Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nivīskariya Kevirbirī bi panelek serkeftī de pźk hat

 


  Nivîskar Salihê Kevirbirî bi pirtûkên xwe yên ku edebiyata kurdî bi toreya dengbêjan, meqaleyên "hevirtiržî", hevpeyvînên li gel kesayetiyên Kurd bi teyba xwe ya aktîv qeydkirî û wežandî, wergeriya çendîn nivîskarên berzku kirî kurdî û dewlemendkirî, beždarî panelek edebî li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bû. Panel ji alî rojnamevan Gabar Çiyan ve hate birêvebirin.


Di destpêka panela - nivîskariya Salihê Kevirbirî, de Serokê Kitêbxaneya Kurdî Newzad Hirorî bixêrhatinek germ li Kevirbirî û beždarên panelê bûn kir. Hirorî li ser xebata edebî, rojnamevanî û nivîskarî ya Salihê Kevirbirî rawesta û nirxek bilind da qelema wî. Pažî nirxandinên Newzad Hirorî, birêvebirê panelê Gabar Çiyan bi lêgerînan di nav edebiyata Kevirbirî û pirtûkên wî de, pirsên aktuell ku karîn edebiyata Kevirbirî bi beždarvanan bažtir bidin nasîn rêz kir.
Çiyan rola edebiyata devkî ku dengbêjan di hunera Kurdî de xemilandiye de rolek girîng da edebiyata Salihê Kevirbirî û ji pirtûka "Filîtê Quto" hin bež xwendin. Bi pirsên rojnamevan Gabar Çiyan û bersîvên Salihê kevirbirî, ew carnan çûn Qefqasya, carnan Ermenistanê, Sibiryayê, herêmên Xerzan, Omeriyan, Torê û h w d...
Pižtî navbeyneke ku Kevirbirî pirtûkên xwe imzekirin ve,  beža duyem a panelê pêkhat. Amadevanan ku çendîn nivîskar û rojnamevanên Kurd di nav de bûn - pirsên xwe li ser edebiyata Kevirbirî û pirtûkên wî kirin. Salihê Kevirbirî yek û yek bersîvên pirsan dan.
Bi pêkanîna vê panelê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê û birêvebirê panelê rojnamevan Gabar Çiyan xebatek hêja kirin ku amadevanên panelê li ser edebiyata Salihê Kevirbirî zêdetir bûn xwedî zanyarî û hezkirinek berztir ji edebiyata Kurdî re peyda bû...

Bergeh – ASOsat TV

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark