Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Romana Silêman Demir a nû: KASSANDRA

 


 
Meha sibata 2010ê romaneke Silêman Demir a nû Kassandra di nav weþanên Avesta de li Stenbolê derket. Romanê, mijara xwe ji Ilyada û mîtolojiya yûnanî wergirtiye. Mijar, ji evîna xweda Apollon û dotmîra Troya Kassandra, revandina Helena Spehî ji bajarê Sparta ji bal Parîsê lawê qralê Troya Prîamos ve û þerê ku li ser wê derket pêk tê, bi egîdiya Hektor û Akhûlleus dom dike û germ dibe. Berhem, bi hiner û evînên xwedayên Olympos, bi çîrok û serpêhatiyên wan, gotin û spehîbûna wan, bi dîmenên xwezayê û gerdûnê tê xemilandin û vegotin.


Her wilo berhem dide xuyakirin ku xweda, bi xwestinên xwe yên evînî diçûn serdana mirovan û diketin himbêza wan, diçûn û ew ji ber kirinên wan ên rûmetdar û biserketinên wan xelat dikirin. Gava þer li binya dîwarê bajarê Troya germ dibe, dengê þingîna þûran û riman, þîîna hespan û qîrînên egîtan di berhemê de bilind dibe. Lê berhem, ji þer bêtir, hêza evînê, spehîbûna xwezayê, gerdûnê û xwedan derdixe pêþ. Berhem, mezinbûna Zeus û spehîbûna koþka wî, wilo dide naskirin:
Apollon … ``bi ezmên de firiya û çû serê çiyayê Olympos. Koþka xwedan a navdar, a ku jê re Olympê dihat gotin, li wir bû. Ew koþka zêrînî, di nav mij û morana zîvînî de, her demê li wir wek êgir diçirisî. Keskesor carê diçû di ser wê re radiwestiya û jê re dibû taceke xwedayî. Xweda zanin û guwah in bê ew rengê wê yê agirîn, rengê mijê yê zîvînî û keskesor çiqasî li hev dihatin, bes tenê yên ku dîtin, wê yekê dizanin.
Lê dîsa jî, gava ku Zeus derdiket ser dika wê koþka zêrînî, ew yek û koþk, herî spehî bûn. Wî çaxî, heger roj bûya, mijê û ewran xwe didan alî, rê didan tîrêjên Helîosê spehî da ku dora wî bike ronahî. Keskesor diçû li pêþberî wî radiwestiya. Gul bi lez vedibûn, bêhn didan û bayê hênik jê re radibû. Bazên li ser milên wî, kevokên ku diçûn û jê re li ser wê dika ku raserî dinyayê tevî bû dans dikirin, didan xatirê wî.
Heger þev bûya, îcarê hîvê dora wî dikir ronahî, stêrik bi xar ji ezmên dadiketin û di ser koþka zêrînî re kevanekî wek keskesorê ava dikirin û radiwestiyan. Rêzeke din li dora hîvê dibûn mircan û morî. Wan çaxan, erd û ezman herdu þa dibûn û xwedayên din li ku bûna, dev ji karên xwe berdidan û diman li bendî ferman û xwestinên Zeusê mezin. Wî jî hêvî û bawerî dida wan ku ew gelekî mezin e, ew dikare hemû tiþtan bike û hemû tiþtên ku dibin jî rawestîne. Her wilo dida zanîn ku darê wî ji erdê û ezmên re daniye, di karîn û zanîna wî de ye, wê tu caran xerab nebe, wê nebe kaos.
Ne gelek mirovan ew wirþe, ew mezinbûn, ew rûmet, ew payedarî, ew bedewî û ew spehîbûn bi çavan dîtin. Lê yên ku dîtin, ji ber tirsa dîtina wê spehîbûnê, a wê wirþe û payedariyê, þaþ bûn, hiþ û aqilê xwe berdan, nema lebitîn û peyivîn, di cîhên xwe de hiþk bûn, bûn wek dar û keviran. Ew, incex bi destûr, alîkarî û dilovaniya xwedan dîsa li xwe vegeriyan.”
EuroKurd News – eurokurd.net


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark