Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Destpêka Rojê

 

 Helbesta:Besam Mistefa

Bi peyal ên berbang a þîrmij ve
Dil ,
Dilê keserzan
Tête þuþtin..
Gendî
Gemar û
Guneh


Di noþava tîr a kevnar ya
Elenda nûþiyar de dihilin û
Bi ta yên reþahiya mayî re
Têne rapêçandin
- mînanî masiyên ter di tora Xwedê dikevin-

Berbang e !

Êdî ronahiya çavan zelal dibe û
Di dilê zamdar de
Xewn ji xew radibin

Berbang e !

Li þîn asoyên nepenî
Aso
      Aso
           Tu zan dibe :
Zamrûtek
Nîsanokeke nû piþkuvî
Gulistêreke temen dirêj
Bi mey û
Xwîn û
Firmêskên berbangê
Xunavgirtî .

Berbang e !

Çivîk
Sivandîlk û
Hechecîkên mala Mizgîn
Mizgînê didin
Bi kulîlk û gulçîçek ên ku bi þebnema
Destêsibê ve
Hatine pakkirin :
Rojeka
            Nû    
                 Vaye
                          Destpê  
                                      Kir !.. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark