Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Çend Fermêsk

 



Hoşeng OSÊ

1
Xwêhdangirtî, giyanbirçî, poşman û têkçûyî...
Ji kûrahiya tenahiyê, pêjna helbestvanekî, ber bi dojehekê ve, tê.
Kes nizanîbû bê ji kur tê...?!.
Ji kê re dikene û sînga xwe ji kê re vekiriye...?!.
Destnivîsa pirtûka xwe spart rewrewkê...
Wêneya xwe ya nîvşewitî li ber dergeha mirinê daleqand...
Û bê ku navê xwe li ser şevê binivîse...
Pişta xwe da awêneya xwe û di çavên bê de, bû firmêskeke tal.


2
Vî bayê payizî, vê şeva reben diklê û diklê.
şev jî...
min dihêre û gilî û gazinên xwe didêre.
Ez dûm du fermêskên sor, di nava desmala xifşeke çiyayî de rijiyam.

3
Li bin siya wî kendalî...
Ew kiye pêjna min daye ber kêran...?!.
Li pişt wî çiyayî, spîndarekê, berê xwe avêt...
Li ser quloçên pezkoviyekî dîn, welatek bişkivî...
Dastanek vêket û helbestvanek vemırî.

4
Hingî lipey xezalên çiyê diket...
Çavên xwe li keleman dixist û dilê xwe dida ber kêrên kevirî.
Ji nişka ve...
darên gûz, kizwan û berû, hew wî dîtin ku bûye fermêskek şor di çavên ewrên vê payizê de.

5
Wê êvarê... İstanbol çiqas dişbî Beyrûtê?!.
- Derya pirsî: tu bi tena xwe yî...
kanî xezala te ya wê hingê...?!.
- wî got:
ma xezal man...!.. hal ma?.
Ji feleka qehp, bipirse.. derya.

6

Nûxuriyê xewna xwe bû.
Rûken û ji teşqeleyan hezdikir.
Taxên İstenbolê tavêt kewara xemên xwe.
bîstikên wî tijî dojeh bûn.
Lixwe dizîvirî û li dora Bûka berfê digeriya.
Ew heliya û bûk, weke xwe ma.

7
Ji newaleke bê binî...
zarezara birîndarekî tê.
Ji hevalên wî hebû, ku ew ji binê wê newala bê binî dikene.
Nameyên yara xwe çirand.
Pênûsa xwe kira gema qulungeke kor.
Bîranînên xwe diyarî bê kir.
Û berî tama memikên yara wî ji ser tiliyên wî biçe...
giyana xwe spart kevirê li ber pala xwe.
Kevir bû dû û çend fermêskekên kesk di gewriya wê newala bê binî de.

İstanbol 9/9/2009
Shengo76@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark