Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jiyan û berhem ên nivîskarê Efrînê Cemîl ê kinê

 


Şêrzad Efrînî

piştî ko lêkolîn û berhev kirin a min bi dawî hat û tiştê ko min karî kom ser hev bikira min dî ko zor giringe  ez li ser jiyana niviskar û helbestvan ê Efrînê  Cemîl ê kinê binîvsîn im û bidim nasîn ji xwendevanan re û bê guman tiştê ko zêde ez hendan
 kirim ji ber ko pirek ji Efrîn ê û Kurdistana Sûriyê Cemîl ê kinê
 nas na kin û pê nebihîstine. Ji ber vê sedemê min xwest ez wî bi dim nasîn.


Despêkê em ê nasnam a  wî vekolînin. ji ber wê jî min pêwendî di gel gundiyê wî û yên li ser wî di zanin  hinek zanyarî ji wan wer girtin   ji boyî em nêzîk tir bibin ji jiyna wî ve.
Lê pir jêderên nivîskî jî min piştpêbestin li ser kir.

Cemîl ê kinê di sala 1892. De  li gund ê Gorda li herêma kurdaxê (Efrîn)
Cara yekem çavêd xwe vedikê û derî jiyanê dibê .
Bavê wî ji gundê Gorda bû  û dayîka wî ji gund ê Hopka bû nêzîkî devera Reco . bavê Cemîl navê wî Hesen Hec kebe bû .niha jî bêtieî xelkên Gorda ji malbeta Hec Kebe ne.  Dayîka wî Kin a Hopka bû ji ber wê paş navê Cemîl bû kinê.
Piştî ko bavê wî diçê ser dilovaniya xwe . Cemîl li ba dayîka xwe dimînê lê di wê dem ê de Cemîl hîn zarok bû temenê wî derdorî pênç saliyê bû.
Di sala 1900.de ji bûyi xwendinê apê wî Hihemed Bekir rihanî , Cemîl di bê ba xwe Istmbolê. di wê demê de Mihemed qumandare kî mezin bû   lê piştî wê di bê serok Arkanê Ûsmaniyan . di sala 1940 de . di erd hezînekê de ew û zarûkêd xwe giş di mrin… di demê pêşde eger derfet çê bibê emê jiyana wî jî vekolînin.
Di sala 1900. De Cemîl dest bi xwendin a xweyî serete di kê.
   
Wêneha  malbeta(Mihemed Bekir Rihanîh). Apê cemîl kinê.

Piştî wê Cemîl kolîça sobayî beşê mîkanîk temam di kê û wek qumandar der di kevê di 1910 .de û bi astekî bilind . ji ber wê di wê kolîçê de di kin mamosta. Piştî wê wek mamoste kar di kê û her wiha wek şagirt di kolîça dadmendiyê de deşê advokat ê di xûnê .
Piştî salekê wî di şînin Ingiltera ji bûyî di mîkenîk de pisporî bi kê .
Her wiha di karxanêd bajarê (sorîngroft) bi şêwakî karekey û zanistî fêr di bê û di mîkanîk de pispor di kê.
Pitî ko ew ji Ingiltera vedigerê tevlî şerê Belqan ê di bê  û li wêderê xelata merd û jêhatiyê distinê. Her wiha nexweş dikeve  û ew nexweşiya heya dawiya jiyana wî di gel dimînê .

Piştî şerê cîhanê yekemîn Cemîl danan di bê ji aliyê dewketa Turkiyê de  û dikin berpisyarê kargehê Bîracikê yê çêkirin a kelek û gemiyên leşkerî. Li nik ava moradê (ferat).
Tiştê pir engîz û balkêş di Cemîl ê kinê de ko di dema şerê cîhanê yekemîn de  bi hezaran mirov ji kuştin û mirin ê  xelas kirini û bi taybetî yên file wek ermenî .yonanî. rosî. Û bê tir jiyana ermeniyan ji mirinê xelas di kir.  Ji ber wê mirovantiy a xwe pir xelat û pelgename wer girti bûn.
Di virde emê çendekan ji we re diyar bi kin.
--  pelgenameyek ji komîserê emrîkî û berpisyarê xaça sor bi giştî li helebê.
--  pelgenameyek ji serokê komîta heyva sor yê turkiyê li helebê .
--  pelgename û sipasî ji komîsarê Ispanî li helebê.
--  perwernamek û pêzanînek ji petriyarkê ermeniyên ersazoks (zawîn) û
serpereştiy a ser penaberên ermeniyan li Helebê û Sûriyê . 
bê guman pir xelat û pelge namên dîn wer girti bûn .

Piştî wê di sala 1919.de Cemîlê kinê di bê berpirsyar û mamoste di dibistana pêşesaziyê li bajarê Helebê . lê pir dirêj nakê dest ji karê xwe ber di dê ji ber ko raspîsê Fransî dest dixin nav karê wî.

Di sala 1921.de komela şervanên Kevin û kuştiyên cengan da di mezrînê li Helebê û heya dawiya dawiya jiyana xwe jî endam bû  di wê komelê de .piştî wê dezgehek ê da dimezrînê ji bûyî rûnek û rûniştiyan  û ew dezgeh cara yekem bû li helebê . di wê dezgehê de Cemêl di bê berpirsyarê kagêr û mawdanî .
Di sala 1923.de ew di bê rêveberê nawçê Bibil ê li herêma Kurdaxê û bê guman di wê demê de bajarê Bilbil ê mezin tirîn bajar bû di herêma kurdaxê de .
Piştî çend salan Cemîl ê kinê danan rêveberiyê nawçeya Tirbespiyê li cizîra bin xetê . piştî demek ne dirêj diçê Turkiyê bajarê Edenê û li wêderê dibistana fêrbûn û ajotina otombîla ve di kê .û xelkê fêrî ajotinê di kê û di dûre yek din li bajarê Helebê ve dikê û di wê warî de pir pêş di kevê ji aliyê mawdanî ve.
Wek li ser wî nivîsandine û tê gotin ew mirovekî pir welat parêz û jêhatî bû ji ber wê sedemê pişte vaniya xuragirên li dijî raspîrê Fransa di kir.
Ji ber wê sedemê Cemîl ê kinê û çend hevalên wî tên zindan kirin . despêkê li hepisxana Qitmê zindan dikin li herêma Kurdaxê û piştî wê li Helebê li xan istembûl zindan dibê li wir dixin bin işkencê û pir lêdanê di xwe .ji ber wê lêdanê pir nexweş dibê ji ber wê radikin nexweş xana Beyrûtê . li wir pir kesan nas di kê û têkiliyê bi wan re da tînê çi ji erb û kurd û ermeniyan. bêtir pêwendî di gel kesên nav dar û welat parêz û rewşmbîran re çê di kir . di vir de ezê nimûna kê xuya bi kim . di sala 1936 .de Cemîl civînek nehînî çê di kê di gel serokên xuragir û mirovên giring wek Ibrahîm henano- nazim efendî serokê komîta neqişbendiya ji Qubris ê hati bû –Şêx xelîl serdaeê murûdan li Kurdaxê û nûnerê Şêx ebdula daxistanî û hinek dî . ew civîna bi dizî  bû ji ber ko wan dijî firensiyn kar di kir û di vir de jî diyar di kê ko wî rolek mezin di list di warê xuragiriyê de . lê tiştê herî bakkêş nama ko ji Şêx seîd re di şînê û tê de diyar di kê û di bêjê em di gel tene bi dil û rih û can lê di bêjê niha zor zehmete ko serhildan bi ser kevê û sedeman jî ji Şêx seidê kal re diyar dikê û ev li ser zimanê kurê wî Behrî kinê ye.  

 Xanim û zarokêd wî
Cemîl ê kinê di gel keçek ermenî zewicî bû navê wê Dîkranûhî Goloziyn. xanima wî di sala 1893 .de ji dayik bûye li bajarê Entabê . bavê wê xoriyê Entabê bû û pir bi nav û deng bû navê wî Garabêt koloziyan bû . xanima Cemîl di sala 1908.de xwendin a xwe bi dawî di kê li Mereşê . lê di wê demê de fermana ermeniyan ra kiri bûn û ji ber wê srdemê malbeta wan di revin ji Turkiyê û berê xwe di din Helebê û li dawiyê li bajarê Terablûsê bi cî di bin li bakorî Libnanê li wê derê Cemîl nsa di kê û ji hev hez di kin . piştî ko di zewicin tên li bajarê Helebê dihêwirin û li wir bi cî di bin  .
Xanima Cemîl çar zarûkan tînê dû kur û dû keç . hemû yan di din xwen dinê  hedû kur  di çin Firansa û li wie xwendi na tixtotiyê di kin  piştî ko xwen dina xwe bi dawê di kin ve di gerin Helebê û karê Tixtoriyê di kin … Behrî û Mecdî . lê bêtir Behrî di hat nas kirin ji ber ko ew berpisyarê dû nexweşxana bû . û ew carna di çû gundê xwe Gorda . lê ji ber sedma karê wî pir bû derfet çêne bû ko bi zewicê û her wiha xûşka wî jî di gel bû  û ew jî bê zewac ma . lê xûşka wî yê din wek min bi hîst ji ji xelkên Gorda di bêjin ew dan axlerêd gundê Îska nêzîk Efrîn.
  
Berhemên Cemîl ê Kinê
nivîs karê me pir berhem çap kiri bûn berî ko biçê ser dilovaniy a  xwe lê pir  ber hemêd wî jî  nehatin çap kirin . niha emê çend berhemêd wî ji we re diyar bi kin.

·        Dîroka amêr û pêşketina wê. Çapa yekem di sala 1962. Li dibistanên   Heleb ê de dihat xwendin heya salêd .1950.
·        Zulm û zûrdariya Fransî yan di zindana Helebê de (xan istambol). Çap kieina wê di sala 1967 li Helabê.
·        (nîzam el beheiyê) bi zimanê erebî .ji qumandar Cemîlê kinê .
·        Serhildana mirûdan li herêma Kurdaxê dijî fransî yan ji sala 1939 ta 1940.
·        Berûkek bi çûk li ser êzidyên herêma Efrînê .
·        Dengbêjên Kurdaxê di salêd bîstan de .
·        Pend û şîretên kurdî û şirûvekirina wê 1958.
Wek ko tê xuyan bêtir Cemîl bi zimanê erebî di nîvsand lê ez bawer di kim ko bêtir  helbest bi kurdî di nîvsand û min karî dû helbeatên wî peyda bi kirana  helbestek wî hunermend Bavê Selah li ba xwe nivîsan di bû . û helbestê din jî mamote  Esmet Elî Rihê  wî ji zûde li ezber kiri bû .   helbestek ji wan li ser gundê xwe nivîsan dî gundê Gorda . di vir de jî diyar di kê ko çend Cemîl ê kinê girêdayî axa xwe bû .

Gundê me Gorda.
Cemîlê kinê : 1923 .Bilbil.
Gundê me gorda, şêrîn welato
Bihna buhiştê , ji baxê te hato

Ji mit mitê de, heya  şerata
Xweşin dîmenê, zinar û lata

Hêlek bi rez e , alîk zêtûne
di kurdaxê de , gorda xatûne

keçêd gundê me,di hatin bîrê
xortê gundê me , di kin nîçîrê

ez pir bi hêzim ,wek van çiyana
xotêd gundê me, wê bi bin zana

ji bûyî zanînê , geryam li dinyê
dê bigrin riya , Cemîlê kinê …

wek ko me xuya kir bêtie nivîsînêd wî bi zimanê Erebî bûn lê pirîfîsor Izedîn Mustefa resûl  di bêjê di pertûka xweyî li ser filiklor ê kurdî : Cemîl ê kinê ji demek zû de di berhev kirina filiklor ê kurdî de kar kirî . xuya dikê ko ew li ser pertûka (pend û şîretên kurdî) dibêjê
yan jî li ser pertûkên dî . lê tiştê giring di bêjin wî pir alî kriya rewşembîr û nivîskarêd kurd  di kir  wek Muhemed emîn zekî ji aliyê duravî de . û hinek dî . diyare ko Cemîl xem xarê miletê xwe bû. û kurd perwer bûye …..
berî dawiyê tiştekî dî giring li ser wî emê xuya bi kin .  di rojnama Tişrin yê hikometa Sûriyê li ser wî nivîsandi bûn di hêjmara            25-5 -1997 . di bêjin ko cara yekem yê otombîl anî bajarê Hekebê û derdûrê wê Cemîl kinê bû . û nivîskare kî ereb din di petûka xwe de yê li ser dîroka Helebê (heleba kevin û nû ) Fûad hilal. Di bêjê cara yekê helebiyan otombîl (seyare) dîtin gava Cemîlê kinê di ajût û Zekî axa lê siwar hati bû li kolanêd bajarê Helebê .
di baweriya min de tiştekî pir giringe ko kurdan cara yekem otombîl anîne bakorî Sûriyê . piştî wê Cemîl otombîla xwe di dê kar û xelkê ji bajarê Heleb ê di bê bajarê Bexdayê…

li dawiyê nivîs karê me li bajarê Helebê 25-5-1967. dilê wî radiwestê û di seknê. û di çê ser dilovaniy a xwe piştî ko pir berhem an ji mere di hêlê . û hêvîderim ko hemo nivîsînêd wî werin çap kirin yên ko ne hatine çap kirin heya niha…. Piştî mirin a wî
li Ser gora wî pir rewşmbîr, siyaset medar wek nûnerê Serokê Sûriyê Û ber pisyarê Ermeniyan li Sûriyê û Libnan ê . û her wiha helbestvanêd Ereban . wek Ahmed necmedîn el hekîm yê ko helbest li ser gora Cemîlê kinê xwen di bû . bi rastî pir helbestin xweş li ser jiyana Cemîl nivîsan di bûn ji ber wê jî min xwest ez wan helbestan bi weşînim ……… 
 
Jêderên  nivîskî
Pertûk a Kîgarat  yê .Dr . Robêrt Cebeciyan beşê. 6.dem 2-7-2002…
Malpera  Land of  civilization beşê Erebî…
Malpera  Alippo  beşê Erebî  gotara  Nîdal Yûsif …
peryûk a (heleb a Kevin û nû ) yê nivîskar Fûad hilal…
rojnama Tişrîn  yê hukmeta Sûriyê hêjmar a 25-5-1997…
rojnam a  El cemahîr li Helebê  hêjmar a  27-1-2002…
pertûk a  nivîskar Izedîn mûstefa respl yê li ser filiklorê kurdî …
ferheng a Ronak . kurdî erebî , daner  Sêfidîn Ehmed Ebdû…

Jêderên  zargotin
Hunermend  Bavê selah…
Dengbêj  Ednan Umer …
Mamoste  Esmet Elî Rihê …
Yihya Rihanî  pismamê Cemîl kinê…
Sipas ji  bû  alikariya  helbest van  Mihemed Cezawîr , û
Behrî Şêx ne san …..
 

 


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark