Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokźn partiyan: Avakirina lźvegereke kurdī.. giring e ū mumkin e

 


  Despêka rojnama Dîmoqratî kurdî 14

Li ser vexwendina encûmena gižtî a Hevbendiya kurd li Sûrya, civînek di 20/11/2009de li darket, bi beždarbûna kesên serbixwe û nûnerên bizavên civakî ji gelek deveran, û têde projeya encûmena gižtî li ser avakirina lêvegereke kurdî di riya kongreke nižtimanî hate ragihandin.
Û tižtê giring ê ku di vî karî de diyar dibû hezkirina bêhempa li bal beždaran di beždarbûnê de ji bona bikaranîna vî erkê netewî ê mezin, û ev yek rastiya ku beždarkirina kesên serbixwe di nava Hevbendiyê teqez dike û bi serketî bû, û ew bizav dibe ku pêžbikeve û tevlêbûna kesên serbixwe di nava wê de ne zehmete.


Aliyê giringtir û ê ku diyar bû di civînê de, dema guft û goyê di nava beždaran de, tête xuyan ku piraniya pêkhatiyên civaka kurdî û nûnerên wêyî rasterast giringiyê didin rêbaza siyasî a ku xizmeta miletê kurd û doza wî dike, ji ber wê li ser giringiya rakirina siyaseteke rojevî û bebetî (mewdûî) li hevkirin, ku di riya vê siyasetê re dikarin kar bikin ji bona mafê miletê me ê netewî. Û da bikaribin zordestiyê ji ser vî miletî rakin, siyaseteke welatperwerî kar dike ji bona hevsoziya hêzên nižtimanî qezenc bike, û ji ber ku doza kurdî dozeke nižtimanî û dadwer e, çareya wê bêyî alîkariya hêzên nižtimanî di Sûrya de nabe.
Ew ezmûna praktîk a tevgera kurdî li Sûrya di salên rabirdû de û tižtên ku bi serê kurda hatin û bizavên ižk li dijî wî didin xuyan metirsiya ketinê li paž siloganên pêwendî ên ku tu encam nedan ji bilî zerer û xesaretê, û van silogana kurd vegerandin atmosfîra tenahiyê pižtî ku tevgerê gavin balkêž avêtibû di riya vekirinê de li ser kolana nižtimanî, û serkeftiyên bêhempa bi dest anîbûn, û bi taybetî di dema damezrandina ragihandina Dîmežq de, bi derbîra wê li ser bigižtiyeke nižtimanî li ser dadweriya doza kurdî, û li ser giringiya çareserkirina wê çareyek dîmoqratî û dadwer.
Encamdana lêvegereke kurdî îro roj meseleyeke giring e ji ber du sedeman:
ya yekemîn. Ev lêveger dikare siyasetek rojevî û babetî ji bona xizmeta doza kurdî deyne.
Sedema diwem ew e, dikare bêtir bi rengekî xuyan xwesteka miletê kurd a rasteqîn bi derbirîn e.  Û wê biparêze ji arasteyên žaž ên bêkêr.
Ji ber wê, erkeke li ser milê tevan di kolana kurdî de ku bi rasteqînî bi vê encamdanê re kar bikin, û kolana kurdî ji perçebûnê xelas bikin, û bi yekkirina hêzên tevan û berîdana wan ji bona xizmeta doza kurdî.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark