Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rezo-Aro, ji me xeyidî û çû...

 


  Bavê Nazê  

      Doh êvarî, dostê min yê ku heta-heta ez deyndarê wî me, ji me xeyidî û çû..Ew çû piştî êşeka dirêj û bê dawî...
      Ji xwe, di vê dawiyê de, Rezo êşek li ser êşa ku her dem pê re heval bû, zêde bû.
Êşa pêşî êşa milet û welatê wî bû û êşa duyem jî, êşa nexweşiya wî ya giran bû. Her dem jî, kengî ku ez li gel diaxivîm, min jê dipirsî : Kengî emê zora vê êşê bibin? Ewî digot: “Xwedê bê erê nêzîk...” Lê êşê ew bir û çûna wî bû êşa dilê hevjîn, zarok û binemala wî û ya rast ya hemû  kesên ku wî dinasin... Erê ew çawa ji ber êşa miletê xwe diêşiya, niha jî miletê wî.


        Her çendê, ez li ser valahiya ku Rezo ji me re hişt, biaxivim, ezê nikaribim, heqê wê bidim...
        Bi vê yekê, diyar dibe ku Rezo mirovekî taybet bû û ciyekî wî yê taybet, di nav miletê wî de hebû.
        Aya ew taybetî ji çi dihat?
Berî her tiştî, ji xebata wî ya bê etlahî, ji bo doza milet û welatê wî, dihat. Ji xwe Tolstoy ji mêj ve nivîsîbû: “Dunya, li ser milê kesê ku bêdeng dixebite, rawestyaye...- Ew bi xwe, li xwe vedigerîne- na, her wiha jî li ser milê wî digere...”
      ... Erê, Aro, ji me xeyidî û çû..Ew çû û valahî di meydana xebat û jiyana xwe de hişt. Lê di dilê me de, tu carî ciyê wî vala namîne. Ew jî dihêle, ew her dem bi me re be û bi giyanê xwe wê her û her zindî be. Bi taybetî, ew min vedigerîne wê qunaxa naskirina me ji hev re û bi vê jî, ezê hîn bêtir wî bi we bidim naskirin...
         ...Sal, sala 1975, li Moskow, carekê Seîd ji min û Mihemed re got: “Hevalekî me hatiye, ez dixwazim, wî bi we bidim naskirin...” Ew heval Rezo bû. Bi xwe, dema min ew dît hîç ew nekete çavên min. Ew jî, ji ber cil û bergên wî û porê wî. Di wê qunaxê de, ez weku hemû koministan, min bi çavên xirab li kesê porê xwe dirêj dikir û şarlisto li xwe dikir, dinêrî. Rezo jî di hevdîtina me ya pêşî de, şarlistoyeke pir fireh li xwe kiribû û pêlaveke penîbilind li pê kiribû, porê wî girtibû heta ser stûyê wî. Min xwe negirt û jê re got: “Eve çiye, ma tu şerm nakî, çima te wiha bi serê xwe kiriye?” Rezo, bêdeng û çavên matmayî li min nihêrî. Li vir Seîd xwe avet nav gotinê û got: “Diyare, modêl hîn negehiştiye cem we koministan. Ez dibêjim, kengî ew modêl nemîne, hunê hingê bidin pey.” Û ya wî derket.
            Lê piştî çend rojekê, dema min Seîd dît, min jê pirsî: “Ev çi kes bû, te ji me re anî, ma kesekî din nebû ku hun ji xwe re bikin heval?!”
            Wê çaxê, weku her dem, bi bêhnfirehî Seîd li min vegerand: “Rezo hevalekî pir başe, heger tu nezîk wî nas bikî, tu nêrîna xwe biguherî...”
            Way xwedo çi qasî Seîd di gotina xwe de rast bû!
            Rezo-Aro her dem ji nêrîna peşîn nedihate pesendkirin, lê bi demê re, hedî-hêdî di çavên kesên ku ew ji wan nenas bû, mezin dibû û weku tête xwestin dihate dîtin.
            Dure Mihemed Ebdo, li ser nêrîna me ya peşîn bi henekî her dem dubare dikir: “Bi wê pêlava penîbilind û şarlistoyê te meşa te dibû ya kosmonaftê ku li ser heyvê dimeşiya...” Mihemed bi gotina xwe re, lasayîkirina wî dikir... Her dem jî, Rezo bêdeng digirnijî.
            Roj bi roj, baştir me hev nas kir û nêrînên me di pirsa netewî de pir nêzî hev dibûn, vê jî hişt dostaniya me bi hêztir bibe.
            Sala 1976, pertûka Salnîkov li ser Lîtkîn hate weşandin. Lîtkîn jî qehremanek ji şoreşa Oktobirê bû û bi netawa xwe kurd bû. Ji bo me jî, bibû cihê şanaziyê. Di vê navê re, carekê Rezo hate cem min malê û min ew pertûk nîşanî wî da. Ewî got: “Ez tênagihêm, hun edeb dixwînin, lê tiştekê ji bo edeb nakin. Hema vê pertûkê wergerîne...” û min jî dest bi wergerê kir. Jixwe, ev pertûk bû egerê wê yekê ku “Komala Kawa ji bo çanda kurdî” bête damezrandin. Û ji bo min jî ew bû gava pêşîn, ji bo nivîskariya min. Û kengî min li gel Ebdî Hecî “Çiya û Çek” ya Cewms Olderêç wergerand, hema pêre-pêre min dest bi nivîsîna romana xwe ya peşîn “Çiyayên bi xwînê avdayî”, kir. Min, wê çaxê bi erebî dinivîsî û kengî min roman bire serî, kê pêşniyar kir nema tê bîra min, da ku em li ser binivîsin werger ji zimanê kurdî. Ji wan çar damezrênerên “Komala Kawa...” (Rezo, Seîd, Mihemed Ebdo û Ez), Rezo baştirin kes bû ku kurdî dizanî. Me li ser pertûkê nivîsî wergera ji kurdî: Rezo. Pertûk jî, di bin navê Bavê Nazê hate weşandin. Li vir, me li hev kir ku di paşerojê de, pêdiviye Rezo bi wergera ji zimanê erebî ji bo zimane kurdî rabe.   
            Weku em dibînin Rezo rê li ber “Komala Kawa” vekir ku me bi zimanê erebî pertûkên xwe diweşandın, êdî xwest ku riyeke din li ber me veke, ewî got; çawa be gerek hun xwe fêrî zimanê kurdî bikin, jixwe, li gel ku Rezo peymangeha niftê li Moskow dixwend, her wî sala 1979-ê mamostayetiya zimanê kurdî dikir. Heftê carekê û du caran şagirdên kurd yên ku dixwestin xwe fêrî zimanê kurdî bikin, Rezo wan fêr dikir. Ez jî yek ji wan şagirdan bûm. Xweş tê bîra min, ew pertûkên ku ji bo fêrkirina zimanê kurdî pir sade bûn, hema bêje ji bo şagirdên seretayî bûn. Armanca van pertûkan, fêrkirina xwendina zimanê kurdî bû. Çi wêneyên giyaneweran hebûn, navê wan jî li bin bûn. Min bêjeya “Çêlek”, “çilek” xwend. Mamosta Rezo ne bêxeyd got: “Mala teyo, heger tu nizinî bixwînî, ma tu wêneyê çêlekê jî nabînî?!”
            Em hemû keniyan.
            Jixwe, ew kesê ku romana min ya “Çiyayê bi xwînê avdayî” bixwîne, dê bibîne ku min diyarî Rezo kiriye û tê de nivîsiye: “Heger ne ew ba, ez ne dibûm nivîskar.” Gelek caran li ser vê yekê pirs dihatin kirin, ew çawa tu bê Rezo nedibûyî nivîskar?
            Li vir, fere bête gotin, heger ne Rezo bûya wê “Komala Kawa” çenebûya. Jixwe, bi avakirina “Komala Kawa”, min dest bi werger û nivîsê kir. Lê ji bilî vê yekê, rola Rezo ji bo nivîsîna romana min ya pêşîn jî hebû. Ewî heftê carekê, riya xwe bi min dixist, ji bo ku ew beşên ji romanê dihate nivîsîn, bixwîne. Heger bihata min tiştek nû ji romanê nenivîsîba, xwe dixeyidand. Û çi cara ku beşek ji romana bixwenda pesnê min dida û digot: “bidomîne.” Ev jî bû egerê ku palder li cem min ji bo nivîsê çê bibe.
            Mamosta Rezo sala 1980-ê xwendina xwe bire serî û vegeriya welat. Xebata wî piştî vegera wî pir aliye, pêwistiya xwe bi vekolînên taybet heye. Ji ber vê çendê, ezê vî warî bihêlim ji bo paşerojê.
... Û gotina dawî ku min dixwast ez ji momastê xwe re bibêjim, eveye: “Rezo mala teyo, tu û mirin!”  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark