Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ji mezinan re çîrok

 


Arjen Arî

Li wé rawiyé digerim. Li wé çîrokbéja ku pésîra peyvé wisa vedikir: Ew þeytanké bévilteþî, li seré bané me dimeþî, piçikén pîsî j’ qûné diweþî…
Her peyva wé mina þekirekî qul-qulî, þîrîn, stiranî bû. Û xweþvebéjeke wisa bû; piþtî her vegotiné ekla çîroka ku digot di biné zimané min de dihiþt û diqedand. Lewma, her évar mina kitéké bipirnisîn xwe nézî xwediyé xwe bike, bi qunxiþké berûpé diçûm, û min sere xwe yé ji paþ de mina þûnikekî, li ser çonga wé bi heminî diediland.


Evqas çîrok ji kû dabûn hev, û çawa jiber kiribû?
Yé ku bidîta, wé bigota kaniya çîrokan e pîra te. Navé wé Finca Xelîl bû. Jiyana wé bi xwe çîrokek bû, çîrokeke tiþtiþî, zivér, zivar-zîvarî…
Yekcaran qetek ji çîroka xwe jî li tevî çîroké dikir. Lé wé, hé çîrok neqedandî, ji xilîna stuyé min é li ser çonga xwe, té derdixist ku ez é zarok di kendalé xewé werbûme, ketime péxéla xewa þîrîn…
Wekî niha té bîra min: Her þev xewnén min bi wan çîrokan dixemilîn. Ji wan çîrokan fér dibûm ku mar kare xwe li zîlana derî bipéçe, dûpiþk dikare bikeve sola meriv…
Ji çîroka Rovî û gur, hîn bûm ku gur pezxûr û dirinde; rovî lawirekî fenoker, bi dekûdolap û  bi xap e.
Zaman jî mina rovî xapînok û bi xap e.
Xapînokaya rovî di çîrok û çîvanokan de ji nivþekî bigihe nivþekî din jî,  wekî çîroka dawî; ez an jî tu, rojeke ji rojan em é çîroka zeman wisa webéjin ji neviyekî ji neviyan re:
Berxé min, zeman bi desté zaroktiya meriv digire, di neqeba naþîtî û sîpetiyé re dibihurine digihîne xortaniyé…û paþé… ez ji berxiké xwe re bibéjim… rih û poré meriv spî dike, piþté li meriv xûz dike…û béyî ku meriv li xwe biwarqile merivan dike kalekî zemanan…
Zeman pîr û kalé zemanan yeko yeko birin û di kéja zemén werkirin.
Ne ew tené, li tevî wan; çîroké xetxetoké, çîvanokén þev û roké, destanén mérxasiyé, stranén paleyé û payîzok û bélûte…
Û ziman, zimané ku dol û delavé çandé ye, zimané ku céz û genciniya hemû çîrokan e, zimané ku serkaniya hemû stiranan e…rojeké ew jî bi zeman re biqede?

Îro roja çîroké ye.
Di vé rojé de me got, ‘Çîrokén me yén dawî jî gelî biréz û ezîzan; yek; ‘Zarokén 300 sal li teméné wan hetî birîn e’, ya duduvé; ‘Rûyé zilmé’ ye, ya siyé jî ‘Destén kelepçekirî’ ye’.


Me got, Dest dikarin werin kelepçekirin, gelî ezîzan…lé ziman?!

Bo ku em çîroka xwe nebéjin an divé zimané me béthilkirin ji qurm de, an jî divé bét jékirin…

Zimané me bét jékirin jî; em é seré neynûké tiliyén xwe bikin xame, di xwîna xwe zimané xwe dabikin û em é dîsa çîroka xwe binivîsin…

Lé em naxwazin çîrokén bi éþ û elem, çîrokén zilmé, çîrokén koçberiyé, yén kuþtinén qesasnediyar li ser vé axa pahr bi pahr ji zarokén xwe re bibéjin û xwe û wan bi wan çîrokan di xew ve bibin:

Em dixwazin çîrokén béje bi béje keskesor, hevok bi hevok qazoqer; navé yeké ‘Welat’, yé yeké ‘Azadî’, yé yeka din ‘Aþtî û Biratî’, yé yeké ‘Wekhevî û li gel hev jiyîn’…bibéjin, vebéjin û bi zarokén xwe re bémitale, ji tirs û sawé dûr… seré xwe deynin ser balgihé… û tékevin xewé’.


Lé ew, li tevî jiyané xewa þîrîn jî diherimînin li me.
Diherimînin… û pé re 5 sal 5 sal li zarokén ku kuçek di serokwezir werkirine, dibirin!
Diherimînin… û pé re seroké PADé, ji ber daxuyaniyekî davéjin zîndané!
Diherimînin…û 50 girtiyén nexweþ-nesax di zîndanan de dirizîn..

Em é vé ‘çîroké’ çawa biencam bikin?
Em é çawa bi encamm bikin, li beþberî yén ku nahélin em çîrokén dilþad, çîrokén bi zimané dayiké bibéjin, vebéjin û li ser kaxiza spî béje bi béje biréjin…

Çi bibéjim…
Weke gotina Ehmed Hûseynî bibéjim‘çîrok wala’ ye?

Çîrok ‘vala’ be jî, çîrok çîroka me ye!
Çîrok çîroka hebûna me ye!
Çîrok çîroka zimané me ye!
Çavén wan birijin zarokno!
Çavén wan bipelqijin…çavén wan… wan én ku çav berdane ziman û çîroka we!

25.02.2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark