Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Konê Reþ, Sersaxiyên xwe ji malbata Segvan Ebdulhekîm û Yekîtiya nivîskarên Duhokê re Pêþkêþ dike

 


  Malbata gorbihiþt Segvan Ebdulhekîm,
Kak Hesen Slevanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê
Hêjano!
   Bi dilekî xemgîn me xebera koçkirina dawî a nivîskarê kurd Segvan Ebdulhekîm(1948-2010) bihîst, Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe þad bike, cihê wî bihiþta rengîn be..
   Bi rastî, bi oxirkirina wî re, stêreke geþ ji esmanê rewþenbîriya Kurd li Duhoka Badînan û Zaxoka Botan rijiya.. Kurdistanê aþiqekî xwe winda kir.. Siwarekî çeleng ji hespê xwe peya bû.. Wî jî wek gorbihiþt Rezoyê Osê xwe tevî kerwanê Adariyan kir..


   Birano! Ez bi navê xwe û navê dost, heval û hogirên xwe ji Qamiþlo sersaxiyên xwe ji we re pêþkêþ dikim û bihiþta rengîn ji gorbihiþt Segvan Ebdulhekîm re dixwazin.
Bela serê gelê kurd sax be, serê malbat, xizim, heval û hogirên wî sax be û serê Yekîtiya nivîskarên Kurdan de li Duhokê sax be.

Konê Reþ
Qamiþlo, 10/03/2010

--------

BIRÛSKEK

- Malbata xwedê jê xweþ segvan ebdulhekîm
- berêzan hesen silîvanî , cemîl axa , þewket sindî û hemî endamên yekitiya niviskaren kurd li duhokê
- heval û dostên rehmetî segvan û topa karmendên dezgehên ragehandinê li devera behdînan .
nûçeya koçkirina dawî ya nivîskar û xebatkarê kurd segvanê berhemdar tîreke din ji tîren þîn û xemgînîyê di dilê me de çikand , sitêreke din ji sitêrên çalakiyên rewþenbîrîyê û ragehandinîyê ji asîmanê zaxuka sozdar û dilêr wesand û bê guman ziyaneke mwzin gihande birêvebirina çalakiyên avakirin û geþkirinê  …..rehmetîyê seyda diranekî mezin , çeleng , dilovan , þêjin xwes , dûrmeyzen  bû , mirov sûde û zanîn ji rûniþtina pêre dikir …..hêvîdarim ku kockirina wî  heval û hogirên wî dil xwertir bike li doz û armanc û guhdanên wî , biharên salên me dagirin bi gul û kulîlkên bihin xweþ , dev li ken ….. û bere serê malbata wî, hevalên wî , miletê wî û pênûsa newrozê û yekitîya niviskarên duhokê saxbe , bare þînê li ser dilên wan sivik bike .
em tev hevparê vê þînê ne , daxwaza me ku cihê seyda buhiþt be , û ew û karwanê nemiran bi hev þabibin .
 
QAMIÞLO 10 / 3 / 2010

Mûsa Zaxuranî   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark