Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: Desmala Govendź... Ji Dilžah Yūsiv Re

 



Hoženg Osê

De bihejîn e… û bihejîn e…
Stûna konê demê bihejîne…
Dergûža elendê, elenda peyvê, peyva baranê, barana adarê, adara evînê, evîna çiyê, çiyayê xewnan, xewnên welêt, welatê elendê, bi kenê xwe, di govnda pezkovî û xezalan de, de bihejîne.


Porên xwe berde kaniyê û destên xwe ji hechecîkan re bihejîn e.
Dengê tifinga te, hîna di gewriya Cûdî de, ji Çetelê re, dastanekê pemba dimeyîne.
Helbesta te, di gewriya Serhed de, Hewlêrek ji Amedê re difirîne û Hewlêrekeke din ji Qamižlo re dixemlîne.
Žev ževa te ye…
De peyala xwe li ya vê adarê xe, û halanan dîsa bide karxezalên çiyayî, da ji payebûna xwe hinekî dakevin, û derbasî xirecira vê xewnê bibin û  vî kabûsê ser sînga min biqewtînin.
Roj roja te ye…
De peyala xwe li ya melayê Cizîrî, û ka em dîsa vegerin Beyrûtê, da tu dîsa ‘sebahulxeyrî xana min…’ ji me re bistrê.
***
‘min bihîstî tu nexweže dilo’….
Çi bikim bextê me tim reže…
Bextê me kaniya jana bibil e
Bilbilê ku fîxan û dil bi kul e.
Kula bendewariya azadiyê.
Azadiya giyan û hiž û dil e.
Dilê ji evîna welêt dinale
Nalîna dežt û çiya û newale
Newala tijî sitêrk û sorgulin
Sorgulên ku bêhn didin çendîn sale
***
Te bihîstî em nexwežin… em?.
Ez nexwežim…ez…
Bêrîkirin min dicû.
Tenahî dike min biqurtîne.
***
Ji bîra min naçe…
2001’ê bû, sersala tevgerê bû. Em li Beyrûtê bûn. Žahî bû. Mehmûd Ezîz Žakir distira. Te serê govndê kižandibû. Desteke te di destê min de bû. Destê din, desmal dihejand.
Ji kurahiya dilê çiyayê Cûdî, û ji tîna havîna ‘Çetelê’ germtir, te dilîlan.
Guhê min li te bû, lê çavên min li wê keça Koçer bû.
Ji bîra min naçe, bê çawa te desmal dihejand, berê xwe dida esmanan û çavên xwe digirt û dilîland.
Di wê govendê de, ez bibûm weke perîkek. Ji což û kêfa dilê xwe, dikiram bibama perperîk û li ser dême wê koçerê deynim. Min halan da te û got: ‘ha hevala Raperîn… ha…’.. û te lîland û lîland û lîland… û keçika Koçer lîland… û ez hatim kužtin.
Dê çawa ji bîra min biçe, dema li Heleb’ê, yekemîn car, ez pêrgî te hatim!?.
Dema tu çû çiyê ez zarok bûm.
Dema tu ji çiyê hatî, ez hîna zarok bûm.
Dema te bêriya çiyê kir, ez zarok bûm.
Dema çiya bêriya te kir, ez hîna zarok bûm.
Tu may xipža çiyê.. ez jî mam zarokek dînoke!.
***
Hîn jî, desmala govenda te, li Çetel’ê.. li Beyrûtê.. li çiyê diheje, lê tu ne di govnedê de yî…
De ka rabe lêêê…, û bilîlîne, em dîsa herin govndê.

Żstanbol
3/3/2010

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark