Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Dostaniya rast

 


Dilovan çeto

Rojekê mîrê bota bankire wezîrê xwe û jêre got : tibixwe zanê ez tiştekî divî welatîde bê şêwrate nakim,jiber evbû çend sal tu wezîrê minî û min ji rastiyê pêve li dorî te nedîtiye.
Lê îro ezê bite bişêwirim ne di derbarî kar û xebata meyî welatîde.lê belê jibonî daxwazeke minî teybet.
Wezîr got xwedê xêrbikê mîrê min, fermoke bêje ez lite guhdarim.
Mîr got : bi rastî hîn dilê min di dinyayêde heye û ez dixwazim jineke dî jixwere bênim, jiber vê yekê ez dixwazim bite bişêwirim ka ez jineke çawa bênim ?


Wezîr got : mîrê min eger tu şêwra min dixwazê, bere jineke qehb û diz bê !!!!
Dema mîr ev gotin ji wezîr hiskir, dîn û har bû çavê wî çûne nava serê wî, rabû ser xwe û qilîç * kişand û xwest serê wezîr ji gewdê wî jêkê , lê hate bîrawî xizmet û alîkariya wezîr jêre. Qilîç vegerande cihê wê û jêre got : destê min lite nagerê ez serê te jêkim çawa tu dibê jineke qehb û diz ji xwere werê.lê ezê / 24 / se، eta muhletê bidime te,divê tu ji cizîrê barkê , lê ez bi aniya mîrkim di peyre ezê serê te jêkim.
Wezîr bawerya xwe anî eger di derbarê /24/ se،eta de ji cizîrê barnekê wê mîr serê wî jêkê.bilez kar û bara xwe kir û bi tîrêjê rojêre yên pêşî ji axa cizîrê derket û berê xwe da koçberiyê , qederê çend roja meşîn gihane( keliha bûnisra) ** nerîn vaye av heye û dar û şînkayî û dehl û devî û çiyane .gotin jivir xweştir em nabînin, liwir daketin û wezîr û pîreka xwe û zarokên wî alîkarî bi hevre kirin û ji kevir û dara xanîkî xwe avakirin.
Çend mehê wan liwir qedan,çi kesê diwê herêmê ve derbas dibû û wezîr didît û gotin û zanebûna wî didîtin jêre digotin em dixwazin bibin cîranête , wilo ta lidora mala wezîr gundek hate avakirin, û wezîr bû mezinê wê êlê.
Piştî wezîr ji cizîra bota barkir û koçber bû , salek dido derbas bûn , serokê eşîra û kesê dijminatiya mîr dikirin dest dane hev û mîr ji mîrîtî xistin , mîr tengezar bû kesek nema hate dîwana wî , nema kesekî lê pirsî , hin ji tirsa serokê eşîrêgo dijminatiya mîr dikirin û hinek bixwe ne dilxwazê mîr bûn ji pêşîve.
Mîr wê çaxê tilîkê xwe gez kirin û poşmanî xwe da pêş lê nema fêde dikê . mîr jixwere got : min çi mala xwe bi destê xwe xerakir, divê ez li wezîr bigerim û ez careke dî wî vegerênim cizîrê ,lê eger wezîr çarekê jiminre nekê ezê wilo bimînim bin destê va zikreşa .
Dem bû êvar mîr bankire berdestîkê xwe û jê xwest sibehê zû herê li wezîr bigerê û jê bixwazê vegerê cizîrê , lê dema bêjê ez venagerim jêre bêje liser zimanê min , ez lêborîna xwe jê dixwazim eger tu naxwazê vegerê cizîrê hinek şîreta limin bike
Bi tîrêjê rojê yên pêşîre xulamê mîr li hespê siwar bû û ji cizîrê derket  û berê xwe da gund û bajarê derdoracizîrê ,livir liwir ,xulamdi pirsê ji rêbwariya ji cotyara ji bazirgana , û ji berêve dibêjin ( bi pirsê mirov digihê xursê )
Demeke baş xulm geriya û pirsî ta gihişte gundê wezîr .
Xulam berê xwe da mala wezîr, wezîr û zarokê xwe hatine pêşya wî , çûne lep û riwê hev, bihna cizîrê li pozê wezîr xist û welatê wî hate bîra wî hêsirê ziwa ji çavê wî herikîn .
Şîva xwe xwarin , li hal û demê hevdû pirsîn , û ji xwere li oda wezîr rûniştin ta derengî şevê ,gundî yeko yeko ji odê derketin çûne malê xwe , mane wezîr û mêvanê xwe bi tenê .
Xulam berê xwe da wezîr û got : gelek silavê mîr jitere hene û gelekî bêriya te kiriye . . . .  xulam ma sekinî û  serê xwe tewand .!?
Wezîr got serê xwe rake û jimin re bêje çi bûyer qewimîne li cizîrê ?
Xulam keserek berda û got : piştî te ji cizîrê barkir dijminê mîr xwe dane hev û mîr ji mîrîtî xistin û vaye mîr  ez şiyandime pey te , gelekî poşman bûye û lêborîna xwe ji te dixwazê û dixwazê tu vegerê cizîrê, lê eger tu nexwazê vegerê , mîr dibê ez şîretna jê dixwazim .
Wezîr got : wext derenge bûye çaxê razanê û tu ji rêke dûrve hatiye , here oda xwe raze û sibih xêr pêre tê .
Wezîr çû nav nivîna xwe , destê xwe xistine bin serê xwe û kûr û dûr fikirî, ramanên wî çûne cizîrê wilo ta dixewre çû .
Serê sibehê ji xew rabûn wezîr gote xulam rabe emê herin nav werzê minî go min li binya gund çandiye , emê şebeşekî cemidî bixwin ta bibê dema taştê .
Wezîr û xulam xwe berdane nava werz, xulam ji xwere li werz meyzand , xwedê avakê her şebeşekî mîna cêrekî tê , carekê ji nişkave  wezîr rahişte şebeşekî herî mezin  di lemê de û libin guhê erdê xist , her parçekî bi cîkîve çû !!!!
Wisa bi nav lema ket çi şebeşekî  mezin dinav lema de dît jêkir û libin guhê erdê xist , bivî rengî wezîr dinav werz ve meşî ta gihişte dawiya werz , li vegerê  çavê xwe li şebeşê biçûk digerand û ax dida dora wa û ber lemê wan xweş dikir .dawî şebeşek jêkir ,şikand û qeşart û bankire mêvanê xwe de were kerembike em bixwin !!!!!???
Xulam bixwe matmayî ma û diber xwede digot : çi bi wezîr hatiye şebeşê mezin dişikînê û guh didê yê biçûk . . .
Şebeşê xwe xwarin û vegerane mal, xanima wezîr taştê danî ber wan , xulam taştiya xwe xwar û kar û bara xwe kir jibo vegerê cizîrê .
Xulam got : vaye ezê vegerim û ti naxwazê biminre werê, lê te ne şîretek nejî qewêtiyek limin kir da ez bigihînim mîr.
Wezîr got : tê gelek silava li mîr bikê û tiştekî ku ez jitere bêjim nîne bi oxira xwede here xwedê diber tere bê.
Xulam xatir xwestin û berê xwe da axa cizîrê . çavê mîr bûne stêr li devê riya xulam û wezîr lê piştî xulam giha xeber dane mîr û gotin xulam bi tena xwe hatiye . xulam giha û silav da mîr lê mîr liser agire , rabû ser xwe û got : xwedê xêrkê te wezîr dît yan na? Û eger te ew dîtibê çima bitere nehat .
Xulam got : mîrê min min ew dît û silavê wî lite hene lê belê min kir û nekir biminre nehat.
Mîr jê pirsî eger ji gotinekê ji şîretekê , lê xulam got mîrê min ewî tu şîret jî limin nekirin, mîr bihnekê rawesta,fikrû ramanan ew birin û anîn,bankire xulam û got : jiminre bêje çi bitere qewimî ji despêka gihiştina te mala wezîr û ta vegera te axa cizîrê .
Xulam got mîrê min ti bûyer ne qewimîn lê belê tiştekî tenê bala min kişand , mîr bilez got ewjî çibû ? .
Xulam ew dîtina li nav werz ji mîr re got . mîr rûnişt û bihneke kûr û dirêj kişand û keserek berda û di peyre serê xwe hejand .
Qederê çend meha derbas bû mîr dost û hevalê xwe û gelek mêr û siwar peyda kirin û ew di zêr û pera de hiştin .
Rojekê mîr çû odê û ji serokê eşîr û kesê mîrîtî ketiye destê wande got : ez bixwe kurê vî welatî me û xelkê cizîrê dost û bira û mirov û pismamê mene û mezinê cizîrê jî mezinê me tevane û jibo vê yekê ez dixwazim we mezin û serokê êl û eşîran li mala xwe bi civînim û em parîk nan bi hevre bixwin .
Teva ji hevre gotin ev kes per û baskê wî hatine jêkirin û tu kes li dora wî nema ye , dibê ku ew gihaye baweriyekê nema çare heye jibilî ewjî destê xwe bixê destê me û ewjîbikeve bin siha mede .
Soz dane mîr filan rojê em mêvanê tene .
Mîrjî zilamê xwe amadakirine bi çek û silah  û ji wanre gotiye dema mêvan tevde derbasbûn odê winê êrîşê berdine ser wana û yekî tenê jiwan neberdin û serê hemiyan jêkin .
Bû roja soza mîr û neyarên wî , her axakî her serokê êlekê xulamê xwe bixwere anine . hemû derbasbûne odê , rûniştin .
Zilamê mîr êrîş berdane ser wan , serê teva jêkirin . xwîn herikî sikakan , mîr ferman da û got : ez mîrê bota me , çi kesê serê xwe liber min rakê wê serê wî herê nav wan serê jêkirî .
Jiwê rojêve kesekî newêrîbû serê xwe yan xeberekê liser mîr bêjê . mîr vegera mîna berê , odawî, dîwanawî  ji xelkê cizîrê nema vala dibû .
Rojekê mîr bankire xulamê xwe û got : jiminre çend siwara amade bike û tijî biwanre û kara xwe bikin emê herin wezîr vegerênin cizîrê , jiber wezîrê min aqil mende  û delale û ez qenciya wî û şîreta ku bitere rêkiribû jibîr nakim.
Xulam matmayî ma û got : mîrê min tiştê ez dizanim wezîr ti şîret biminre ne şiyandin û ti qewêtîjî limin nekirin jibo ez bigihînim te !!
Mîr got : çawa , dema win çûne nav werz û ew şebeşê mezin di lema de li erdê dixistin û di pelixandin û şebeşê biçûk ax dida dora wan û ber qurmê lemê wana xweş dikir, ew bixwe nama wezîr bû jiminre têde digot serê mezin û serokê êl û eşîran jêke û kesê gênc bide dora xwe û min bixwe şîreta wî bicî anî û bû dema em herin wezîr vegerînin cizîrê.
Mîr xulamê xwe û çend siwar dane dora xwe û berê xwe dane gundê wezîr, dema çavê wezîr li mîr ket, bezî pêşya wî û hevdû dane ber maça û hembêza hevdû bernedan.li hal û demê hevdû pirsîn,wezîr qedrû qîmetê wan gelekî girt, xanima wezîr jî hinek tûtin ji tûtina cizîrê ku bixwere anîbûn û mîr bixwe jê vedixwar liber wan danîn ligorî jimara wan û heryek destek pelê çixarêjî liber wan danîn jibo xwe pê mijûl bikin ta xwarina wan amadabibê.
Mîr çixareke xwe pêça û gulmek kişand , yek didiwe dî kişandin û got : tama vê tûtinê mîna tûtina cizîrê ye , newilo tenê ev bixwe mîna tûtina min bixweye .
Xwarina mêvana amadebû, xanimê berxek ser jêkiribû û birinca cizîrê bixwere anîbû û hilandibû ji rojekê  mîna vê rojêre . mîr çend parî xwarin û got : tê bê ev birinc niha ji cizîrê hatiye. Livir wezîr serî rakir û got : mîrê min ew tûtina te vexwarî ya cizîrê bû , xanima min bi xwere anîbû û gelek cara ez dimame bê tûtin û min ji xanimê dixwest eger hinek li mal hebê ,lê jiminre digot nîne, ewê hilanî bû ji rojekê mîna îro, û ew birinca te xwarî ya cizîrê bû û gelek cara em bê xwarin diman û hesreta me kevçîk birinc bû lê xanimê digot nîne , dîse ewê hilandibû ji rojeke mîna îro.
Ma nayê bîra te roja te şêwra min xwest jibo tu jinekê jixwere bînê û min jitere got bere yeke qehb û diz bê!!!
Mebesta min ewbû , bere qehba mêrê xwebê û bere dizya mala xwe bikê mîna xanima min bê çawa tûtin û birinc ji malê dizîbû û hilandibû ji rojeke mîna îro,lê belê te te ez koçber kirim.
Mîr aniya wezîr ramûsand û lêborîna xwe jê xwest û jê xwest vegerê cizîrê û soz dayê ew nema tu fermana bidê ta bi wezîr û şêwirdarê xwe ne şêwirê .
Wezîr vegera cizîrê û tevdeka jiyana xwe berdewam kirin û soz dane hev jiyaneke xweş û geş ji miletê xwere jî peydakin .
 
 
*qilîç : "ji xencerê mestire û ji şûr biçûk tire "
**gundeke nêzîkî nisêbînêye .
 
 
dilovanceto@hotmail.com
  
 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark