Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mehmed Uzun girîngiya dengbêjiyê di «rojek ji rojên evdalê zeynikê» de

 


Maruf YILMAZ

Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" ji aliyê Weşanên Welat û Dozê ve li Stockholmê û li Stambûlê hatiye weşandin. Roman 163 rûpel e.
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê romaneke allegorî ye. Wî bi vê romanê, wêjeya devkî û klasîk bi ya nivîskî ve girêdaye. Uzunî bi qayde û awayê wêjeya Mezobotamî ya kevn, mîna destana Gilgamişê nivîsîye. Ew qiral bû, lê Evdalê Uzunî dengbêj e, ew ne tenê dengbêjê Kurd e, ew dengbêjê gelan e (di romanê de); Evdalê Zeynikê Uzunî hem dengbêjê Kurd e û hem jî yê Ermenî û Suryaniyan e.


 Em bi xwendina vê romanê, dîroka kilam û stranên xwe, dildar û evîndarên xwe, wargeh û edetên xwe, başî û xirabiyên xwe hîn dibin.
Mehemed Uzunî bi eşq û evîneke mezin romana "Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê"nivîsîye; ji xwe eşq û evîna mezin nebe, romana kurdî nayê nivîsîn. Ev roman mîna "Bîra Qederê" romaneke mezin e. Bi alîkariya vê romanê wêjeya devkî milê xwe dide wêjeya klasîk û wê xurtir û saxtir dike. Di romanê de sê evîn hene, ew ji ev in: Evdal û Gulê, Siyabend û Xecê û Bengîn û Meyro, ew sembolên duh, îro û pêşerojê ne.
Di romanên tirkî de Kurd mîna kesên hov, nezan, paşket, bêbext û çiyayî dihên şirovekirin. Lê di romanên Uzunî de tersî wê... Egîd Beg hevkarê dijmin, bêbext û hîlebaz e. Di vî warî de Uzunî wisan nivîsîye: "Kor Reşîd Paşayê xwînrêj, Egîd Beg jî xiste dewsa Tahar Xanê û ew mîr îlan kir. Herçî Egîd Begê bû, mirovekî zikreş, çavbirçî, ji xwerazî, hayin, sextekar, zalim û hîlebaz", mîna Beko Awanê Mem û Zînê ye". Ew li pey kuştina evîndaran digere, bi alîkariya dijminî derdikeve ser riya Evdal û Gulê û Bengîn û Meyro, ew dixwaze biryaran Osmaniyan bi cîh bîne.
Naveroka "ROJEK JI ROJÊNEVDALÊ ZEYNIKÊ" kom dibe ser van xalan:
· Hîkarîya Evdalê Zeknikê li ser stran û kilamên kurdî, destanên kurdî û wêjeya klasîk a kurdî.
·  Hestên mirovane, şerê birakujî; bira li dijî biran.
·  Sê evîn, sê bûyerên eviniyê.
·  Dostî û xîyanet.
·  Zilma Osmaniyan, began.
·  Koçerî û bindestî, rewşa kambax a berê.
·  Bûyer û serboriyên dîrokî.
·  Bîr û baweriyên duh û îro.
·  Danûstandin bi neteweyên cîran re biratî û dostî; Ermen, Suryanî, Keldanî;
·  Êzidî, pîrozgeha wan,"Laleşê"
·  Adetên kurdî; dawet, ol, rabûn û rûniştandin, mahrbirîn, xelat, keç-xwestin, zewac...
Bêbextî û xwefiroşiya Egît romanê bi xwîn û goşt dike, raman û heyecaneke din li romanê zêde dike ew adetên kurdî dide bin lingan, rabûn û rûniştandina wî li gorî, adet û ûsilên Kurdan nîn e, ev tişt bala mezinê Êzidiyan Şêx Xelef dikişîne. Di vî warî de Uzunî wisan nivîsîye:
"Gotina Egît Begê li ser seran û çavan, lê, me û welatê jî adet û ûsil hene. Ma Egît Begê bi van adet û ûsilan dizane? Ma heger yek here û xwe bavê tor û bextê Egît Begê, ew ê wî zimanî bide bi şûnde? Ma Egît Begê nizane ku Bengîn û Meyro hatine û xwe avêtine ber bextê me, Êzidiyan."
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" ez birim nav cîhana xwe, ez ketim nav kilam, stran, destan, serpêhatî û çîrokên kurdî; wan ez girtim û berê min dan Kurdistanê; warê bav û kalan yanî ez bi xêra Evdalê Uzunî" çûm Kurdistanê, min li wir warên bav û kalan dîtin, bi heyala dîtina pîrozgeha Siyabend û Xecê, ez li ser pişta hespê Siyabendê Silivî; "Bozoyê Rewan"siwar bûm û min berê xwe da serê çiyayê Sîpanê Xeletê; nav goristana destana kurdî ya Siyabend û Xecê; li wir stranbêj, çîrokbêj, kilambêj, netewebêj, êşbêj, helbestvan û dengbêjan dengên xwe bilind dikin, bi dengê lorîna Xecê û ez ji xewa giran hişyar bûm, min dît ku ez ji Kurdistanê dûr, li Swêdê dijîm, lê bi cîhana romanê, bi xêra Evdalê Uzunî, ez vegeriyabûm welatê xwe, min berê xwe dabû war û wargehên bav û kalan.
Mehmed Uzun bi romana "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê"duh bi îro ve girêdide û îro bi pêşerojê ve girêdide. Dengbêjê Kurd, Evdalê Zeynikê dibe dengê dil, dengê evînê, kilam û stranên wî dikarin birînên me bidin kewandin û evînên me bidin jiyandin.
Nivîsîna herdu romanan; Bîra Qederê" û "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê"zorê dide me da ku em bibêjin; Mehmed Uzun hem hîmdarê romana kurdî ye û hem jî hevalbendê Ehmedê Xanî, Tolstoj, Dîcken, Balzac, û Joyce ye. Ew nivîskarekî dogmatîk nîn e, divê em wî wek nivîskarekî Kurd û navneteweyî dibînin. Uzun hay ji edebiyata cîhanê heye...
"Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" romaneke destanî û folklorîk e, lê şopên din tê de hene ji bo nimûnê; sembolîzm. Tiştê herî balkêş di Evdalê Zeynikê de ev e, yek jê qulingê baskşikeştî, bêçare, weke neteweyê Kurd kesertijî li derûdora wî, quling azad difirin û ew bi hesret li refên wan dinêhêre, hêz dide xwe, lê nikare bifire. Ew qulingê baskşikeştî neteweyê Kurd bi xwe ye. Ew ji aliyê cîranên xwe ve hatiye hêşandin, birîndarkirin. Ev tragedî û dramatîka han romanê bi xwîn û goşt dike, ramanên hêja û nûh dixe nav xwendevanan. Demeke dûr û dirêj quling li ber xwe dide, paşê difire, çavên Evdalê kor vedibin, ew dibîne, dew û dewraneke nûh dest pê dike. Bi van bûyeran, roman diqede. Di vî warî de nivîskarî wisan nivîsîye:
"Dengê Evdal her kesî mat û sersem kiribû. Evdal, niha stran qulipandin ser ronahiya tavê û roniya çavan. Ronahiyê zora reşahiyê biribû. Hingê Gulê û doralî famh kirin ka çi diqewimîye Gulê da tilîlî û çepikan. Hingê heval û dost li Evdal civiyan û ew hembêz kirin. Hingê Evdal got:
"Ronahî ye, xweş ronahî ye. Ji ronahiyê xweştir tiştekî nîn e. Gelî hevalan.... bi dinê û allemê bigihînine, ronahiyê zora tariyê biriye û şewqê reşehiya şevan bi şûnde xistiye. Lê belê hê tiştine hebûn... Ecêba giran, bi tenê, bi ronahiya rojê û bi vebûna çavên Evdal nediqediya. Quling jî dest pê kiribû û xwe dilivand. Wî pihêt, pir pihêt, dida bask û perwazanan... Gulê û heval hê bi Evdal re dipeyvin, ji nişkeke ve, tiştekî din qewimî; quling dest bi firînê kir... Disan em dibînin, di rûpelên dawiyê de bûyerên herî mezin diqewimin ên ku vê romanê bixwînin, dê li ser baskê vê romanê siwar bibin û berê xwe bidin çiyayê Sîpan ê Xelatê.
Dema Uzun dide xuyakirin ku Kurd ji stran û kilaman hez dikin rastiyê dide ber çavên xwendevanan, dibêje Kurd ev in. Di dawiya romanê de, tarî û nexweşî şûna xwe dide dema ronahiyê; qîreqîr, girî û janên giran û xemgînî şûna xwe dide ken û şahiyan.

Tendens û şop
Romaneke destanî
Heger peyva romana destanî rast û durist be, ez dikarim bibêjim" Rojekê ji Rojên Evdalê Zeynikê""romaneke destanî ye.
"Tiştên ku vê romanê, ji kurteçîrokê vediqetin, ev in:
1. Di vê romanê de hêmana bingehîn leheng, Evdalê Uzunî.
2. Qewimandin û bûyer li derûdora Evdalê Uzunî...
3. Derketina kesan li gorî bûyeran, karên xwe dihînin cîh.
4. Lehengê romanê yê duhemîn û sêhemîn heta cîhekî bi lehengê yekemîn re, paşê cîhê xwe didin kesên din. Bi gotineke din, di romanê de sê tişt giring in, ew ev in: Leheng, cîh û bûyer. Ev hersê di romana Uzunî de diyar in.
Romana Evdalê Zeynikê, mîna dengbêjekî Kurd û fîgurekî mîtolojîk sala 1900î dihê bîra me, wê demê li ber çavan radixe. Çawan ku di romanê de jî diyar e, Evdalê Zeynikê bav û bapîrê dengbêj û çîrokbêjên Kurdan e. Hîkariya wî li ser stran, kilam, helbest û wêjeya devkî heye. Mehmed Uzun ji nûh ve dengbêjiya Evdalê Zeynikê, kilam, ziman û hunera wî aktuelîze dike. Hin kes dibêjin; Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê Oto-boyografiya Evdalê Zeynikê ye; lê ne otoboyografiya wî ye, tenê şubandinekê wêjeyî ya kevn e. Yanê Evdalê Uzunî Evdalekî din e, Evdalekî çêkirî, têne bi kilam û stranên Evdalê Zeynikêve hatiye xurtkirin û honandin. Bi gotineke din, lehengê romanê hatiye çêkirin.
Hin kes jî dibêjin"Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê "destan e, lê ne destan e jî, tenê bi zimanê destanê hatiye nivîsîn. Destana kurdî avahiyeke civata Kurdan e, lê romana kurdî ji aliyê romannivîsekî Kurd ve dihê nivîsîn. Bi gotineke din, roman bi hizir, zanîn û pênûsa kesekî ava dibe, lê destan malê hemûyan e, malê mîlyonan e, malê hemû Kurdan e. Di romana"Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" de, tema û celebên şeweyên vegotinê hene, bi gotineke din, xwediyê romanê Uzun bixwe ye, lê xwediyê destanê gel e.
Bi bîrûbaweriyên min;"Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê" romaneke klasîk e û li ser wêjeya devkî û klasîk hatiye avakirin. Bi peyv û gotin pêşiyan ve hatiye xurtkirin.
Çima? Di vî warî de wisan nivîsîye: " dinya ava ye, herkes bi aqilê xwe têde şa ye..."
Dîsan di derheqa edetên Kurdan de jî wisan nivîsîye: "... ji sê rojan bi şûn de, mêvan jî dibe xwediyê malê û daxwaz û gotina xwe dibêje".
Di derheqa dijminî de jî dibêje:" Nanê Osmaniyan li ser çokên wan e, mirov nikare bi wan bawer bibe. Çiya dikare here çiya, lê xûyê Osmaniyan jê nabe cuda." Herwisan bi motîfên destanên kurdî jî hatiye honandin û xemilandin, bo nimûne:
"Xelkê şîret li Xecê kirin û gotin," tu bi ya me bikî, tu dê dev ji Sîyabend berdî, tu çareya wî nîn e". Xecê, bi girîn, li wan vegerand, "na, nabe, Rebbê jorîn şahidê min e, dilê min bi Sîyabend re ye. Tiştê ku hatiye serê min, bila neyê serê gurê çiyan. Dev ji min berdin."
Di warê pesindarî û hunera nivîsînê de tiştekî nûh heye, pesnê cîh û waran xweş hatiye honandin.
Evdalê Zeynikê weke bavê dengbêjan e. Ez ji Kurdistanê dûr, li Swêdê dijim, lê ez di deriyê romanê de ketin nav gund û bajarên Kurdistanê, lê geriyam.
Em dikarin bibêjin ku romana mîna "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" bi naverok û teknîka xwe ve, romaneke destanî ye. Dema ku Uzun pesnê Sîpanê Xelatê dide, dilê mirovî hênik dike, dengê Evdalê Zeynikê bêdengiya dinê dixemiland û hawirdorê xirab nekir, sakîn û xweş dikir, dibêje.
Di vî warî de wisan nivîsîye; " Tava rojê hê xwe nedabû xuyan. Lê ji dûr ve, şewqa çend tîrêjên tavê xwe diqulipandin ser serê çiyayê Sîpanê Xelatê û dibiriqîn. Belê, li wê derê Sîpanê Xelatê hebû, çiyayê dostê ewr û ezmanan, serî bi mij û dûman, warê dilketî û evîndaran, şêr û pilingan, stariya keserkûr û bextreşan....
Zimanê Romanê
Zimanê Uzunî, zimanekî zelal, şêrîn, mîna lehiyekî diherike, xwe ber dide kûrahiyên dilan. Dengbêj, kilambêj, kulbêj û hwd zimanê me dewlemend dikin, bîrînên me didin kewandin û derdên me derman dikin. Ew gelekî karên hêja yên civakî dihînin cîh; hebûnên çandî û wêjeyî dicivînin ser hev û di navbera dem û dewranên rabirdû û pêşerojê de pirekî ji pola ava dikin. Yanî zimanê me bi me didin xwendin û şevên tarî bi me didin ronahî kirin. Evdalê Zeynikê, ne tenê dengbêj e; ew wisan jî derdbêj, dilbêj, kulbêj, kurdbêj, êşbêj, serxwebûnbêj û netewebêj e jî.
Zimanê"Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê"; zimanê dengbêjî û stranbêjiyê ye, lê yê "Bîra Qederê" zimanê rewşenbiriyê ye. Ji xwe lehengê "Bîra Qederê" rewşenbîrekî Kurd ê sereke ye.
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" bi zimanê xelqê hatiye nivîsîn. Ew, peyv û gotinên kevn aktualîze dike û dihîne bîra mirovî. Gotin û hevokên folklorîk û berê çêkirî dihîne rojevê, hevokên nûh dirêsîne, biwêjên kurdî û gotinên pêşiyan ji mirinê rizgar dike, pêywendiya edebiyata devkî bi ya nivîskî re girê dide.
Heger ji dengbêj, çîrokbêj, kulbêj, stranbêj û kilambêjên me nebûna, zimanê kurdî tune bû; neteweyê Kurd jî tune bû, wan dewlemendiya zimanî û zaravayên wî parastine. Gava min romanê xwend, ez gihîştim vê baweriyê; Uzun dikare bi zimanê kurdî, romana herî modern binivîsîne, Îmkanên wî hene; rêziman û qayideyên rastnivîsînê dizane.
Heta nivîsîna romaneké, mîna Evdalê Zeynikê, zimanekî herikbar dixwaze, zimanekî dengbêjî, nerm, şêrîn û zimanê gundiyan yê ku xwe parastiye...
Bi rastî, zimanê Mehmed Uzunî; bîhn, tahm, lezet û rengên dewlemendiya zimanê kurdî diyar dike û wî dide ber zimanên îngilîsî, fransî, farisî  û erebî.
  20-04-2010 Stockholm
Maruf YILMAZ: maruf@live.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark