Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Xaksipartina Nivîskar û zimanzanê kurd Rezoyê Osê

 




(Qamişlo – welatê me) îroj, in 5/3/2010  li Gundê Dekşûriya (bakur-rojhilatî bajarê Qamişlo), bi beşdarbûna cemawerekî zor ji heval û dost, nivîskar, rewşenbîr, partiyên kurdî,  û komîteyên mafê mirovan, nivîskar û zimanzanê kurd mamosta Rezoyê Osê, yê kû duh li Qamişlo canê xwe ji dest da, piştî berxwedanek dirêj hember nexweşiyek kujek, hate xaksipartin.


Piştî termê hêja Rezo hat binaxkirin, çend helbest û gotin li ser gora wî hatin xwendin, li destpêkê helbestvan Dildarê Mîdî bi vê helbesta xweyî xemgîn dest pêkir: 
 Belê avdarê destpêka buharê .. bi şînê bi şahiyê … xedarê evîndarê … te dîsa xwe eşkere kir avdarê … te rojek dî nîşankir avdarê … te stêreka geş di ismanê toreya kurdî anî xwarê avdarê … te guleka geş li ser dara rengîn çilmisand û vemirand avdarê… belê mamoste Ebdul Rezaq navê teyî herî şêrîn li cem me Rezo… te îro pişta xwe da miletê xwe , te ew çavên xweyî zelal girtin .. te dilê me teva şikand û te rondik ji çavê me anîn xwarê.. ax avdarê ..
Paşî mamosta Konê Reş Gotina heval û hogirên mamosta Rezo, yên nvîskar , xwend: spas sipas ji we teva re , sipas ji westandina we re , îro bi dilekê xemgîn , şikestî û bi keser em xatirê dawî ji mamosta Rezo Osê di xwazin , yê kû wek heval û hogirekî me bû , yê kû wek stêrek geş bû di nav rewşenbîr û nivîskarên kurdê sûriyê de , xuya ye kû tracîdiyeka bi xem kurda û miha avdarê bi hevre girêdide , va roja 4ê avdarê jî serê xwe Hilda û mamosta Rezo Osê ji nav me dizî … hê zûbû ji çûna wîre , hêjî pêdiviya rewşnbîriya kurdî bi wî û kesên wek wî hebû , lê wek kû kurdan gotiye : dinya baqê nîvciye , erê baqê nîvciye …..
Her weha birêz Konê Reş bi ferehî li ser jiyana wî sekinî , ji destpêka dayîkbûna wî li Gundê Dekşûriye û xwendina wî û karû xebata wî di warê nivîsandin, werger, wêje û zimanê kurdî de, û perpisyariya wî ji gelek rojname û kovarên kû bi zimanê kurdî derdiketin, û her weha çalakiyên wî yên berçav di komît û komeleyên rewşnbîrîya kurdî û di warê ziman de, û beşdarbûna wî di festival û mehrecanên kû li kurdistan û derveyî welat çêdibûn.
Paşî Bavê Helbest gotinek bi navê desteya kovara pirsê xwend:
Ma gelo ezê çi bêjim , birastî zimanê min peyv winda kirin , ezê çi bêjim mamoste , gelo te şîretkar li pişt xwe ji me re hiştin ? şîretkar di warê ziman û rêzmanê kurdî de , tim vî mamostayî di got: çi karê kû di berjewendiya kurdewariyê de bê cavê xwe jê ne girin…
Malbata mamoste Rezo, rewşenbîr, berketiyên zimanê kurdî, me desteya kovara Pirsê de , bi dilekî bi tev kul , bi keser û kovan, me nûçeya bi dilêş ya koçbarkirina rewşenbîrê kurd yê navdar , endamê payebilind yê kovara me Rezoyê Osê bihîst, buhiştî di dirêjahîya temenê xwe de ji bo ziman, û wêjeya kurdî xebateka tekûz û pîvayî bi rêve dibir, li ser vê riya dirêj , bi tev rêl û kelem gelek cefa û astengî dîtine, lê wî bi dilê germ , bi hişê xweyî vekirî , ew derbas kirine , weke me bira mamosta Rezo di xebata hevbeş ya kovara pirsê de naskiriye , ji bo kar û xebata bilindkirina asta ziman û wêjeye kurdî ew mirovekî cansivik û pêşeng bû . hemberî vê bonya gewre , kovara pirsê reş girêda ye, bi melûlî û stû xwarî gurzek gul diyarî rewanê wî dike , sersaxiya hemî rewşenbîr û berketiyên ziman û wêjeya kurdî dike, bila gora te buheşt be Rezo , serê malbata wî sax be , bila serê we tev de sax be .
Paşî birêz Arşek baravî,  Gotinek bi navê rewşebîrên bajarê Amûdê xwend.
Û li dawî Dr MemoGotina malbata rehmetî xwend:
Ey parêzvanê peyva resen Rezoyê delal… ey sembola vîna ji hesin, dostê heval… evîndarê gol û sosin nefş û lal… te ziman kir evîna mezin şîrê helal… bi te ziman şêrîn bû xema nexwe …. Bi te jî gotin bedew bû ye dûrî cfe … bi te nifşek ji dayik bûye pir bi şeref… ziman delal zelal bû ye ey qehremanê bi wefa … te xwe ji can û dil daye te kêm nekir , te tucarî ji vê dozê bernedaye derî vekir… bi te kurdî jî zîldaye kesî li te zêde nekir… te çi ked û xwêdan daye ey hilgirê hizr û fikir… eşqa te ji kurdî re bê sînor bû , wê her tim bijî wê mînakê nivîskarê canfidayê ji welêt re dipûnijî fêde nakê hêsr û fermêsk li barînim lê Rezoyê dûr ji min dijî … ji nav me barkir bi lezgînî wek şepolê derya mezin , te deng veda wek çirûsk û şewqên ji esmên yên li ser me dirijin .. tu mezinî bavê Salar , ti gor bihiştî bi gerniya evîna te hertim bi jîn , tu namirî , tu di nav cerg û dilê me de hertim dijî…
Dr Memo berdewamkir: Em sersaxiya we teva dikin, birastî Rezo stêrkeka ji esmanê wêje û torevaniya kurdî rijiye, siwarekî hespa kihêle îro peyabûye, em pênûseka bi hêz û xurt winda dikin , em bi hêvîne kû gora wî biheşt bê û hêviyên wî jî bi cih bên.
wek çawa li destpêkê wer weka li domahiyê jî, Helbestvanê kurd , Dildarê Mîdî bi vê parçe helbestekê, rêwresma xaksipartinê bi dawî anî :
 Ey felek ta kengî tê li min bike fen û çew … ta kengî ezê bangkim tê bêjê tew… ta kengî ezê nalim û tê bike xew… ta kengî ezê gazîkim û tê bêjê meke lewlew … ey felek ma ez bê xwedî me , ma ez sêwî me , yan ez ji mar ji Gur cêwî me … bese feleka bê bext bese bese…
Hêjayî gotinê ye kû gelek birûsk jî, yên kû hatibûn şandin, hatin xwendin.



































 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark